BijarteCewdet KaramanGiştîÇend Peyv Li Ser Sitraneke Demsalî

Gelî xwendevanên delal! Bi destûra Rebbê ‘Alemê emê di vê nivîsa xwe de digel çend şîroveyên xwe sitareneke demsalî teqdîmî we bikin ku di vê sitranê de digel xweza û tebîeta welat û gelek nesîhet û şîretan evîneke pak jî derdikevit pêşberî me.

Her wekî ku tê zanîn di wextê xwe de debara giranîya Kurdên Serhedê li ser heywandarîyê bû. Lewma di jiyan û foklora Kurda de çûna zozana û vegerîna ji zozana cîhekî taybet digre. Di destpêka biharê de dema ku gul û kulîlk vedibin, çiya bi gul û kûlîlka dixemilin êdî wek gelek Kurdan berê  Kurdên Serhedî jî ber bi çiya ve vedigere. Lewra çiya û zozanên çiya hem bi hewaya xwe ya pak, hem bi gul û kulîlk û gîhayên teze bo berdewama jiyaneke sudmend û xwedîkirina heywanan hêwirgeheke bêhempa ye.

Elbette di warê çûna zozanan de pêdivî bi gelek tiştan hebû. Di serî de li zozanan pêdivî bi avahîyeke hebû ku Serhedîyan bo sitara xwe konê reş dibirin û li zozanan li ser gelek sitûnan vedigirtin. Ji ber vê yekê ye ku kon di kelepora Kurdan de xwedî cîheke taybet e. Li gorî beyana Mela Mehmûdê Bayezidî; Kurdên qedîm li zozanan konek ji bo xwe û yek ji bo mêvanan vegiritine da ku bikaribin li zozanan mêvanan bi hewînin. Ji xwe di nav Kurdan de nandarî û hewandina mêvana wek wesfeke xwepesinandinê hatiye zanîn. Di hinek sitranên Kurdî de wiha behsa kon hatiye kirin.

Konê reşê li erebîyê

Zêde xweş e li serê çiyê

Li ber belekê berfê li rex sarkanîyê

Zozan xweş e li bin dara biyê

Kolos xweş e li rû kofiyê

Kewnêr xweş e li rû mariyê

Evîn xweş e bi ciwanîyê

Piştî vegirtina kon êdî hewcedarî bi kel û perrên nav malê ê wek firaq û miraqan hebû. Bi rojan bo çûna zozanan amadekarî dihatkirin. Bo birina barên zozanan pêdivî bi barbiran hebû. Ji ber ku di wan deman de ‘erebe peyda nedibûn milletê di dewsa ‘erebeyan de ji heywanên barbir ê wek hêstir, hesp, mihîn, deve, ker, ga û gamêş îsitifade dikir.  Bes peydakirina heywanên barbir bo her kesî ne mimkûn bû. Lewra kesên ku heywanên wan ê barbir tune bû; yan ji heywanên emanet îstîfade dikirin yan jî wan bi xwe barbiriya barê xwe dikir, yanî barê xwe bi pişta xwe dibirin zozana. Çûna zozana, haziriya bo rêwîtîya çûna zozanan û hatina biharê di folklora Kurdî de bi awayeke erênî wek dema heyamê dilan û dilxatiran hatiye bikaranîn. Wek mînak di sitraneke Kurdî de wiha hatiye gotin

Lawko dîno dibê min go buhare

Ji kula dile min û te ra xweş buhar e

Gul û kulîlk vebûn zozan xemmilîn

Av herikî li guliyê darê

Şalûl û bulbul  xweş dixwînin

Ji kula dile min û te ra dibêjin

De rabe lawiko buhar e xweş buhar e

Ca binhêrin li quntara çiyê

Diçêrin keriyê pez û miya

Li ber pêsira dayika xwe

Lotik davên diçûn û tên berx û kar e.

Di folklora Kurdî de sitranên wihareng ê ku wesfê biharê didin wek sitranên biharî hatine binavkirin. Elbettte demsalên salê tenê ji biharê pêk nayên.  Hinek sitranên Kurdî hene ku wek payizok tên zanîn û wesfê payizê didin. Di van sitranan de awazek sar, dilsarî û ğemgîniyeke aşîkar xwe nişan dide. Di van sitranan de mij û dumana serê çiya bi dawîya ‘umrê însan ve hatiye muqayese kirin. Sekn û sikûteke bi aram di van sitaranan de dilê mirov mehzûn dike. Mirov tê dighê ku çawa bayê payizê lê dixe qirş û kereng û tayê kinkorê vir de wê de belav dike her wiha di dawîya ‘umrê însan de nexweşîn û elemên cûr becûr her carê li wesleyeke canê însan peyda dibin û pişta wî dişkênin.  Di sitraneke Kurdî de ev yek wiha hatiye ziman;

Lê lê dîlber malxirabê rabe payiz e

Ca binhêre çiya ba didikirin çiya

Çiyayê mezin ba dikirin çiyayê biçûk

Çiyayê biçûk ba dikirin hûr deviya

Digo mala we şewitiyo

Ca rabin hûn biçûk in

Aqilê we nagre hemû der û hemû ciya

Payiz e temmamî koçerê me ji zozana vegeriyan

Temmamî zerî vegeriyane xaniyan

Lê lê sergînê pîs ewê xirav bike

Reng ruyê van zeriyan

Xwedê zane payiz e temmamê zerî vegeriyan e xaniyan

Hewa xaniyan pîse

Ewê sergînê pîs xirav bike rengê van zerîyan

Dîlber dîlber……

Wek gelek sitranên Kurdî di gelek sitranên Biharî û Payizokan de digel derd û êş û elem û ğeman gelek şîret û nesîhet jî li me tên kirin û cûrbecûrîya însanan tê beyankirin. Em ji hinek sitranan fêr dibin ku hemî însan ne wek hev in. Di nav hemî ‘êl û ‘eşîran de însanên qenc û xirab, mutewazî û meğrûr, baş û nebaş, xayîn bêbext, sadiq û abid, şeqî û seîd hene. Her wekî ku di ayetan de hatiye beyan kirin; însan di warê başiyê de, bi îmanê derece bi derece ji hev zede ne.  Lazim e em pişta xwe bidin însanên qenc û baş û xwe ji nebaş û neqenc û fesadan dûr bixin..

Ev sitrana ku em dê li vir teqdîmî we bikin sitraneke biharî ye hem xweza ya Kurdistanê, çûna zozana û zehmetîyên di vî warî de beyan dike hem jî hal û ehwalên însanî beyan dike û ji me dixwaze ku em her daîm li rex qenc û baş û wefadaran bin.

De werin em bi hev re guh bidin dengbêjê Xwe Şakirê Bedîhê rehmetî bila ji me re sitraneke biharî bi nuhurîne.

Hetta jimara dî a Kovara Kelhaamed bimînin di xêr û xweşiyê de. Em ji we re duadar in ji duayê we hêvîdar in. Kerem  kin:

 

Bê lê Xezê hê hê hê …..

Marûmê gelo bihare

Malê me bar kirin

Diçin zozana

Gaye me tune ne

Barbirê me deve ne

Wayê wayê wayê… Xezê

 

Le marûmê

Bihar e malê me bar kirin

Diçin zozana

Gaye me tune ne

Barbirê me deve ne

Zozanê Fêzî hene zozanê me ne

Emniyeta xwu bi însanê van sal zemana meyne pirr bê ewle ne

 

Temmamî ewladê Adem in

Derece bi derece ji hev zede ne

Însan ê qenc û xirav tê de hene

Herçî însanê qencin binê gitinê wane sağlem in

Serê xeberê wan e bi hêcîr in

Binê xeberê wan e bi xurme ne

Tu gotina xirav di dilê wan de tune ne

Herçî însanê xirab in

Le binê wan e xayîn in

Serê xeberê wane bi qîle ne

Binê xeberê wane bi mane ne

Gelek gotinê xirav di dile wan de hene

Wayê wayê wayê….. Xezê

 

Le Xezê

Kulîlka Mêrga Xelîl Ağayê

Hêşîn dike li çiyayê Çulyê

Li zozanê Elendağê ser Fêzî Soylemezê

Ji xort bendê xelqê re

Bi kêf û henekê

Bi dem û dewranê

Bi êmîşê bi çerezê

Ji min ‘evdalê xwedê re

Şeva îşev çima wisa bi kul û derdê

Bi kînê bi buğzê bi merezê

Wayê wayê wayê…. Xezê

Ha ha hî wayê wayê waaayê…….

 

Ê lê Xezê êy ey ey ….

Marûmê meha were bi ser me re Gulan e

Meha di dû wê ra Hezîran e wayê wayê ey ey ey…….

Ax wayê wayê wayê Xezê

 

Le marûmê

Eva meha bi ser me ra Gulan e

Meha di dû ra Hezîran e

Vê sibengê malê me bar kirin

Gaye me tunene barbirrê me deve ne

Emniyeta xwu bi însanê van sal zemana meyne

Pirr bê ewle ne

Temmamî ewladê Adem in

Bi îmanê derece bi derece ji hev zede ne

Însanê qenc û xirav tê de hene

Herçî qenc in binê wane sağlem in

Serê xeberê wan e bi hêcîr in

Binê xeberê wan e bi xurme ne

Tu gotina xirab di dilê wan de tune ne

Herçî însanê xirab in

Le binê wan e xayîn in

Serê xeberê wane bi qîle ne

Binê xeberê wane bi mane ne

Le gelo vê sibê

Gelek gotinê xirav di dilê wan de hene

Golikê van sal û zemana

Serê xwe di kendala hil didin

Dibêjin em ga ne

Herçî gede gudê van sal û zemana

Herçî kesê çend quriş pere

Di binê cêva xwe de dîne

Qatek çekê qumaş li xwe dikin

Şewqîyê xwe xwar dikin

Xwe li ser xanîyan tîj dikin

Diçine dîwanê mîr û hakima

Le pozikê xwu li ağa û ağalera hiltînin

Dibêjine şêxan û û şêxlera

Em him şêx în him mele ne

Le gelî lo lawo  hûn rabin

Gelo vê sibengê dîsa em axa ne

Wayê wayê wayê wayê….Xezê

 

Le dibê hûn rabin em axa ne

Gelî heval û hogirno

Dibê her kes bi eslê me dizane

Emê bi eslê xwu va şahzada ne yeman

Wayê wayê wayê wayê… wayê Xezê

 

 

Le Xezê

Kulîlka mêrga Xelîl Ağayê

Hêşîn dike li çiyayê Çulyê

Li zozanê Elendağê ser Fêzî Soylemezê

Ji xort bendê xelqê re

Bi kêf û henekê

Bi dem û dewranê

Bi êmîşê bi çerezê

Ji min evdalê xwedê re

Şeva îşev çima wisa bi kul û derdê

Bi kînê bi buğzê bi merezê

Wayê wayê wayê wayê… Xezê

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *