Li gorî me bihîstiye, dibêjin rojêkê ji rojan dîkê varik, ji ê mezin re dibêje: “Êdî ez jî mezin bûme, dixwazin îro ez azan dim, xelkê serê sibehê rakim, bila her kes here ser karê xwe.” Dîkê mezin dibêje heyran,  vî karî karekî zor û zehmet e, ne wekî tu zen dikî hêsa(rihet) ye. Dîkê varik, îsrar dike, dibêje: “Ka tu şevekê bispêre min û temaşe bike, ez karim an na tu yê bibînî.” Di paşî de dîkê mezin razî dibe, da ku şevekê wî  biceribîne.

Dikê mezin dibêje:

-Binêre gerekî tu pir xessas bî, gohên te şîyar bin. Çewa serê tavê derkeve, dibê tu derhal azan bidî.

Bi van şîret û giliyên dîkê mezin, dîkê varik dikeve nobetê. Ji tirsa di xewdamayînê çavên xwe nade ser hev. Wek hinekî xilmaş dibe, di wê demê de xwediyê malê derdikeve derve. Ji kelecana çewa çav bi ronahîyê dixe dibêje qey tavê da û dest bi azanê dike. Fêm dike hîn şev e dîsa dengê xwe dibirîne. Bêhneke din çavên wî hinekî diçin ser hev, dîsa yek ji malê dertê derve. Dîkê me yê varik çewa ronahîyê dibîne, cardin dibêje qey tavê da û dest bi azanê dike. Bi vî awayî hetanî sibê çend caran wiha tê serê wî Xwedê dizane. Di paşî de ji hal dikeve û di xew re diçe. Sibe dide, tav bilind dibe, dîk hê di xew de ye. Îdî her kes şîyar dibin dest bi karên xwe dikin, dîkê varik ji nişkave şîyar dibe hey wax ku tav daye, tav bilind bûye, bi kelecan dest bi azanê dike. Xwediyê malê dibêje:

-Ev çewa dîk e, bi kêrî tiştekî nayê, bi şev nehişt em razin, bi roj jî nîvro dibe hêna azan dide. Ev dîk ancax malê kêrê ye, wî bigrin bînin em wî ser jê kin.

Mesela me ya dîkê varik jî bi vî awayî diqede…

Em îro dinêrin, me’lesef dîkê varik pir bûne. Tu dinêrî şagirtê berber hê serê du merivan naqûsîne, roja din dikanê vedike, dibêje ez jî bûm berber. Şagirtê terzî, hê nizane bi derzîyê bigre, dibêje ez bûme terzî. Şagirtê qesab wisa, ê hedad wisa, hema di zemanê me de tu li kî dinêrî wisa bûye. Bi vî awayî kar hemî dikevin destê ne ehlan.

Gotinekî pêşiyan heye bi tirkî dibêjin: “Yarım doktor candan eder, yarım imam da imandan eder” yani nîv hekîm meriv ji can dike û nîvmele jî meriv ji îman dike.

Yanî çi kar dibe bila bibe lazim e meriv, an wî karî neke an jî heqqê wî bide, wî xweşik bike, ku kêmasiyên meriv hebin lazim e meriv wan temam bike.  Lewra Xwedayê mezin di Quranê de di sûretê Nehl di ayetê 43yan de dibêje:

وَمَٓا اَرْسَلْنَا مِنْ قَبْلِكَ اِلَّا رِجَالاً نُوحٖٓي اِلَيْهِمْ فَسْـَٔلُٓوا اَهْلَ الذِّكْرِ اِنكُنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَۙ

Ger hûn nizanibin ji ê zane bipirsi….

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *