Biruska bûhara me
Sorgula nav bexçê me
Mamostayê esra me
Seyda Bedîuzzeman
Dema şev li me bû tarî
Ewî qet razan nedî
Ê kû li Îslam bû xwedî
Ustad Bedîuzzeman
Risale tev seraser
Mizgîna Elîyê heyder
Xwedîyê Lem’a û Sozler
Seyda Bedîuzzeman
Ji bo xizmeta Qûr’anî
Terk kir jîyana fanî
Zindan j-xwe ra kir xanî
Ustad Bedîuzzeman
Cesareta wek çiya
Tû demî ew nerevîya
Tirs xist dilê rovîya
Seyda Bedîuzzeman
Li ber zordar netewiya
Negirt bexşiş û hedîya
Heq warisê enbiya
Ustad Bedîuzzeman