Minnet ji Xudayê ku bi ‘ebdê xwo Melayî
Iksîrê xemê ‘işqê, ne dînar û direm da
Ev gotîyê Melayê Cizîrî… Şikrê Xwedê dike, ji ber ku xema ‘işqê daye wî; zêr û pere nedayê. Lewra li cem wî dewlemendî bi ‘eşqa Xweda ye, ne bi zêr û pera ye.
…
Tu heyî min di dinê, lew di dinê begler û mîr im!
…
Zêr û mal er, çi nedêrim; te didêrim ne feqîr im!
…
Mela di dinê de, xwe wekî begler û mîra dibîne; lewra di dilê wî de Xweda heye. Her çiqas, mal û zêrê wî nebin jî, ji ber ew xwedî ‘eşqa Xwedê ye, ew ne feqîr e…
Vê dibêje Melayê Cizîrî di gelek şî’r û xezelên xwe de. ‘Eşqa dilê xwe bi hunermendîyeke pir mezin tîne ziman di gelek behrê Dîwana xwe de.
Mela weke gelek şa’ir û hunermendên “edebîyata dîwanê” şî’rê xwe li ser mijara ‘eşqê nivîsîye. ‘Eşqekî safî û paqij, ji dilêyê wî difûre. Li gorî Melê, hêvanê hebûnê heskirin e, ‘eşq e. Şa’irên mutesewwif vê fikra xwe ji vê Hedîsa Qudsî distînin:
كُنْتُ كَنْزًا مَخْفِيًّا فَخَلَقْتُ الْخَلْقَ لِيَعْرِفُونِى
“Ez xezînek veşarî bûm; min xwest bême zanîn, min tiştê heyîn afîrand.” (Süyûti, ed-Dürerü’l-Müntesire, s. 125; Ali el-Karî, el-Esrarü’l-Merfûa’, s. 273).
Mela, di şi’ra xwe ya di serê Dîwanê de, ev fikr û ramanên xwe weha anîye ziman:
Ellah sehergaha ezel zatê tecellaya xwe da
Nûra cemala lem yezel yelmûmê ‘işqê şu‘le da
…
Husn û cemalê xwast evîn vêkra di yek zatî cevîn
Nûra qedîm bû ‘işq û vîn wan lêki naz û ‘işwe da
…
‘Işqi ji nûra layezal husn û cemala bêmîsal
Îsandî yelmûm û şemal dîsa xwe lê perwane da
‘Işq û mehebbet her hebû Heq ‘aşiqê zatê xwe bû
Muhtacê husnek dî nebû neql û rîwayet pê we da
….
Me‘nayê ‘işqê [bêm] çi ye lew min bi çeşmê dil diye
‘Eksa cemalek safî ye lami‘ di mir’ata me da
Husn û mehebbet zatek in me‘şûq û ‘aşiq latek in
Lê sûret û mir’atek in her yek di me‘nayê xwe da
Ger dilber û wer ‘aşiq in ‘arif di qeyda sadiq in
Ayîneyê nûra Heq in cih cih di wan da cilwe da
…
‘Aşiq ew e dilber ew e zahir ew e mezher ew e
Rûha rûh we gewher ew e her şahidek durdane da
…
Mela, yeqîn dike ku Xweda Te’ala, ji heskirina xwe mexlûqat çêkirîye û pêşî Nûra Muhemmedî anîye wicûdê. Xweda ji nûra xwe Hz. Muhammed (s.’e.w) xuliqandîye û ji wê jî, tiştê din xuliqandine. Di vê qesîdeyê de Mela, behsa zatê Hz. Muhammed (s.’e.w) dike û ‘eşqa xwe ya li ser Hz. Muhammed (s.’e.w) tîne ziman:
Ismê te ye mektûbî di dîwanê qidem da
Herfek qelemê ‘ilmê bi teqwîmê reqem da
Eşkal û xetên daîreyê nuqteyê ‘ilm in
Ev neqş û mîsalên di xeyalatê ‘edem da
Mîm metle‘ê şemsa ehed ayînesifet kir
Lami‘ ji ‘Ereb berqê li fexxarê ‘Ecem da
…
Erwahê muqeddes Şebê Qedran te dixwazin
Nûra te ye misbahê di qendîlê Herem da
Da weqtê lîqayê bi te hey bin di beqayê
Min neqdê dil û can di fenayê bi selem da
…
Mela, di ‘eşqa li ser Hz. Muhammed (s.’e.w) û di ‘eşqa Xweda Te’ala de, qenc hatîye pijartin; hetanî gihaye meqamê fenafillahê. Îdî wî hebûna xwe, di hebûna Xweda Te’ala de wunda kirîye. Di ‘eşqê de semîmîyyetek mezin daye ber ça’van. Canê xwe, xistîye qehr û eleman ji bo ‘eşqa Xwedayî.
Çendekî sadiq cema bin, er bibêjî can fida bin;
Wek Melê lazim tu nabin, wî ji dil canê xwe daye!
Mela, di hemî Dîwana xwe de, halê xweyî ‘eşqê, heskirin û muştaqîya xwe ya li ser Xweda û Hebîbê Xweda anîye ziman. Cewr û mihnetên ji destê ‘eşqê kişandine, birîn û kulê ku ‘eşqê di dilê wî de çêkirine bi zimanekî herikbar ji me re dibêje.
Zerreyek ‘işqê giha kî û ji ‘eqlê xwe nebir
Kullu men sadefehu dahîşetu’l-‘işqi helek
Xusruwê ‘işqê ku rûniştî li ser textê wucûd
Fetehe’l-qelbe ‘elel-fewri we li’r-rûhi melek
Weh çi ‘işq û çi selamet çi diborin heyhat
Kullu men yesluku hubben sebele’n-nari selek
…
Herkesê muhbet ji rûh e, mubtelay nûra Subûh e
Wî di dil da sed curûh e, cezbe û lerzîn û ta ye
Herdu rûh yek nûrê tav in, çerxek û du stêr di nav in
Herdu dane murğê dav in, ismê Hey dav lê veda ye
Nûr e pir nadir wucûd e, gerçi ewwel nar û dûd e
Berqê lami’ dê li kû de, hub di qelban kîmiya ye
…
Mela, ji kişandina mîhneta di rêya ‘eşqê de ne ‘aciz e. Hetta van qehr û derdê di ber ‘eşqê de ku dîtine, wan ji xwe re rutbe û şeref qebûl dike. Ji ber vê yekê şukrê Xwedê dike:
Ne bi qanûn ku îşaret bi şifaê bikirit
Ez hilakê xwe di ‘işqê bi necatê nadim
…
Minnet ji Xudayê ku bi ‘ebdê xwo Melayî
Iksîrê xemê ‘işqê, ne dînar û direm da
…
Her lehze çi hacet ku bi nazan bikujî min
Cana jixwe qurbanê te me nazi çi hacet
Mela, meqamê ‘eşqê meqamê herî bilind dibîne û wekî me li jor anî ziman fedla Xwedê dibîne. Mîrîtî, padîşahî li cem wî ne bi mûyekî ne. Bes ğaya wî, rû dîtîna ji Xweda ye. Yek zerreya qencîya Xwedê, ew bi milkê ‘alêmê nade.
Ewwel ku yarê da me yek zerreyek îşaret
Qismet me xemr û cam e ji deftera ‘înayet
…
Mîrî û padişahî mûyek li nik Melayî
Nadem bi mulkê ‘alem yek zerreyek ‘înayet
…
Tiştê ji hinek şi’rê Melayê Cizîrî tête fêmkirin ku Melê ‘eşqa mecazî jî nas kirîye. Wî jî, wekî gelekî ‘aşiqan, berî bighê ‘eşqa heqîqî ‘eşqa mecazî nas kirîye. Li gor tê rîwayetkirin Mela, wextê li Heskîfê xwendîye, qîza mîrê Heskîfê ku navê wê “Selma” ye dîtî ye û dil ketîyê. Di şi’ra bi vê malikê dest pê dike, navê “Selma” derbas dibe.
‘Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e ‘îd
Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil beî‘d
…
Ma bi le‘lên canfeza navê me bînit carekê
Bi’ddua bellix tehiyyatî li Selma ya berîd
Dil ji narê mecazî bi’l-heqîqet bû pereng
Naru qelbî fî hewahu mislu narin fi’l-ledîd
Her çiqas jî, ev şi’r heye ku li ser ‘eşqa mecazî hatibe nîvîsîn; li gorî hinek lêkolîneran ev navê “Selma” ku di vê şi’rê de derbas dibe, navekî sembolik e; ne navekî heqîqî ye. Çawa ku di şi’rê şa’irên ‘Ereban de navê “Selma, Leyla û Suad” bi me’na “dilber û delal” tê bikar anîn. (Dîwan-Nubihar, s. 513)
Dîsa li gorî rîwayeta xelkê Cizîrê, dibêjin Mela, dil ketîye keçeke navê wê Sitîya Bisk Kesk kû keça begêkî ji begê Cizîrê ye.
Ev rivayetên li ser ‘eşqa Melê a mecazî têne gotin, rastin yan ne rastin, em nikarin tiştekî qet’î bêjin. Lewra tu delîlê bêşek, di destê me de îro tune ne.
Îro, hinek kesên çepgîr, dixwazin Melê ji daîra ‘eşqa îlahî dûr bidin xuya kirin. Şi’rên Melê kû di wan de ‘eşq derbas dibe, teva li ser ‘eşqa mecazî şîrove dikin. Lê belê heqîqet qet ne weha ye. Yekî ne kor be, di şi’rên Melê de, wê ‘eşqa îlahî pir rihet bibîne. Lewra di şî’rê wî de bêtir ‘eşqa heqîqî, ‘eşqa îlahî hatiye ziman.
Wekî gelek ‘aşiq û şairên edebîyata Dîwanê, Melê jî ‘eşqa mecazî, wekî pirekî dîtîye û di ser wê re derbasî ‘eşqa heqîqî bûye. Ew bi ‘eşqa mecazî ve nehatîye girêdan; ew ji wir zû derbasî ‘eşqa îlahî bûye. Derheqê ‘eşqa mecazî de, di vê şi’ra xwe de, vê heqîqetê tîne ziman:
Aşiq er carek ji bala lê bedit berqa mecaz
Dê li nik sahibdilan hetta ebed bit serfiraz
Keşfê esrara sifatan bê mehebbet nabitin
Sûretê esma divêtin da biken jê fehim raz
Lami‘a husn û cemalê dê ji ‘ilmê bête ‘eyn
‘Işq da jê hilbitin kî dî heqîqet bê mecaz?
…
Hubbê cismanî du roj in, gerçi dil pir pê disojin
Xef ceger peykan dinojin, mislê neqş-i bê beqa ye
Melê, tecellîya Xweda Te’ala di sun’ê Xwedê de dîye û heyran û ‘aşiqî husna Xwedê bûye:
Wellah ji herdu ‘aleman min husnê canan e xered
Bend im ji husna dêmdurran her sun‘ê Rehman e xered
Mela, hem ‘alim e; hem sofî ye; hem şeyxê tesewwûfê ye. Ew ji daîra helal nederketîye. Ew di ser rêya Qur’an û Sunnetê meşîye. Ew hukmê Qur’an û Sunnetê baş dizane. Kîjan ‘eşq helal e, kijan ne helal e, ew baş dizane:
‘Aşiqê mes’elexwahê were em muftiyê ‘işq în
Destekê sunnet e tê da di yekê nessê kitab e
Divê malikê de, Mela telmihî vê hedîsa Hz. Muhammed (s.’e.w.) dike; “Min ji were du tişt hiştin. Ger hûn tabi’î herdû tişta bibin, hûn ticarî rê şaş nakin. Ev herdû tişt, Kîtaba Xweda Qur’an û sunneta min e. ( Ebû Davud, Menasik, 56; İbn Mace, Menasik, 84; Muvatta, Kader, 3, İbn Hanbel, III, 26; e-Menavî, 1938, s. 240)
Mela vê qenc zane ku cîhan û tiştê di cîhanê de tev fanî ne, ne ebedî ne. Lewra ‘eşqa mecazî jî wihareng e. Ew yeqîn dike ku kesê zana, heta ku di rêya Xwedê de, hişê xwe winda neke; ew kes nagihe welayetê, naghê dostanîya Xwedê.
Qesdê serçeşmeê heywanê heqîqet ke Nîşanî
Bi cehanê mebe mexrûr ku cehan ‘eynê serab e
….
‘Arif heta nenoşî ji destê meyfiroşî
Xaib nebû ji hoşî peyda nekir wilayet
…