BijarteCewad QemerîGiştîLi Ser Qetlîama Sûsa û Straneke ku li Ser Hatiye Hûnandin…

Gelî xwendevanên delal! Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide em dixwazin di vê jimara kovara xwe de xwe berdin deşta Farqînê, biçin gundê Sûsa û sitraneke ku li ser qetlî’ama Camîya Gundê Sûsa hatiye hûnandin teqdîmî we bikin.

Her wekî ku hûn jî dizanın Farqîn ango Meya Farqîn di tarîxa Îslamê de wek merkeza Kurdên Merwanî tê zanîn. Di vê merkezê de dewleta Merwanîyanîyan teqrîben sed sal hukum kiriye. Di hengama hukumranîya Merwanîyan de sînorê dewleta Merwanîyan wek merkeza ‘edalet, îlm, îrfan û medenîyetê dihat zanîn. Gelek ‘ulema û şa’irên navdar di dewra Merwanîyan de ragihane û ji ‘ilm û ‘irafanê re xizmet kirine.

Dîsa gelek hukumdar û lawên hukumdarê Merwanîyan bi teqwa û îxlasa xwe di nav gel de hatine naskirin ku Zembîlfiroş jî yek ji wan e. Zembîlfiroş di oxira teqwa û îxlasê de tac û textê xwe feda kiriye û wek ebdalekî sofî di nav gel de nav daye. Destanê wî ta nuha li ser zimanê gel digere.

Ji dewra Merwanîyan bi şûnde jî Farqînê ev xusûsîyeta xwe ya wek merkeza zanînên Îslamî parast. Gelek kesên wek ‘Elîyê Herîrî riya xwe bi farqînê xistin, ji gel re xizmet kirin û li wir medfûn man. Ev rewş di dewra ‘Usmanîyan de jî domîya. Gelek ‘ulema û mudderrîsên Farqînî ji ‘Alema Îslamê re xizmet kirin.

Piştî ku dewleta ‘Usmanîyan hilweşî û li welat xwendina bi herfên ‘Erebî digel tedrîsata olî hat qedexekirin jî ‘ulemayên Farqînî ê wek Mele Huseynê Kiçik, Mele Yasîn Yusrî, Mele ‘Elîyê Zîla û… hwd bi awayeke xeyrîresmî di medreseyên xwe de tedrisata Îslamî domandine. Ji ber vê yekê bû ku li Farqînê rengvedana jiyaneke Îslamî bi awayake aşîkar ta van salên dawî xwe nîşan dida.

Ev hal her wiha domiya. Lê ji ber ku li welat awayê tedrîsatê guherî bû û di mektebên teze de te’lîmek sekuler pêk dihat hinek kesên ku diçûn mektebên teze rengê jiyana xwe diguherandin, wek kesên sekuler derdiketin qada jiyanê. Ew kes lawên dê û bavên Musluman bûn û qaşo heqê gel dixwestin. Lê di rastîyê de tu ferqeke wan ji neyarê wan tune bû. Her dû alî jî nijadperest bûn û di warê mucadela bi jiyaneke Îslamî re de muşterek hereket dikirin. Tek ferq ew bû kesên teze bi navê heqê gel daxwaza jiyaneke xeyrî Îslamî ji gel dikirin. Di nezera wan kesan de tiştê ku millet bi paş de hiştibû her Îslam bû. Lazim bû ku gel ji riya Îslamê bifetilînin. Ji xwe neyarên wan jî heman tişt digotin.

Ji ber ku giranîya xelkê Farqînê mutedeyyîn bû, milletê zarokên xwe ê ku diçûn mektebên fermî piştî xwendina latînî dişandin medreseyên herêmê. Ev hal demeke dirêj wiha domiya. Paşê li herêma Kurdên bakûr qismek însanên ku rengê jiyaneke sekuler û ji dîn dûr bo xwe pejirandibûn peyda bûn. Çawa ku İskenderê Belwanî dibêje: “Qazî rabûn ji mekteba/qebûl nakin ew mezheba” Wan kesan jî ne dîn ne jî Mela Qebûl dikirin. Bi her awayî berê xwe dan şêx, mela û kesên dîndar. Bi wan re ketin devjenîyê. Slogana wan ew bû ku digotin: “Axa bikujin/Şêx û mela bipelêxin”. Ev devjenî û pevçûn weke her herêma Kurdistanê li Farqînê jî di destpêkê de wek şerrê devkî heta salên 1990î domiya.

Li Îranê di sala 1979ê miladî de şoreşke Îslamî pêk hat. Ev şoreş di destpêke de li temmamê ‘Alema Îsamê bû wesîla hişyariyeke mezin. Lewra hem şoreş zahiren muwefeq bûbû, hem jî sloganên wê ‘alemşumûl bûn. Ji xwe berya vê şoreşê li Anadaolê hereketa  Seîdê Kurdî, li Misir Herekta Îxwanul Muslîmîn, Reşîd Riza û Muhemmed Ebduh, li Hindîstan û Pakîstan Hereketa Îslamî ya Mewdûdî û Muhemmed Îkbal bingehek bo hişyariyeke Îslamî dagirtibûn. Piştî şoreşa li Îranê xortên Kurdistana bakûr jî dest bi xwendina kitêbên muellîfê mu’asir ê wek Se’îd Hewwa, Seyîd Qutub, Hesen el-Benna, Îmam Xumeynî, Mewdûdî û… hwd kirin.

Ev xwendin piştî ku giha derceyekî îdî xortên Kurdistana bakûr dest bi sazkirina cemaetên Îslamî kirin. Bo vê mebestê her camîyeke herêmê wek medreseyekê hat bikar anîn. Ji xwe di bajarê Farqînê de kevneşopîya Medresê hebû. Loma dema ku xortan di camiyan de dest bi dersdana Qur’anê kirin gel li dora wan kom bûn. Di camîyan de dersên wek siyer, xwendina Qur’anê tiştên ji rêzê bûn. Lê xwendina kitêbên ‘esrî û muzakereya li ser wan tiştekî nû bû. Îdî her camiyek bo van xortan wek medreseyek taybet dihat hesibandin. Xort ewil li berdestê melayan perwerde dibûn paşê xwe ber didan sûk û bajaran li her derê welat teblîxa Îslamê pêk dianîn.

Ev rewşa xortan di destpêkê de li zora Kurdên sekuler ê ku xwe wek xwediyê welat dihesibandin û kes bi ser pôzê xwe re nedidîtin çû. Ewil bi xortên teze re ketin devjenîyê. Lê di munaqeşeyê de bi ser nediketin. Ji lew roj bi roj har dibûn. Ewil dest bi tehdîda kirin paşê jî dest bi kuştin û revandina xosrtên mutedeyyîn û Quranxwîn kirin. Lê xortên teze ê mutedeyyîn ne ê tirsê bûn ne jî ji ber xwe dixawrin. Digel şerr û pevçûna teze wek her herêma Kurdistana Bakûr li Farqînê jî hereketeke îslamîya nû bi rêveberiya ‘alimên herêmê reng veda û roj bi roj bi ser diket.

Gundê Sûsa jî gundek ji gundê Meyafarqîna qedîm bû, li hêla deştê diket û bi qasî 5 kilometreyan ji bajar dûr bû. Ev gund ji not xaneyî pêk dihat. Di vî gundî de jî xort li dora mela organize bûbûn û di camîyê de hem Qura’an dixwendin hem dersa Qur’anê didan, hem jî kitêbên Îslamî muzakere dikirin. Her wekî ku me li jor jî beyan kir ji teblixa xortên Musluman ê vî gundî dujminê wan aciz bûn. Di destpêkê de bi tehdît xwestin ku ew xort li wî gundî dev ji hereketa xwe berdin weyaxud gund biterikînin. Naxwe wê wan bikujin. Bes xortan guh nedidan vê tehdîdê. Roj bi roj hê bêtir qewî li doza xwe dişidiyan. Bes Kurdên sekuler ê neyarê wan û dîn organize bûn, çekê wan hebûn, di çiya da dijîn, ji çiya dadiketin qetlîamên xwe pêk dianîn û diçûn.

Ji ber ku nikaribûn xortên Gundê Sûsa ji doza wan vegerînin hovên çiya, neyarên gel û dînê gel biryara kuştina wan xortan dan. Çawa heywanên wehşî, çeqel û rovî tariya şevê wek firset dihesbînin û diçin nêçîrê ev hovên sekulerê xwedênenas jî tariya şevê wek firset dihesibînin, cilê cendirma lixwe dikin û di dilqê esker de berê xwe didin camiya Gundê Sûsa ji bo qetlîameke wehşîyane.

Di 26ê Hezîrana 1992yê miladî de xortên Gundê Susa piştî ku karên xwe yê rojane diqedînin bo nimêja mexrebê berê xwe didin camiyê. Wê hem nimêja xwe bi Cemaet eda bikin, hem jî Qur’anê bixwînin û sohbet bikin. Bes rengê şebê xerîb e. Cema‘et piştî nimêjê sohbeta xwe dike û xwe bo edakirina nimêja ‘eşayê amade dike. Hayê wan ji bayê felekê nîne. Bes zalimên Xwedênenas dor li camiyê digrin û di dilqê eskera de dikevin hundirê camiyê. Di camiye de panzde kes li ser nimêjê ne, teva ji camiyê derdixin. Dema ku têdighên, neyaran dor li wan girtine, selewatan vedidin û tekbîra tînin. Bes neyarên wan ê xwedênenas bi peyva “Çağırın Allahınız ve Muhammediniz gelsin sizi qurtarsın[1]” wan di hewşa camîyê de gulebaran dikin. Di hengama gulebaranê de pênc kes ji wan birîndar dibin deh kes jî şehîd dikevin. Şehîdê vê qetlîlamê ev in: Hecî Ehmed Qantar û lawê wî Muhammed Emin Qantar, Zeki Fîdancî, Medeni Fîdancî, Se’îd Fîdancî, Mekî Fidancî, Muhammed ‘Eli Ûslû, ‘Ebdulxaliq Ugaş[2], ‘Ednan Qantar û Huseyîn Çetînqaya.

Qetlîama Camîya Gundê Sûsa di tarîxa Kurdistanê de ji nadîrata ye ku di mabedekî de pêk hatiye. Xwedênenasan qudsîyet û hurmeta me’bedan binpê kirine û deh kesên dîndar di hundirê camiyê de qetil kirine.

Li ser vê bûyera hezîn hem bi zimanê Kurdî hem jî bi zimanê Tirkî gelek beste û sitran hatine çêkirin. Ev sitran jî yek ji wan e. De ka werin em bi hev re guh bidin sitranbêjê xwe bila bo me bi nuhurîne em jî şehîdê vê qetlîamê bi rehmet bi bîr bînin. Kerem kin:

 

 

Bê de loy loy….

De lo lo siwaro!

Kele kela vê havînê….

Gidî gelo

Destpêka êvarê ye

Ezê bi diyarê bajarê Meya Farqîn

Warê zembîlfiroş diketim

Min dî li quntara çiyê

Berî berî li deştê ye

Ji jorê çiyê de

Sûra bayê vê êvarê

Bayê baweşînê

Ji zozana berê xwe daye deştê

Ber bi Gundê Susa ve

Li ber derê camîyê

Surrekî   çiqa xweş tê

Ax de loy lo de loy …….

 

Bê de loy loy….

De lo lo siwaro!

Şev e şeva nîvê şevê ye

Ezê diçûme deşta Farqînê

Warê Zembîlfiroş

Cîw meskenê Merwanîyan

Ber camîya gundê Sûsa

Min dî xortên terr û teze

Di hundurrê Camiyê de

Li ber deste seydayê xwe

Çok vedane dixwînin vê Qur’anê

Gidî gelo

Mînanî awaza qanz û qulingê buharê

Dengê van feqîyan

Sewta Yasîn û vê Quranê çiqa xweş tê

Ax de loy de loy lo…..

 

 

Bê de loy loy….

De lo lo siwaro!

Şeva nîvê şeve ye

Wî de wextê nimêja ‘îşayê bû

Ezê bi diyarê Deşta Meya Farqîn

Warê zembîlfiroş

Ciw meskenê Merwanîyan

Camîya Gundê Sûsa diketim

Min dî li camîyê

Xortê terr û teze

Kal û pîrên extiyar

Li ber destê Huseynê min

Ketine sefa nimêja ‘îşayê

Berê xwe dane Ke’ba şerîf

Hayê wan ji bayê felekê tunîne

Ku gur û keftar û wehşîyên hov û har

Ji çiya daketine deştê

Berê xwe dane camîyê

Xwîn ji devê wan diweşe

Bi niyeta qetlîamê di şeva reş tê

Ax de loy lo de loy lo….

 

Bê de loy loy….

De lo lo siwaro!

Şev e şeva tarî

Ezê bi diyarê deşta Meyafarqîn

Warê zembil firoş

Cîw meskenê Merwanîyan

Welatê feqî û şêx û seyda ketim

Li ser rêç û şopa ‘Elîyê Herîrî

Çûm ber camîya Gundê Sûsa

Reben ez im dayê

Min dî

Torinên nemrud û Fîrewnan

Di êvara ‘îda qurbanê de

Agir bi mala xwe xistine

Li ber dere Camîyê vekirne qesabxane

Panzdeh can û ciwanên nazik dane ber gula

Ez nizanim çi bêjim çi nebêjim

Di dewsa avê de li ber derê kanîyê

Ji herdû çavê min hêstir dibarin

Gidî gelo

Ji cîgera min qetranên xwîna reş tê

Ax loy lo de loy lo….

 

Bê de loy loy, de loy lo….

De lo lo siwaro!

Şev e şeva tarî

Ezê bi diyarê deşta Meyafaqrqîn

Warê Zembilfiroş

Cîw meskenê Merwanîyan ketim

Li Welatê feqî û şêx u seyda geriyam

Li ser rêç û şopa ‘Elîyê Herîrî

Çûm ber camîya Gundê Sûsa

Reben ez im dayê min dî

Bûkê serbixêlî reş girê dan

Kal û pîr tev di şînê de

Sebîyê li ber pêsîra sêwî mane

Di ‘îda Qurbanê de

Torinên Nemrûd û Fîrewnan

Panzde xortên can û ciwan dane ber gula

Belkî agir bi mala wan bikeve

Kevirê wan li ser kevira nemîne

Oxira wan reş bigere

Îro li ber derê Camîyê xwîn herrikî

Eman gidî gelo

Îro deh ciwanan

Canê xwe ji dest dan

Ez nizanim

Gelo ev çi zulm e çi wehşet e

Gur ku gur e bi gurtiya xwe vê nake

Heyran dile min şewitî

Kezeba min hate xwarê

Hewara Xwedê

Gidî gelo ji cîgera min qetranên xwîna reş tê

Ax de loy loy, de loy lo….

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

[1] De ka hewara pê de bibin bila Muhemmed û Xwedayê we bên we rizgar bikin. (Ne‘ûzû billah)

[2] ‘Ebdulxaliq Ugaş melayê Camîya Gundê Sûsa bû

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *