Mamosta Seyid Tahîrê Haşimî (1914-1991) kurê Seyid Qeydarê kurê Seyid Qadirê Şêx Resulê Dewletawayê kurê Şêx Mistefayê Şêx Resulê Solleyê Qeredax e. Malbata wan ji sadatên Solleyê Berzencî ne. Şêx Resulê Dewletawa, di sala 1832yan de li Sollê Qeredaxa girêdayê Silêmanîye, li Başûrê Kurdistan, ber bi Rojhilata Kurdistanê ve koç dikin. Piştî çend salan li gundê Dewletawayê Rewanser girêdayê Kirmaşan akincî dibin. Piştra vê malbatê wek malbata Şêx Resulê Dewletawa navder dikin.
Seyid Tahîr di dawiya salla 1914an de li gundê Dewletawa ji dayik bûye. Zarokatîya wî li gundê Dewletawa bûye. Piştî çend bûyeran ew naçarî koçkirina ber bi Silêmanyê ve dibin. Piştî çend salan careke din vedigerin Dewletawa. Şêx Tahir li wir xwendina xwe li ba Seyid ‘Arifê Lihonî, Seyid Şêx Şerîfê Kurdistanî, Mela Hemerehîmî Rohaniyê Sineyî, Seyid Mihemedê Hemrolleyî, Seyid Qeydarê bavê xwe û birayê xwe yê mezin Seyid Wecîheddîn xilas diket.
Seyyîd Tahîr di sala 1939an de diçe Kirmaşanê, li wir dibe fermanberê dewlet û li banka kiştukall (zira‘et) weke jimêryar (muhasebecî) dadimezre.
Seyyîd Tahîr li Kirmaşanê peywendîya xwe digel nivîskarên başûr xurt dike û gelek nivîsan ji bo kovara Gelawêj a ku di navbera salên 1939-1949an de der diçû re dişîne û li wir dide weşandin.
Mamoste di warê zimanê Kurdî, Farisî û ‘Erebî de şareza bûye û bi hersê zimanan helbest nivîsîye. Dîsa mamoste di nav lehceyên Kurdî de bi zaraveyên Hewramî û Soranî helbest honandî ye. Wî gelek lêkolîn di derheqê helbestvanên mîna Mewlewî, Seyidî, Bêsaranî, Mîrza Ewilqadirî Paweyî kiriye û gelek nivîs nivîsandiye. Herweha mamosta keseke xetxoş û xoşnivîsekî jêhatî bûye ku Qurana pîroz û pirtuka Delaîlul-Xeyratî bi xetê xwe nivîsîye.
Dîwana helbestan ya mamosta bi navê “Hewargey Dilan” hatiye çap kirin. Mixabin Mamoste di tarîxa 23/6/1991ê miladî de çûye ber dilovanîya Xuda û li goristana Dewletawa hatiye binaxkirin.
Em li vir wek nimûne ji helbestên Mamosta Seyyîd Tahîr bi zaraveyê Soranî helbesteke wî ya ku ji heft beşan pêk tê teqdîmî wek dikin.
-1-
Ya Resûlella! Hezîn û têşikawim[1] rehmetê
Derdî xakî rêt[2] le nûrî her dû çawim rehmetê
Narreway[3] bazarrî ‘alem serkiz[4] û xwar û xefîf
‘Atîl û bê dîn û dill hestî nemawim rehmetê
Min be tîrî te’n û lomey nakesanî rozigar
Kunkun e sîne û dill û cerg û henawim rehmetê
Serbes[5] û azade bûm wek tayirî[6] ewcî surûr
Êste wa bendî hewadîs bote dawim[7] rehmetê
Ber cinêw[8] û le’n û nifrînî nefamanim[9] mexe[10]
Ba le sayey fezllî to lar bê killawim[11] rehmetê
Min giyakey bin merrî cewr û cefay bê hasillim
Çawerrêy[12] enwarî tom tîşkî hetawim[13] rehmetê
Min segî tînûy biyabanî xirapî û zîlletim[14]
Ziwan ellay dim kewtûy yek cur’e awim[15] rehmetê
Ya Resûlellah dexîlek ba neken bê hurmetim
Zor zelîl û xwar û pest û dill betawim rehmetê
Rê de[16] ey salarî dîn Tahîr le sayey rehmî xot[17]
Ey bullendî bexşî dîn û cah û nawim rehmetê
-2-
Ey meqamit qabe-qewseynî ew edna rehmetê
Ey xetabî hezretit Yasîn û Taha rehmetê
Xayşekêşî be îxlasî buraqit Cibreîl
Solî pêt tacî serî ‘erşî mu‘ella[18] rehmetê
Ehlî beytit şarihî esrarî ayatî kelam
Çiwar yarit[19] çiwar ruknî şer’î beyza rehmetê
Yadî rûy to bû ke agir bû be gullzarî Xelîl[20]
Nûrî to bexşî Yedî Beyza be Mûsa rehmetê[21]
