BijarteŞafîî el-FarqînîJîyana Zubeyrê Kurê ‘Ewwam

Zubeyr ê kurê ‘Ewwam ê kurê Huweylid e, dayîka wî Safîyye qîza Abdulmuttalib e.Zubeyr di sala 600 mîladî, an jî di hin rîwayetan de tê gotin ku Zubeyrê kurê ‘Ewam di sala 591an ya da 594’an de li Mekke’yê Mukerem e ji dayîke bûye.Lê belê, lêkolînan destnîşan dikin ku dîroka yekem ji bo rastiyan bêtir mûnasîb e.

Zubeyr ê kurê ‘Ewam (r.a) yek ji deh kesên ji ‘Eşere – î Mubaşere yê ku mizgînîya cennetê ji wan re hatîye bû. Ew jî yek ji şeş kesên ji şuraya Resûlê Xweda (s.x.l.) bû. Zubeyr perwerdehîya bingehîn, terbiye, terbiye û cesaret û bendûbar ji dayîka xwe girtibû,di hemû demên jiyana Wî de xweya bû. Zubeyr (r.a) bi cesareta xwe dihat naskirin. Ji ber vê yekê nasnavê wî ” Eş’ca’unnas” mêrxasê herî mêrxas bû. Zubeyr berê karbendîya qesabîya dewam dikir. Zubeyrê kurê ‘Ewam (r.a.) piştî Hz.Ebubekir demek hindik da, dîsa li ser da’wet û teşwîq kirina Hz. Ebubekir her du bi hev re radibin diçin cem Resûlê Xwedê. Zubeyrê kurê ‘Ewam (r.a.) piştî kû Resûlê Xwedê Îslamê pêşkêşi wî kir û jêr Qur’an Xwend şerî’eta Îslamê jêrê pêşnîyaz kir. Wî ew bi qedr û namusa ku Xwedayê mezin soz dabû bawermendan da zanîn. Hatîye gotin ku Zubeyr yekser îman anîye û bûye misilman.Zubeyr yek ji pênc kesên pêşî ye ku bi wesiteya Hz. Ebubekir bûye misilman. Û ew ji hemû misilmanan ji xeynî Hz. Xedîce yê pêncemîn e. Di vî warî de sabîkunu yek ji misilmanên pêşîn û pêşîn e. Hatîye rîwayetkirin dema ku Zubeyr bûye misilman ’emrê wî diwanzdeh salî yan biçûktir bûye. Zubeyr (r.a.) piştî ku misilman bû ji Qureyşiyan gelek ezab û îşkence dît. Ebul Eswed wiha rîwayet dike: ” Zubeyr (r.a.) di heşt saliya xwe de misilman bû. Di hejdeh salîya xwe de hîcret kir. Apê wî ji be ku wî dîsa vegerîne ser dîne wî yê berê li îşkence dikir.Hesêre li wî depêça û wî dadanî ber dumaya agir da ku ji dumane bi fetise û jêr di got: “Vegere ser dînê xwe yê berê! “Zubeyr got: “Ez ê tu carî venegerim!” Di baweriyê de bîhnfirehîya xwe nîşan da.

Seîd ê kurê Museyib wiha dibêjê: ” Di rêya Xweda de, evê ku yekemîn şûrê xwe dikşîne! Zubeyr e. Rojekê dema ku ew di xew de bû, Wî dengek bihîst ku digot:”Resulullah hat kuştin ! “Şûrê xwe kişand, di cih de bezî derve û di rê de rastî Resûlê Xwedê (s.x.l.) hat. Resûlê Xwedê dema jê pirsî: ” Ey Zubeyr ev çi hele te ye?” Wî jî got:” Min bihist ku hûn hatine kuştin!”

– Başê, te ê çi bikira?” Bi Xwedê, min nîyeta kuştina her Mekkîyê ku rastî min bihata kiribû! ” Li ser vê yekê Resûlê Xwedê ji bo Zubeyr dua kir. Esedî di derbarê pesindana Zubeyr de jî ev dubendî /beytan gotine.

– Şûrê ku cara ewil di rêya Xwedê de ji hêrsê hatîye kişandin, ev şûrê Zubeyr e. Wî qenciya Xwedê bi dest xistîye. Bi vê fedakariya ewil bi şeref li ser namûsê hat hurmet kirin!”

Di riwayeteke din de Urwe wiha dibeje: ” Zubeyr piştî ku misilman dibe di bihîstiye ku Hz Muhammed ji alîyê muşrîkan ve hatîye girtin û birin. Wê demê ew tenê diwanzdeh salî bû. Şûrê xwe kişand, dest pê kir ku li kolanên û kuçên Mekkê gerî, tirs li dora xwe belav kir şûr di destê wî de, li Mekke’yê li cihekî bilind bi leqaye Resûlê Xwedê ve hat ditin. Dema ku Resûlê Xwedê jê pirsî” Ev çi ye?” Wî jî wisa got:” Min bihîst ku hûn hatine girtin û birin! ”  Resûlê Xwedê cardin jê pirsî:

– Başê, te ê çi bikira?”

– ” Ez ê bi vî şûrê xwe serê wan jê kim! ” Resûlê Xwedê ji bo Zubeyr û şûrê wî dua kir.” Jêr dua kir got: Here mala xwe! Ev e ku ewil di rêya Xwedê de şûr kişandiye Zubeyr e.Dema ku ew li Mekkê bû, Resûlê Xwedê (s.x.l.) ew bi Talha’yê kurê Ubeydullahê ji ‘Eşere-î Mubeşşere re weke birayê xweye din ragihand. Piştî ku Zubeyr (r.a.)dînê Îslamê qebûl kir, ew jî wek sehabeyên kîram ên din rastî zilm, heqaret û îşkenceyê hat. Loma jî di nav kesên ku hîcretên Hebeşîstanê kiriye ye. Lê belê piştî bûyera granîkê vegeriyan. Bûyera granîkê çi ye?  Resûlê Xweda (s.x.l.) Di sala pêncan a Pêxembertiyê de, di meha Remezanê de, dema ku muşrîk li Kabe’yê amade bûn, dest bi xwendina sûra Necm kiribû. Ji sureya En-Necm:

– Te Lat û Uzza û yê sisiyan Menat dîtine!”

Dema ku wî ayeta secdê xwend, di cih de çû secdê û her kesê ku li wir bû bi Resûlê Xwedê re secde kir mûşrîk ji ber ku navê pûtên xwe bihîstibûn çûn secdê. Bi rastî Umeye ye kurê Xelef ji qebîleya Qureyşiyan, ji ber ku pîr bû û nikarîbû xwe bitewîne, destek qewr ji ‘erdê derxist û ber bi rêyê xwe ve rakir û xwe li ser secde kir.Yên ku piştî van bûyera çûne Hebeşistanê ev in: Gotin: Qureyşî bûne misilman û her kesî bi Resûlê Xweda re li Kabe’yê secde kirine. Sehabiyan li ser van nûçeyên/xeberên bê bingeh şabûn/ keyf xweş bûn, vegeriyan Mekkê, lê hêviya wan şikest.Liser vê bûyerê sehabeyên muhacir ên ku ji Hebeşîstanê vedigeriyan, tenê di bin parastina muşrîkekî dê dikaribûn bikevin Mekkê. Di dawiya vê salê dê dema ku îşkenceyên mişrîkên Mekkê li misilmanên ji Habeşîstanê vegerîyan bûn,hin zêdetir bûn, vê carê komeke mezin a ku hîcret kiribûn neçar man ku hîcreta duyemîn a Habeşîstanê bikin. Di nav wan de Zubeyr ê kurê ‘Ewam û eqrebeyên wî jî hebûn.

Piştî ku Resûlê Xwedê hîcretê Medîneya Mûnewer kir. Zubeyr û hevalên xwe jî vê xeberê bihîstin û ji wir koçî/ hîcret, Medîneya Mûnewere kirin. Resûlê Xwedê li Medîneya Mûnewere Zubeyr û Ka’be kurê Malîk (r.a.) ê Ensar, birayê wî ‘îlan kir.Zubeyr ê kurê ‘Ewam (r.a.) piştî hevdîtina Resûlê Xwedê (s.x.l.) li Medîne’yê, qet ji emrê wî derneket; di rojên wî yên xemgîn û bextewar de her dem bi wî re bû. Di hemû şeran de li kêleka Resûlê Xweda singê xwe vekir û xwe feda kir ji bêyî ku ji xetereyên ku bi ser wî de bên bitirse. Di vê derbarê de Zubeyrê kurê ‘Ewam (r. a. ) wiha bibêje: Di şerên ku ez bi Resûlê Xwedê re beşdarî wan bûm de qismekî min ê ku birîndar nebe nemabû! ” Her wiha hatiye qeyd kirin ku ev birîn gihîştine heta cihe edeba wîjî.

Şerê Bedirê: Ew wek siwarekî siwarî beşdarî şerê Bedirê bû, ku Mîladî 15 ê ‘Edara 624an de, di meha Remezanê ya sala duyemîn a Hicrî de pêk hat. Di vî şerî de yek ji wan du siwarên ku fersend nedan dijmin. Di şerê Bedrê de tenê du siwar hebûn.Di vî şerî de fermandariya milê rastê yê hêzên Misilmanan kiriye.Resûlê Xweda (s.x.l.) got: Melaîket nîşan û ‘alametdaran ji bo xwe re îşaret û ‘alametekî çêkin!” Li ser vê yekê, mucahîdan nîşaneyên hirî û wekî din li ser mîxferên xwe û tiştên ku li serê xwe girêdan.Her sehabeyek tiştek li serêxwe giredabû, Zubeyr jî li seri xwe şaşêkek/ serpêçek zer girêdabû. Urwe’ yê kurê Zubeyr wîha di got: Di şerê Bedrê de Cebraîl ( as) di Sîma Zubeyr de hat!

Li gor rîwayeta hatîye gotin: Zubeyr di şerê Bedrê de şaşêkek/ serpêçek zer dabû serexwê .Li ser vê yekê hemû Melaîket bi şaşêkên/serpêçekên zer hatin alîkarîya misilmanan.

 

Ji Abdullah ê kurê ‘Ebbas hatiye rîwayet kirin.

Di Şerê Bedrê de Melaîket bi şaşêkê spî bûn serê şaşêkê wan bi nav milê wan de berdar bûn.Di Şerê Huneynê de şaşêkê melekên ku ji bo alîkariya misilmanan hatibûn kesk bûn. Ev milyaketên ku ji bo alîkariyê hatibûn, tenê di Şerê Bedrê de bi dijmin re şer kirin. Di şerê din de ; bi tenê bi nîşandana hejmara misilmanan û alîkariyên ku distendin dijminan ditirsandin. Lê nikaribûn şer bikin!

Zubeyrê kurê ‘Ewam( r.a.) dibêje: ” Di Bedrê de min Ubeyde ê kurê Seîd naskir.Ew ji serî heta binî bi zirx û zirxên ku ji çavê wî pê ve tu perçeyek jê ne dihat dîtin.Ji zarokatiya xwe de jê re digotin ” Ebû Zatû’l – Kerîş ” bavê zik, ji ber ku zikê wî qelew bû.

Bu gotina “Ez Ebu Zatu’l Kerîşîm! ” Wî ji misilmanan re meydanxwest û nav di xwe dan.Min hema rima xwe xiste nav çavê wî. Ubeyde li ‘erdê ket û mir. Min lingê xwe da ser çengê wî û bi hemû hêza xwe rima xwe derxist. Lê belê her du alîyên rima min xwar bûn!”

Şerê Uhudê: Di Şerê Uhudê de, ku di Şewala sala sêyemîn a Hîcrî de, di 25’ê ‘Edara 625’an de bi pêk hat, Zubeyrê kurê ‘Ewam yek ji wan kêm şervanan bû ku li kêleka Resûlê Xwedê şer kir. Ew yek ji wan kesan bû ku beriya Şerê Uhudê di roja mirinê de ji Resûlê Xwedê (s.x.l.) lê bin.piştî têkçûna yekem, ew di nava eshabeyên mêrxas de bû ku bi mertal li dora Resûlê Xwedê canê xwe feda kirin. Resûlê Xweda (s.x.l.) lê bin. Ew wî kir serdarê siwarîya û wî danî pêşîya Xalid ê kurê Welîd ê ku wê demê muşrîk bû û wiha şîret li wî kir: ” Heta ez emir nekim tu cihê xwe neterkînî!” Di Şerê Uhudê de Talha ê kurê Talhatû’l Abderî ku ala artêşa Qureyşiyan hilgirtibû derket meydanê û ji artêşa Îslamê leşker xwest. Hemû kes jê ditirsîyan.Zubeyrê kurê ‘Ewam derket pêşberî wî. Xwe avêt ser Talhayê û li deve xwe siwar bû. Wî Talha avêt ‘erdê û bi şûrê xwe seri wî ji laşê wî qetand.Resûlê Xwedê ji bo Zubeyr dua kir û got.” Hemû Pêxemberan Resûl û alîkarek ji re heye, alîkarê min jî Zubeyr e. Heger Zubeyr li hember Talha derneketa ezê derkêtama.Ji ber ku min dît xelq jê ditirsîyan! “Zubeyrê kurê ‘Ewam di Şerê Uhudê de Kê’bê kurê Talha yê ku ala artêşa Qureyşiyan hilgirtin wî kuşt: Zubeyrê kurê ‘Ewam (r.a.) dibêje: ” Bi Xwedê, dema ku min lê nihêrî, min dît ku Hindê keça Utbe, jina Ebû Sufyan , bi hildana destikên xwe û egtên hevalên xwe direve! Ji ber ku me întîzam û dûzena wan xera kiribû û me ew belav kiribû. Lê gava ku kemankêş artêşa Îslamê ji bo berhev kirina xenîmetê li Çiyayê Ayneynê çeperên xwe terikandin û pişta me ji siwarên dijmin re vekirin, siwar ji paş ve hatin û êrîşî me kirin. Di vê navberê de yekî got: Ji bo agahdariya we, Muhammed hat kuştin! ” Paşe ew vegeriyan, ew jî li ne zivirîn û li pey ne hatin. Lê piştî ku me alîgirên wan kuştin, wan jî nikarîbûn nêzî sencexen xwe bibin!” Zubeyr ( r.a.) dibêje: ” Ez di demekê de ku em herî zêde di Şerê Uhudê de ditirsîyan, li cem Resûlê Xwedê bûm. Paşê, Xwedayê mezin xew da me. Yek ji wan bawermendan tunebû ku ji xewê çengê wî ber bi ezmên ve bibûya û neketibûya! Di dema ku ez di xewde bûm, wek xewnekê, Muattib ê kurê Quşery got: ” Eger parek ji alîkarî û serfiraziya îlahî ya ku ji Resûlê Xwedê re bihata dayîn, em li vir nedihatin kuştin. ” Min gotina wî bihîst û ezber kir! ” Zubeyr ( r.a.) dibêje: ” Dema roja Uhudê têkçû, di cih de neh jin hatin Uhudê. Dema ku ew diçûn hevdîtina şehîdan, Resûlê Xwedê ( s.x.l.) lê bin. Nexwest ku ew şehîdan bibînin.

– Nîşanî jinan ne din! Nîşanî jinan ne din! got.

Min got ku yek ji wan diya min Safîye ye û ez ber bi wê ve bezîm. Beriya ku ez bigihim şehîdan min ew naskir. Diya min jineke bi hêz û quwet bû. Li sînga min xist û paş ve kişand û got: ” Ez ne amade me ku hûn pêşî li min bigirin! ” Min got: ” Resûlê Xwedê (s.x.l.) lê bin. Ez şandime cem te, da ku hûn ji şehîdan dûr bikevin! ” Ew sekinî. Dema diya min Safîye Resûlê Xwedê dît û got: ” Ya Muhammed! Hemze kurê dîya min li ku ye?” Pirsî Resûlê Xwedê (s.x.l.) lê bin. “Ew di nav misilmanên şehid de ye! ” Wan emir kir. “Ez ditirsim ku Safîye ‘eqliwe zirarê bibîne! ” Destên xwe yên mûbarek danî ser sînga wê û dua kir. Dîya min Safîye li kêleka cenazêyê xalê min Hemze rûnişt û bê deng dest bi girêye kir. Resûlê Xwedê jî girîya.

Şerê Xendekê; Di Şerê Xendekê de, ku di meha Zulqedê ya sala pêncan a Hicrî de, di Nîsana 627 an pêk hat, muşrikên Mekkê û Cihûyan hevkarî kirin. Huyey ê kurê Ahtabê Cihû ku di nav komên xerabê Qureyzayan bixapîne, plana îmhakirîna/ tunekirina teqez li dijî Resûlê Xwedê ( s.x.l.) lê bin. Kirin.

Cabirê kurê Ebdullah (r.a) dibêje: ” Dema ku di roja Xendekê de kar giran bu Resûlê Xwedê (s.x.l.) lê bin. Ji mer go kes tune ji mer tevger û awayê tevgerînên/ mu’ameleyên Cihûyên Benî Qureyza hîn bike û were ji mer bibêje.Zubeyr (r.a) “Ez ê herim, hînbikim û bêm! ” Çû, tevger û awayên tevgerînên/ mu’ameleyên Cihûyê Benî Qureyza hînkir û hat ji Resûlê Xwedê (s.x.l.) lê bin. Got. Ev tişt sê car dûbare dibe rewş çiqas xeradibe her caran Zubeyr diçe rewşê hîndikê û tê ji Resûlê Xwedê (s.x.l.) lê bin. Dibêje: “Ey Resûlê Xwedê! Min dît ku ew qelehên xwe tamîr dikin, wan jibê şer perwerde dikin û manevrayên şer rê wan didin û heywanên xwe kom dikin û dicivînin ! ” Li ser van gotinên Zubeyr Pêxember (s.x.l.)lê bin. Di heqê Zubeyr’dê weha go; Hemû pêxemberan Resûl û alîkarek ji re heye, alîkarê min jî Zubeyr e. Zubeyrê kurê ‘Ewam yekem kesê ku Resûlê Xwedê li ser tevger û awayê tevgerînên/mu’ameleyên Cihûyên Qureyza çavdêrî kir û jê agahdar bû ye.

Di riwayetekî de weha derbast dibe; Di Şerê Xendekê de Nevfelê kurê Ebdullah derket holê û ji misilmanan lêşker xwest. Zubeyr derket pêşberî Wî . Şûr lêda û Nevfel kir du qet. Dema ku ji meydana şer derket digot; ” Ez mirovekî xuyanî û piştmêr û dîlawerim. Parastvanê Pêxemberê Ummî me.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *