Ji wexta ku welidî
Ji ummet ra seyyidî
Muhemmed zarvê xweşik
Hez dikir kê wî didî
Şivantî û tîcaret
Kir bi berke’w emanet
Muhemmed xortê delal
Ji Hatice’r bû qismet
Hat xitaba îlahî
Ji her kesan re ronahî
Muhemmed zilamê qenc
Wesîla adl-û şahî
Da’wet dikir Îslamê
Tu car neket ji kamê
Muhemmed Resulê heq
Ne xwest mal û meqamê
Muşrîk û Yahudîya
Wî xistin her tengiya
Muhammed merivê mêr
Tim muzaffer bû’l pîya
Dînê Îslam bû kamil
Pêşî ew bû pê ‘amil
Muhammed dostê’b wefa
Cem yarê xwe west ji dil
Berîya Wê
Li Ser Qetlîama Sûsa û Straneke ku li Ser Hatiye Hûnandin...
Piştî Wê