Ya Resûlellah be qurbanî segî asanetim[22]
Pê willum ey serwerî dunya û ‘uqba rehmetê
Kes le rencî xoy wekû min xasîr û bê beş nema
Hewrî[23] rehmet behrî hîmmet, kanî cîdwa rehmetê
Mûy sipî kirdim siyakarî be hîway[24] nefsî şûm
Ey sefabexşî derûnî pirr suweyda rehmetê
Key be bê eltafî to min muşkîlatim hel debê[25]
Yek nîgahî to ye hellî sed mu‘emma rehmetê[26]
Ya şefî’el-muznîbîn sa[27] to penay Tahîr bide
Lem xem û aw û heway nasazî dunya rehmetê
-3-
Ey çiray goşey dillî erbabî ‘îrfan rehmetê
Şemsî ewcî batînî eshabî îman rehmetê
Ey umêdî mecme‘î pirr tefreqey rindanî dewr
Ey hîdayetbexşî zumrey ehlî xuzlan rehmetê
Pêm xiza[28] xakim beser rencim hemû royî be ba
Bigre destim ey umêdî naumêdan rehmetê
Ya Resûlella şikatî[29] derdî xom lay to dekem[30]
Bellkû lutfî to bika em derde derman rehmetê
Yarî xom lê bû be exyar û gullim lê bû be xar[31]
Nûrî min wek zullmete û cem‘em perêşan rehmetê
Gencekem lê bû be renc û şehdekem lê bû be jar
Ulfetim wehşet, umêdim ye’s û hîrman rehmetê
Min giyakey hellpirrûzawî[32] şerarey mîhnetim
Çawerrêy baranî tom ey hewrî îhsan rehmetê
Min le rê wêll bûm[33] û dunyam wek şewezeng e dexîl
Sa demê binwêne rût ey mahî taban rehmetê
‘Aciz û damaw e Tahîr katî lutf û rehmet e
Ey hebîbî zatî heq, mehbûbî rehman rehmetê
-4-
Dillşikawî[34] mîhnet im ey dillnewazim rehmetê
Xemzedew bêçare mawim çaresazim rehmetê
Sewzekey hestîmî fewtan hadîsey cewrî zeman
Wextî baranî beqa ye serfirazim rehmetê
Wek gull le dirrik[35] im le dill wek bulbulim xwênîn sirişk[36]
Wek şem û perwane ye soz û gudazim rehmetê
Ya Resûlella! Etoy esllî heqayiq el-eman
Min ewa sewdaserî fer‘î mecazim rehmetê
Awî çawî[37], agirî dillî bird, xakî ten royî be ba
Bê niyaz mawim[38] le jîn, ey cêy niyazim rehmetê
Şahî dîn ‘umrêke min wek xunçe xwênî dill dexom
Xunçekem pişkût[39] û ha mekşûf e razim rehmetê
Kes minî nawê[40] qebûllim ke be eltafî ‘emîm
Ey surûrî roh û mayey îmtiyazim rehmetê
Her wekû Tahîr le awat[41] bê beş û wamende mam
Katî lutfî to ye ey awatexwazim! Rehmetê
-5-
Ya Resûlella! Xemîn û şermesarim rehmetê
Muflîs û bê hasîl û xestew hejarim rehmetê
Ey umêdî şermesaranî sefî rojî hîsab
Ey tebîbî nefsî serkeş derdedarim rehmetê
Yadî ew cahey ke lam bû[42] bote çahî zîlletim
Bîrî ew gencey ke em wîst[43] bote marim rehmetê
Newbeharim bote payiz ‘eyş û xoşîm sexllet e
Bulbulî mehzûn gullî dill pirr le xarim rehmetê
Serwerîm pamallî ye sam û şikohim xwarî ye
Renc e mayem, zehr e şehdî xoşgewarim rehmetê
Min xollî[44] jêr pêy segî dermallî segbananî tom
Serkiz û lat û hezînim, şehiryarim rehmetê
Bem hemû nalayeqîw ‘usyanî bê saman[45]ewe
Rûm le to ye şafî‘î yewmul-qerarim rehmetê
Emnwand[46] ew sall e lay her kes wekû zêwî sipî
Êste[47] wek berdî[48] reşî cêge hewarim rehmetê
Dill peşîmanim wekû Tahîr le kirdey napesend
Ey ferehbexşî derûnî bê qerarim rehmetê
-6-
Ey nîşanet feqir û fexrî kayînatim rehmetê
Hamî û pişt û pena û mayey necatim rehmetê
Rojî dîwanî ceza agat le min bê [49] bo Xuda
Ba nexwênin namekey pirr seyyîat[50] im rehmetê
Çaw be giryan, dill pirr agir, sîne teng û dem be ah
Pê le bend û serkiz û bê destellatim rehmetê
Ya Resûlella! Gunabar û qebîh û rûrreş im
Ey sipî ruxsarî xawen mu’cîzatim rehmetê
Keştî dill sûtaw [51]le ber aw û heway kirdarî[52] şûmim
Awdêrîm ke de serçawey heyatim rehmetê
Danemezrawim le ser rêy ettîba‘î hezretit
Sa ‘eta ke lehzeyê sebr û subatim rehmetê
To hebîbî heqq û min menfûrî xelqî rozigar
To şehî kewneyn û min damaw û latim rehmetê
To kefî pêt tacî ‘erşe û min serim pêmallî xem
To şefî ‘î xelq û min e’sel-‘usatim, rehmetê
Rût û qûtêkim wekû Tahîr le bergî îtîbba’
Bergî lutfit kafî ye şaha xellatim rehmetê
-7-
Ey fellek! Rakî’ le ber cah û celalit rehmetê
Ey zemîn sacîd le bo maçî ne’alit rehmetê
Dill be dax e muşkî nafî ask[53] ekey çîn û xeta
Bo sewday xalyey çîhrey belalit rehmetê
Ya Resûlella! Cîhanî ‘îşq û mîhr û ‘atîfet
Aferîdey heqq e bo husn û cemalit rehmetê
Mangî niwê [54]bo ‘arifan teqrîrî dersî ‘îşq eka
Ta le dill xen yadî ebroy wek hîlalit rehmetê
Ey dill û giyanim be nezrî xakî rewzey etherit
Ey ser û mallim fîday eshab û alit rehmetê
Tûtiyay ‘Eynul-kemal e, tozî pakî solleket[55]
Riştekey bendî dill e tallî ‘egalit rehmetê
Fîkir û şer‘î enbiya ezkar û wer‘î ewliya
Wek tikê baran e lay behrî kemalit rehmetê
Wecd û nalley sofiyan, tewhîd û cezbey ‘arifan
Carîye bo rêzekey xwanî newalit rehmetê
Dillreş e Tahîr le ber dax û suweyday bê ‘îlac
Sa dillî rûn ke be nûrî bê zewalit rehmetê
[1] Têşikawim: Hatime xirabûn û hatime şikandin
[2] Xakî rêt: Axa rêya te
[3] Narrewa: Ne rewa, naheq
[4] Serkiz: Zelîl, sernigûn
[5] Serbes: Serbest
[6] Tayirî: Teyrê
[7] Bote dawim: Bûye dawa min
[8] Cinêw: Dijûn û xeberê nexweş ango çêrr
[9] Nefaman: Cahilan
[10] Mexe: Nexe
[11] Lar bê killawim: Kulavê min xwar be
[12] Çawerrê: Li bendê, çav li rê
[13] Tîşkî hetawim: Ez tîrêjê tav im
[14] Min segî tînûy biyabanî xirapî û zîlletim : Ez kuçikekî tî yê sehrayê ê nebaş û bi zîllet im
[15] Yek cur’e aw: Qurtek av, yek qetre av
[16] Rê de: Rê bide
[17] Xot: Tu
[18] Solî pêt tacî serî ‘erşî mu‘ella: Sola piyê te taca serê ‘erşê mu’ella ye
[19] Çiwar yarit: Çar yarê te ango çar xelîfe
[20] Yadî rûy to bû ke agir bû be gullzarî Xelîl: Bibîranîna rûyê te bû, bûye sebebê wê ku agir ji bo hezretê îbrahîm bibe bax û gulzar
[21] Nûra te bû yedî beyza/ destê sipî da hezretê Musa
[22] Segî asanetim: kuçikê ber deriyê te me
[23] Hewrî rehmet: ‘Ewrê rehmet
[24] Hîwa: hêvî
[25] Key be bê eltafî to min muşkîlatim hel debê: Kengê pirsgiriyên min bi lutf û rehma te çareser dibin
[26] Yek nîgahî to ye hellî sed mu‘emma: Yek temaşakirnekê te ji bo me dibe helkirina sed mu’emmayan
[27] Sa: îcar
[28] Pêm xîza: Piyê min xiza, lerzî û ji cihê xwe derket
[29] Şikat: Şikayet û gilî
[30] Lay to dekem: Li ba te dikim
[31] Xar: Sitrî
[32] Giyakey hellpirrûzaw: Giyayê ku bi bayê germ hişk dibe
[33] Wêll bûm: Berze bûm, bilind bûm
[34] Dillşikaw: Dilşikeste
[35] Dirrik: Sitirî
[36] Sirişk: Rondik
[37] Awî çaw: Avê çav
[38] Bê niyaz mawim: Ez feqîr û bêniyaz ma me
[39] Pişkût: Pişkift
[40] Kes minî nawê: Kes min naxwaze
[41] Awat: Hêvî
[42] Ke lam bû: Ku li ba min bû
[43] Ke emwîst: Ku min dixwast
[44] Xoll: Xulî
[45] Bê saman: Bê serwet û mal
[46] Emnwand: Min temsîl dikir
[47] Êste: Niha
[48] Berd: Kevir
[49] Agat le min bê: Haya te ji min hebe
[50] Seyyîat: Nebaşiyan
[51] Keştî dill sûtaw: Geştîya dil sot û şewitand
[52] Kirdar: ‘Emel
[53] Ask: Xezal
[54] Mangî niwê: Heyva nû
[55] Tozî pakî solleket: Tozê paqijê solê te