Gelî ehlê bi ğîretê, wun guh bidin vê şîretê
Însan bi qedr û-b aqile, weka durra nav kakile
Li ba Xweda qedrê însan nayê gotin b-dev û ziman
Bi şeref û pir hêja ye, lew eşrefê mexlûqa ye
Lê ger Xweda bike jibîr, şîretê Wî neyne dibîr
Dûr dibe j-qedr û şerefê, perîşane l- çar terefê
Poşîmane xax û sosret, hizûr jê re dibe hesret
Davêjin der kul û keder, dihilmijin kerb û keser
Bav û kala, ap û xala, ev çend dem û dewr û sala
Bi ğîret û xweş galgala, dewla wan qet nema vala
Şîret dane bi şan mane, dîn û namûs sermîyan e
Em jî bibin li ser îman, bextewarê her dû cîhan
Heyat weka li seferê, l-çol û çîya deşt û gerê
Geh ser rez û ser mehserê, geh ser bexçe û bênderê
Bizanibe li her derê, ev kar naçe tu seferê
Feqet ‘emel bi qederê, diçe hîsab û mehşerê
Gelî bajarîw gundîya, zaryê çîya û deştîya
Ey paleyên ser zeviya, li ser erda, ser avîya!
D-karê pincarê kaniya, li ser tevnê bi teşîya!
Selam li we merheba j-wer, bidin pey rêya pêxember
Gelî bira gelî pismam, dêyû bav û xuşk û dotmam
Xal û xaltîk, metik û mam, gedew zarok, jin û zilam!
Biçûk mezin, ciwan û pîr, xwedî xatir ehlê ‘eşîr
Tev zanibin xatirê hev, dunya ev e çend roj û şev
Ey dengbêj û hozanê jîr; mêrê l-deşt û zozan wek mîr
Bav û bapîr, xwedî ‘eşîr, çi dewlemend û çi feqîr!
Hesab heye nekin jibîr, qebr û sûal Munker Nekîr
Li ser dinyê nebin hêsîr, axret heye eya wezîr
Kesê li sûk û ‘eresê, siwarê hesp û feresê
Ehlê mal û ber dergûşê, li bêrîyê pez didoşê!
Ey mervên li ser boraqê, dew diklê dike toraqê
Kar û qezenca helalî, bikin meslek bi delalî
Gelî dost û hem kirîba, heval û nas û ğerîba
Ji dûr û nêz, merv û cîran; rêwîw mêvan, hem me’zûban
Gelî cotkar û karkera, dozvan û azadperwera
Em tev guh bidin pêxember, ew e her tim ji mer rehber
Gelî guhdar û însana, ey xwedyê soz û ûjdana!
Lo welatlîyû omîdno, ser û maqûl û camêrno!
Ehlê civat û hazira, mehellîyû muhacira
Em j-ummeta Muhemmed in, ser navê Wî bi eşhed in
Bila qisse nebe dirêj, wun jî pê re nebin sergêj
Li dost û mervan bipirsin, li ser heqqyê qet netirsin
Cirr û bazaran xweş bikin, dost û dilxwazan geş bikin
Soz û dewran a mêraye, j-bo Xwedê ya camêraye
Îslam namûs û ğîret e, şerefa dinyaw axret e
Azadî her bi Xweda ye, bi rêya pêxembera ye
De kam di pey, peyv û kelam, ji dil bînin selat selam
L-Mûhemmedê serok rêzan, pêxemberê axir zeman