BijarteMehmet BaranZiman û Reng ji Ayetên Xweda ne…

Xweda Te’ala temamê mexluqan xuluqandîye û wan li hev ‘edilandîye. Heq û huquq û têkilîyê wan di şerî’eta xwe ya wehyî û fitrî de bi cîh kirîye. Reng û ziman ji bo naskirinê ji hev cûda daye însan. Ne ji bo ku însan li ser wî tiştî li serê hev meznantîyê bikin. Ti kes li ser kesekî din mezintir û bi qîmettir nîne. Belê qîmeta herî mezin li ba Xweda bi teqwayê ye. Di teqwayê da jî rî’ayeta heqqê însanan derdikeve pêş. Kesê ku bixwaze Xweda razî bike û axîreta xwe xelas bike, ew kes ji bo nefsa xwe çi dixwaze bila ji birayê xwe yê misluman ra jî bixwaze.

Yek heqê ku Xweda daye însan, ew zimanê ku di makzayî da bexşî însan kirîye. Teserufatîya ti kesî di vî warî de nîne. Bi temamî ew teserufatî di destê Xweda Te’ala da ye. Ti kes ji me însanan li ser îrade û xwestina xwe ji dê û bavêkî Kurd yan jî Tirk yan jî ‘Ereb nehatîye dunyayê. Ew Tirk ê ku bi Tirkîya xwe fexir dibe û zimanê xwe derdixe pêş, dibe ku ji dê û bavekî Kurd an jî ‘Ereb bihata dunyayê. Ew Kurdê ku bi Kurdîya xwe dixwaze derkeve pêş jî dibe ku ji dê û bavekî Tirk an jî ‘Ereb bihata dunyayê. Ew çax ewê ‘eynî tişt pêk banîya! Evan tiştan li ba Xweda maqul nînin. Divê ku însan ji çerçeva heqîyê dernekeve. Zimanê însan ji teref Xweda Te’ala ve hatîye dayîn û her zimanekî li gor hedîsa Pêxember, însanek e û dîsa ayetekî Xweda ye.

Ayetên Xweda gerek neyên kitimkirin. Ji destê kê tê bila dudo, sisê, çar zimanan hîn bibe û bi wan zimanan biştexile. Heta bi zarokê xwe bidin hînkirin. Lê belê serê ‘ewwul bila zimanê xwe jibîr nekin û bi zarokên xwe re zimanê dayîkê biştexilin. Ti dayîk û pîrekên me bila ji zimanê xwe kompleksa xwekêmdîtinî nekşînin. Pir ji pîrekên me baş nizanin ku bi Tirkî biştexilin û  hewl didin Tirkî hînî zarokên xwe bikin û zimanê wê yê yekemîn dibe Tîrkî. Dayika wan zarokan nikare hest û hisê xwe bide zarokên xwe. Ev jî di zarokê me da kêmasîyekî mezin çêdike. Zimanê dayîkê tenê zimanekî şitexilîyê nîne. Qalibê sebîyê li ber hemêza dayîka wî şeklê xwe digre. Gerek sebîyê me bi hîssîyata dayîka xwe me’ne bide; “Giyayê hewşê tehl e” yan na bi zimanê xerîb nikare heqê wî bide. Lewra dayîka sebîyê ji ber ku bi zimanekî difikire û bi zimanekî din bi zor xwe îfade dike, şitexlî û mîmîkê wê hev nagrin. Carna dibe pêkenîya zarokê xwe. Belê bi zimanê xwe yên eslî îsti’mal bike wê pir xweşik xwe îfade bike û daxwazîya dilê xwe bi sebîyên xwe bide zanîn. Sebî jî ev ders û te’lîma dayika xwe wê baş bigre û di jîyana wî ya pêş de jê re bingehekî qewî çêke.Gelo pîrekên me çima xwe mecbûr dibînin ku bi zarokên xwe re bi Tirkî xeber bidin. Ev tewr û helwesta pîrekan ji bo ziman û berdewam kirina hebûna ziman afat û belayekî mezin e.

Ji bo selametîya zimanekî û jîyana wî  gava duduyan perwerdehî ye. Li rûyê erdê ti ziman bê perwerdehîyê jîyana xwe berdewam nake. Li ser temelê ku mi’elimê ‘ewul dayika sebîyan dabû wan, bi perwerdehî ziman zanîn bi pêşde diçe. Di vir da jî serê kanîyê dayîk e û divê ku temel saxlem hatibe avêtin. Loma jê re tê gotin “Zimanê dayîkê…”

Zimanê Kurdî heta anha li ser perwerdehîyên medresên herêmê jîyana xwe berdewam kirîye. Di zemanê anha de jî bela zarokên me bi zimanê Kurdî nizanin û jê fêm nakin, medresên me jî tedrîsata xwe bi zimanê Tirkî dikin. Careke din ezê bêjim ku musebîbê vî halî jî pîrekên mene. Bi zarokê xwe re bi Kurdî naştexilin ku ew jî dersa xwe bi Kurdî ji seydayên xwe bigrin û fêm bikin. Mesela dayîkên me, tên serê ‘Alim û Seydayên me yên medreseyan jî. Ew jî bi zimanê Tirkî nikarin ji heqqê ders dayînê derkevin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *