1.
Zemanek hebû
Zimanek hebû di devê zilamekî de
Di devê bi hezaran bi milyonan
Li bakurê dinyaya kulek…
Di jiyana dinyayê de, ji mêj ve dihat
Ber bi dahatû ve dimeşiya
Meşiya meşiya bi sedan bi hezaran salan
Gelek rûbar dîtibû, gelek qonax gelek mîr
Gelek axa dîtibû gelek şah, gelek emîr
Gelek rênas dîtibû gelek geda gelek şa’îr
Di gelek merhaleyên xewş û geş bihurîbû
Kesî derîyê xwe lê negirtibû,
Qedrê qelema wî hatibû zanîn
Şûrê hunera wî hatibû danîn
Dayikan zarokên xwe wî dilorandin
Seydayan feheqên xwe wî dipesinandin
Şêxan di tekyeyan de sofîyên xwe… Bi kêfxweşî, bi şadî
Bi dilekî nazik û zeyyinî
…
…
2.
Kêfxweşiya xwe distiriya
Serbilindiya xwe dirêsiya
Mezinahiya xwe ve şa dibû, qedrê dilê xwe dipîva
Neqdê di giranbiha bû
Bazara wî zêr û mircan bû
Lê
Barê wî gelek giran bû
Herîr bû îşlikê wî
Hejîr bû şîva li ber wî
Dîrok direqisî di nava dengê wî de
Gotin vedihisî di nava neynikên wî de
Ew di zanînê de seyda bû
Geh li dîwanan palda bû
Geh di mesnewiyan peyda bû
Geh di meclisan de galgal bû
Geh di medreseyan de nûbar bû
…
…
3.
Hat hat heta ku li sedsaleke kambax rast hat
Nizanibû ku bayê payîzê ye
Felekê pişta xwe dabûyê
Hulkumî
Êşîya
Teqîya birinên wî bi carek
Fetisî nefesa wî di carek
Heyirî
Ber bi raburdû ve revîya lê rê nedît
Xewnên berê xiyal kir
Û cejnên berê jî…
Rondikên wî zuwa herikîn
Carûbaran hin gernasan bi destê wî girtin
Gerandin
Lîlandin
Xwe pê xweş kirin, wî bi xwe geş kirin
Fayde nekir
Nebû mani’ ji sikratan re
…
…
4.
Dîsa vegeriya xweş meşiya geş hejiya
Xwest ku kend û kospên vî zemanî bibuhure
Bi hêsanî, lakin
Rê nedît
Dijminê wî gelek bûn
Cîran
Derdor…
Tew hin ji wan xwediyên wî bûn
…
…
5.
Girîya
Girîya
Dev ji dijminan berda.
Berê xwe da xwediyê xwe: Got
Lawoo. Ma çi bi te hatiye. Te hetka xwe anîye.
Çima? çima tu bûye biyaniyê giyana xwe. Waxx waxx
Mêze kir nabe, got ji dewran û cihan û mirovan
Ma we ez xuluqandime? Na welleh
Ez ê gilîyê we bikim li bal xwediyê xwe
We nehişt ez tamekê bistînim li nav vê bîstanê cîhanê
Ezê jî xwe ji devê we jêkim.
Û we bikim mihtacê xelkê
Û hûnê di binê kirasê xwe de
Bi zimanê xelkê bixwin û vexwun
Bixwînin û bistînin
Serjêkirî…