Ayetullah ÎlaîzGiştîÎslam e Rêya Heqîqet…

Îslame rêya heqîqet

Hetanî roja qîyamet

Ê li pey be gihîştîye îzzet

Hem li dûnya û hemû li axret

 

Xelata Rebbê bi rehmet

Mizgîna Nebîyê bi şefqet

Îslame kanîya m’erîfet

Hem li dûnya û hemû li axret

 

Dûjminên Îslamê tu wext

Ne dîne şeref û îzzet

Ewan her kirîye xesaret

Hem li dûnya û hemû li axret

 

Enbîya pir dîtin zehmet

Hem Eshab û ehlê sunnet

Ji bo Îslama bi qîmet

Hem li dûnya û hem li axret

 

Reçeta aşîtî û wehdet

Dawîya zulm û xusumet

Îslame lemba û îşaret

Hem li dûnya û hem li axret

 

Dil şadîya herdu dûnya

Rizgarîya ji qefl û qeyda

Belav bûna kûl û derda

Bi Îslame li dûnya û axret

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *