Derdê bê derman fîraq e ew bi mislê îhtîraq e
Ew didit xelqê fîlaq e rahetî vê ra fena ye
Diçite xelqê-b kîlab e ew diket sîne qîlab e
Kes niza ew çi ‘îtab e rehm û însaf cem ğela ye
Mislê dojê ew ‘ezab e ew diket cergan kebab e
Her diket qehr û şîtab e rûh diket-j qalib cuda ye
Ne ji yek ne ji hezaran her wekî celladê daran
Ser firandî wî bi şîran çimkî bê we’d û wefa ye
Her wekî bab kiştiyan e ew ji nesla Êzdiyan e
Dest bi xûna însiyan e kafiran ew bit ceza ye
Her kesî firqet gehayê her diket ew ay û ayê
Hingî rûhê xu nedayê cezbe û lerzîn û tab e
Firqetê hîcra diyaran aniye-j çehvê hezaran
Histirê wek tavê baran çimkî derdek pir cefa ye
Lê belê ‘adet qedîm e ku li pey hîcra elîm e
Wesleta yara kerîm e lê tenê bo min ğela ye
Firqeta mehbûbê zor e ew dikê da bit zuhûr e
‘Aqîbet çav dibte kor e nabêjî zulm û cefa ye
HerkesÎ dîtî bi şewket ew di zanê ew we naket
Hetta ser tilyan bi zer ket yek ji wan jî “mîm û fa” ye