BijarteMele MehdîJi Dek û Dolabên Jinan Xwe Bispêrin Xweda

geometric patterns in drying soil of the negev desert

Tê gotin ku di demekê de zilamekî û jina xwe dipeyivin, der heqê meseleyekê de… Pîrek di dawiya axaftina xwe de dibêje ji dek û dolabên jinan jî xwe bispêre Xweda. Zilam bi vê gotinê aciz dibe û ji jina xwe re wiha dibêje:

-Îja ev çi gotine? Ma jin karin çi bikin?

Li bal xwe wek biçûk dibîne. Jinik jî dengê xwe nake, lê belê di dilê xwe de dibêje ; kero kero, tûyê bibînî ezê çi bînim serê te…

Rojêkî zilam radike her du gayên xwe diçe ser erd ku cot bike. Jina wî beriya wî bi lez hinek masî peyda dike û berî ku ew here nav erd hebo hebo wan masiyan li pêşiya wî di nav axê da vedişêre. Paşî tê malê. Zilam dest bi cotê xwe dike, dibîne ku masî ketin cotê wî. Dibêje:

-Subhan Ellah ev çi masîne, di cotê de min ‘eliqin?

Paşê jî di dilê xwe de dibêje:

-De dana Xwedê ye. Wextê Xwedê bide ji xet û nîvê jî dide.

Masîyên xwe di civînê, dixe tûrikê xwe û tê mal. Ji jina xwe re dibêje:

-Ji te re van masîyan êvarê xweşik biqelîne û bide ber savarê, bi xêr û xweşî em bixwin.

Jinik dibêje:

-Masî ji kur derketin, ma tu neçûbûyî cot? Qey tu çûbûyî masîyan?

Zilam dibêje:

-Heyran qet nepirse, van masîyan li devên cotê min ‘eliqîn.

-Masî çewa di cot di’ eliqin?

-Anha tu dev ji berde. Tu wan êvarê çêke em bixwin, çi ji te re lazim ji kur hatin.

Jina wî dibêje başe.

Zilam diçe cotê xwe yên mayî dewam dike, hetanî dibe êvar vedigere mal, bi xeyalên masîyên ber savarê… Destmêj digre, limêj dike û rûdine, çavên wî li rêya masîyane. Jina wî hinek savar tîne datîne ber û dibêje:

-Keremke.

Zilam li jina xwe dinêre û dibêje:

-Kanî masî li kû derê ne?

Jinik dibêje:

-Masîyên çi?

Zilam dibêje: Çewa masîyên çi, min navê rojê masî nedane te, jibo tu êvarê çêkî?

Jinik dibêje: Min masî nedîtiye.

Zilam dibêje:

-Çewa te masî nedîtiye?

Hêrs dibe û şer derdixe… Jinik dike hewar û der û cîran li wan dicivin, dibêjin: xêre, win çima şer dikin? Jinik dibêje:

-Her hal zilamê min dîn bûye. Dibêje îro masî ketine cotê min. Min anîn da te, te çima wan çê nekirî ye? Gelo ez na win bibêjin, hetanî îro kesî didîtiye ji erdê masî derketine?

Cîran jinikê mafdar dibînin û li zilam tên hev, wî bi stûna nav malê ve girê didin. Bêhneke din her kes diçe mala xwe…

Piştî demekê derbas dibe zilam, ji jina xwe re dibêje:

-Ez dibêjim qey wê wekî tebe. Hebe min xewn mewn dît. Ma ji dil jî cot û masî, ka çewa çêdibe?

Jina wî dibêje qey hişê te hat serê te? Zilam dibêje belê. Jinik wî vedike û tê li ser sifreyê rûdinê, dest bi xwarina savarê dike. Jinik ji nişkava masîyan tîne datîne ber. Zilam şaş dibe dibêje:

-Ev çibû?

Jina wî dibêje:

-Min wê rojê ji têra got, ji dek û dolabên jinan xwe bispêre Xweda, te henekên xwe bi min kir. Te dît bê jin karin çi dek û dolaban bi serê meriv da bînin?

Zilam dibêje:

-Wey hezar carî, sed hezar carî Xweda me biparêze ji dek û dolabên jinan…

Belkî hinek bibêjin win pir mezin dikin, lê ka li tarîxê binêrin çend dewlet bi destên jinan xera bûne? Çi qas hukumdar bi dek û dolabên jinan hatine kuştin û ji ser text hatine daxistin? Heta der heqê vê meselê de pêşiyan gotine: ” Kela ku jinan xerakiribe kesî ava nekirîye.”

Lê belê jinên baş û hilekar nabin yek. Di tarîxê de gelekî jinên qenc jî derbas bûne. Ku van jinên fedakar daîm alîkariya heqîyê kirine û mal û canê xwe di vê rê de feda kirine. Weka Hacer û Sara(as)ya pîrekên Hz. Îbrahîm, wek Meryema Dîya İsa(as)wek dîyên me ku pîrekên Hz. Mûhammed (sas) bûn  heta wek pîreka Fir’ewn Asiye(as) û gelekî ê em navên wan nizanin, Xwedê ji teva razî be….

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *