BijarteGiştîNesîh GulerQiyama Şêx Se’îd Efendî

Şêx Seîd Efendî (wîladet: 1865 Palo, Elezîz, wefat: 29 Hezîran 1925, Amed), şêxê Nakşibendî ye û tê gotin ji malbatek Seyîd e. Rêberê Kurda Şêx Seîd, muderris, sofî, mufessîr û muhaddîs, serokê serhildanê bû ku navê wî li wê serhildanê hat dayîn.

Heta niha li ser qiyama Şêx Se’îd Efendî gelek tişt hatiye gotin. Kesên dindar dibêje sedema qiyamê, ji ber rejima kemalîst, piştî Lozanê li dijî dîn tewra xwe danî û êdî dijminantî bi dînê Îslamê re kir, heqaret li muqeddesatê Îslamê hat kirin û sazîyên Îslamê hatin girtin. Ew sozên hatibûn dayîn bi cî na nîn. Ya herî girîng xîlafet hat rakirin.

Yek jê delilan eve ku Şêx Seîd Efendî roja Înê, meha Sibatê di sala 1925de, di Mizgefta Pîranê de di xutbeya xwe de xîtabî gel dikir û wiha digot:

“Medrese hatin girtin. Wezareta Karûbarên Dîn û Evkaf hate hilweşandin û dibistanên dînî bi Wezareta Perwerdehiyê ve hatin girêdan. Di rojnameyan de, hin nivîskarên bê dîn diwêrin heqaretê li dîn bikin û heqaretê li Pêxemberê me bikin. Ger îro ez karibama, min ê bi xwe dest bi şer bikira û ji bo pêşvebirina dîn hewl bida.” (1)

Şêx Seîd Efendî, di yek ji daxuyaniyên xwe yên weşandî de;

“Ji ber ku Serok Komara Tirkî M. Kemal û hevalên wî, ji roja damezrandina cumhûrîyetê vir ve hewl didin ku bingehên bawermendê dînê Ahmedî (Îslam) têk bibin, berevajî rêgezên Quranê tevgeriyan, Xweda û pêxember înkar kirin û xelîfeyê Îslamê surgûn kirin. Ev hate diyarkirin ku hilweşandina vê rêveberiya neqanûnî li ser hemî misilmanan ferz e, û ku mal û canê kesên ku di serê komarê de ne û yên ku bin destê komarê de ne, li gorî Şerî’eta Mûhemmed helal e .” (2)

Di qeydên mehkemê de jî mere li gotinê nin Şêx Seîd Efendî dinhêre, sedema qiyamê dijminantîya rejimê ku bi Îslamê re kiriye di de nîşan dan.

Kesên neteweper jî dibêje sedema qiyamê eger çiqas tesîra dîn hebe jî, ji ber rejima kemalîst Kurd înkar kirin, heqqê Kurda nedan û ew hinek sozê dabûn bi cî nanîn bûye sedema qiyamê.

Delîlê wan jî eve ku, xebatên hinek sazîyên Kurda weke tevgera bi navê Âzâdî (Cem’îyeta Serxwebûna Kurdistanê) plan çêkir ku ji boy serhildanê tertip bike. Di vê mînwalê de hinek civîn çêkirin. Meqseda wan di biharê de qiyamê despêbike. Bi rastî, dema ku em li wê deme dinhêrin din av xwendevan û rewşenbîrê Kurda de xuya dike ku hêzek potansiyel hebû di xwestin tiştekî bikin. Lê feqet jiber rejimê xeber ji van xebata sitend, li dijî van xebata, tedbir girt û di miqabilê wê de serokê hereketa Azadî Xalit Begê Cibirî û Yûsûf Zîya Beg tewqîf kirin û birin girtîgeha Bedlîsê. Bi vî awayî xwestin pêşîya serhildanê bigrin. Ji alîyê din ve xwestin Şêx Seîd Efendî jî bigrin, lê feqet Şêx Seîd fêhmkir ku rejime wî bigre, neçû îfadê û cîhê xwe terk kir. Ji ber van kesên serokatîya serhildanê bike hatin girtin wezîfe li ser milê Şêx Seîd Efendî de ma. Lê tene heta niha ku Şêx Seîd endamê Rexistina Azadî ye tu delil tune ye. Ew di mehkemê de jî vêya qebûl nake. Lê feqet tekilîyê wî bi endamên Rexistina Azadî ve hebûn.

Wan kesên mensûbên sazîyên Kurda jî kesên dindar bûn. Ğaya wan jî Kurdistana serbixwe belkî ya Îslamî bû. Di vê mijarê de di nava her dû hêla da jî zêde ferqî tune bû.

Bi rastî mere lê dinhêre di her dû îddîayan de jî rastî hene. Rejima nû him li dijî dînê Îslamê dijminantî kir, û him jî hebûna Kurda înkar kirin. Polîtîqayên nîjadperest ajot û Tirkperestî bû sîyaseta dewletê. Kurd ji berê de milletek dindar bû. Ji ber van polîtîkayên nîjadperestî û dijminantîya Îslamê di nav Kurda de bertekeke tund hat nîşan dan. Wekî Salih begê Hênî di mehkemê de got, ‘Qabîlîyet hazir bû, ne Şêx Seîd buya jî, kê serî bigirta wê ev bûyer çêbiba. (Mehkema Îstîqlalê ya Şerqê pêgirtê Mehkema Şêx Seîd r.323-331)

Di qiyamê de rola wek sazîyê Hereketa Azadî pêşde zêde ne xuya ye. Sedem jî belkî ji ber qiyamê bi prowaqasyona rejime ji nişkave despêkir. Hetanî wiha tê gotin: “Bi bihîstina nûçeya serhildana Şêx Seîd re, endamên Azadiyê yên Amedê şaş dimînin. Kes jê nizane. Endamê Azadiyê Dr. Fuat ji Fehmî Efendî yê Licê daxwaz dike ku bera Şêx Seîd dev ji serhildanê berde… (Yanî hûn zûye) Lê dema ku serhildan nehat rawestandin, ji bo ku rengekî netewî bide tevgerê, li ser navê Kurd û Kurdistanê belavok tên çapkirin û belavkirin.”(3)

Piştî prowaqasyona Pîranê qiyamê bêhazirî despêkir. Serhildan di zemanekî hindik de li gelek cîya bela bû. Lê belê ji ber bêhazirî û bê pîlan bû, rejimê bi wasîta ajanê xwe prowaqator xist dewrê û di nav bajara de malê millet talan kirin. Li alîyê din hinek kesên di nav serhildanê de bûn lê feqet tu ‘eleqeya wan ji ğaya serhildanê tune bûn û serberedayî ketibûn nav êlê, zirar dan mal û canê xelqê. Evana bu sedema millet ji qiyamê ciq bûn û destê xwe ji alîkarîya qiyamê berdan ketin malê xwe. Li El’ezîzê Şêx Şerîf ji ber vî awayî leşkerê xwe ji nav bajêr kişand. Li Diyarbekir ji ber van prowaqasyona, leşkerê Şêx Seîd bê serfiraz bûn û mecbur man vekişîyan.

Li aliye din Fransa xeta Sûrî ji rejimê re vekir û li ser vê xeta Sûrî ya tirênê dewleta Tirkî çek û sîleh û esker anîn herêmê. Îngilîstanê ji boy alîkarî ji teref ‘eşîrê Kurdistana Başûr bi qiyama Şêx Seîd re nê kirin, sînorê Kurdistana başûr girtin.

Li ser van geşedanên neyînî serhildan têk çû. Leşkerê Şêx Seîd cihê xisti bû destê xwe valakirin û vekişîyan. Rejimê jî piştî qûwwetê teqwîye send û bi alîkarîya hinek ‘eşîra li Çebeqçûrê leşkere Şêx Seîd meğlûb kir. Piştî van pêşveçûna Şêx Seîd û hevalê xwe xwestin derbasî Îranê bibin ketin rê. Lê di nava Mûşê û Varto li ser pira ‘Ebdurrehman Paşa bi Muxbîrtîya Binbaşî Qasim ji teref leşkerê Tirkî ve hatin hêsîr kirin. Ji wir jî anîn Diyarbekirê. Piştî hatin mehkeme kirin(!), di heqqê wan de qerara îdamê hat dayîn. Ew û 46 hevalê wî di 29 Hezîranê sala 1925de li Derê Çîyê bi sêdarê ve hatin daliqandin û hatin şehîd kirin.

Sedema ku Qiyam serfiraz nebû gelek sebebê wê hene. Ya ewil Qiyam bêhazirî despêkir. Ya din teşkîlatek tekûz tune bû. Ji ber hereketa Azadî serokê wê hatin girtin ew têkilî yê di nav Rewşenbîr, serbaz yani bi eslê xwe leşker û  serokê kevneşopî yên wekî ‘alim, şêx, serokê ‘eşîra qetîya. Şixwe hê bi temamî ev teşkilat nehatibû çêkirin. Ê hebûn jî bi van girtina nema. Hereket ji çekû sîleha mehrûm bûn. Bi taybetî sîlehê giran wekî topa qet tunebû. Leşkerê Şêx Seîd bê perwerde bûn. Hineka jê ji ber teşkilatek bi esasî, tekûz tunebû bi sere xwe hereket dikir. Rejimê zilamê xwe bi dizî xist nava hereketê û bi prowaqasyona zirar dan malê millet. Vêya jî bu sebebê millet xwe ji serhildanê dûr kir.

Gelek şêx, ‘eşîr û ağa ku hêvî ji wan hebûn alîkarîyê bi qiyamê re bikin, ne ketin nav qiyamê, alîkarî nekirin û xwe jê dûr dan. Hineka jê jî xwe da kêleka dewletê pêre li eskerê Şêx Seîd xistin. Hinek şêx û ağê ‘eşîra jî ji teref rejimê bi pera hatin kirîn.

Ya girîng li pişt vê serhildanê tu dewlet yan jî dewletê mezin tune bû. Bi serê xwe û bêhazirî qiyam despêkir û ji ber vî awayî jî qiyam ne çû serî. Muqabilî vêya dewletin mezin wekî Fransa û Îngilîstanê destekê lojîstik dan rejima Kemalîst û alîkarî pêre kirin. Şixwe îmkanê dewletê jî bi her awayî ji yên Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bêtir bûn. Evana temam bû sedema qiyam têk çû û ne çû serî.

Ji teref Rejîma Kemalîst tê îddîa kirin ku Îngîlîzstan piştgirî da serhildana Şêx Seîd. Îsmet İnönü, mirovê duyemîn ê pergala Kemalîst, di bîranînên xwe de wiha nivîsandiye; “Di bûyera Şêx Seîd ya 1925an de di navbera Îngîlîzstan û tu hêzek biyanî de tu têkilî tune.” Tevî îtîrafê wî, dîsa jî di pirtûkên dersê û dîroknûsiya fermî de şermazar dibe ku serhildan ji hêla Îngîlîzstan ve hate piştgirî kirin û kişkişandin. Wekî din, di tu belgeyê de tu agahî nehatiye dîtin ku vê rûreşiyê rast bike.

Evêya qa’ideyeke ku dîrok bi destê serketiyan tê nivîsandin. Ji ber vî awayî gelek tişt bi berovajî tê agahdarkirin. Ji wî awayî gelek qehreman bi xaîntî, gelek xaîn jî bi qehremantî qala wan tên kirin û jiyana wan bi vî şiklî tê nivîsandin û tên zanîn.

 

  1. Behçet Cemal, Şeyh Sait İsyanı, Sel Yayınları, İstanbul 1955, sayfa 24.
  2. M. Şerif Fırat, Doğu İlleri ve Varto Tarihi, TKAE Yayını, Ankara 1981, sayfa 180.
  3. Naci Kutlay, “Yakın Tarihten Kısa Kesitler”, Bergeh dergisi, Sayı:8/1991 (İsveç), s.72, 77.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *