“Ji muhacir û ensariyan ewên ku pêşî misliman bûne û ewên ku bi qencî dane pey wan, Xwedê ji wan razî bûye û ew jî ji Xwedê razî bûne. Xwedê ji bo wan bihiştên ku di bin wan re çem diherikin amade kirîye û heta bi hetayê ewê di wan de bimînin. Ha ev, serkeftin û rizgariya mezin e.”(Sureya Tewbe-99)

“Sehabîyên min wekî stêrkanin, hun bi kîcan ji wan bigirin hunê rêya rast bibînin” (Hedîs-a Şerîf)

Naskirina heval û hogirên Resulê Xweda ji bo misilmanan lazim e. Lewra Xweda pesnê wan daye û Resulê Xweda jî derheqê wan de şîret li ummeta xwe kirîye. Vêca li ser ummetê jî lazim e ku wan ‘egîdan nas bikin û bi çavekî vekirî û bi dilekî fireh li jîyana wan binihêrin û bixwînin. Em jî bi vê nîyetê dixwazin ji eshabîyên Resulê Xweda  Hz. Xalid danasînin ka ew kîye û hevaltiya wî ya bi Resulê Xweda re çawa bûye.

Hz. Xalid ji qebîla Ben-î Mehzun e. Bavê wî Welîdê kr. Muxîreye ku neyarê Îslamê yê herî mezin û pêşvetir bû. Navê dîya wî Esma kz. Haris e. Ew jî baltuza Resulê Xweda bû ku xwişka pîreka wî Hz. Meymûne dihat. Kunya Hz. Xalid Ebu Sûleyman e.

Hz. Xalid bi salên mîladî di sala 588 ê de tê dinyayê. Berîya fetha Mekkeyê di sala 8 ê hîcretê de misilman dibe û sê sala hevaltiya Resulê Xweda dike. Hê beriya ku misilman bibe jî der heqê wî de gotinên Resulê Xweda ên xweş hebûn ku ji sehabeyên xwe re gotiye. Di van gotinan de pesnê Hz. Xalid daye û xwestiye ku misilman bibe.

Hz. Xalid merivekî aqilmend û zanayê herbê bû. Wezîfeya amadekirina artêşê ji bo herbê di destê Ben-u Mehzun de bû. Serokatiya vî karî jî Hz. Xalid bi cih tanî. Tevlî vê Hz. Xalid serdarê yekîneyên siwarî bû jî.

Hz. Xalid ji Resûlê Xweda 18 hedîs rîwayet kirîye. Zarukê wî gelek hene û ji wan zarukan jimarek mezin di nexweşîna webayê de wefat dikin.

Hz. Xalid hem di piştî misilmantîya xwe û hem jî di berîya wî de çi herbê ku têkilî pê kiri be qezenc kirîye û serfiraz bûye. Ji ber vê Resulê Xweda, piştî ku Xalid mûsilman dibe jê re dibêje “Seyfullah” yanurê Xweda”. Û ev nav jê re dibe leqeb û dikeve dîrokê. Bi rastî jî ew şurê xweda bû. Lewra tevlî hev 11 salan piştî misilmantîya xwe dijî lê belê di van salan de bi dehan herb dike û dibîne. Em jimara herbên wî nikarin di vê nivîsê de bi berfirehî bêjin. Lê belê ên mûhîmtir jî behsa wan neyê kirin nabe. Ew jî ev herbên hane; Herba Muteyê, Fetha Mekkeyê, Herba Yemameyê, Herba Yermûkê, Herba Ecnadeyn, Fetha Qudsa Pîroz û Fetha Amedê.

Hz. Xalid leqeba xweyê Seyfullah di herba Muteyê de hildigire. Ew jî bi vî hawayî çêdibe: Di vê herbê de hijmara misilmanan sê hezar leşker û ya kafiran jî sedhezar yan jî dusedhezar leşker bûn.  Dema herb destpê dike Resulê Xweda jî li Medîneya Mûnewer der barê herbê de agahiyan dide sehabeyên xwe û ji wan re behsa herbê dike. Bî lûtf û îrada Xweda weke ku ew li meydana herbê ye bi tiştan dizanî û ji eshabîyan re behsa wan bûyeran dikir. Digot: “Zeyd şehîd bû. Ala artêşa Îslamê Cafer ragirt. Ewî jî herb kir û şehîd bû. Di pey wî de Abdullahê kr Rewaha rakir alê û heta şehîd ket tekoşîn da. Piştî şehadeta wî Seyfullah rakir ala artêşê.” Hz. Xalid di vê herbê de hawayekî ku nehatîye dîtin ceng dike û tê gotin ku di destê wî de neh heb şur dişkên. Di dawiyê de bi alîkariya Xweda û pêşîvantîye Hz. Xalid artêşa Îslamê ji vî şerî bi şeref û îzzet derdikevin û vedigerin Medîneya Mûnewer.

Hz. Xalid di Fetha Mekkeyê de jî qumandarê artêşa Îslamê ye. Bi rastî Xweda ew ji bo qumandartîyê xuliqandibû. Qumandar dema ku cesur be leşker jî pê bawer dibin û li pey wî diçin. Hz. Xalid qumandarekî wisa bû. Di Fetha Mekkeyê de mûşrîk derdikevin pêşîya wî pêra şer dikin. Hz. Xalid tevlî leşkerên xwe bi wan re şer dikin û wan têk dibin. Ên dimirin ji xwe dimirin ên mayî jî ji meydana herbê direvin.

Bê gûman di navbera herbên Hz. Xalid de herba ku cihekî bilind digire Herba Yermûkê ye. Ev herb bi Bîzansîyan re tê kirin ku Bîzansî yek ji hêzên herî mezin ê wê dewrê bû. Di vê herbê de hijmara misilmanan 40 hezar, ên Bîzansîyan jî 240 hezar in. Qumandarê artêşa Îslamê Hz. Xalid e. Lê belê di wexta herbê de xelîfê Îslamê yê ‘ewil/yekemîn Hz. Ebubekir wefat dike. Di cihê wî de Hz. ‘Umer dibe xelîfe. Karê Hz. ‘Umer ê ‘ewil der heqê Hz. Xalid da ye ku wî ji qumandartîyê davêje û vê xeberê jî bi nameyekî dişîne jê re. Hz. ‘Umer di cihê Hz. Xalid de Ebu ‘Ubeydeyê kurê Cerrah hildibêjêre û ji wîre jî nameyekî dişîne. Ev name di dema herbê de dikeve destê Hz. Xalid. Hz. Xalid ji bo qencîya artêşa Îslamê vê xeberê vedişêre û ji kesî ra nabêje. Lewra tê zanîn ku xebera mirina xelîfeyê Îslamê belav bibe ewê li ser artêşê û leşkerên wê zêdetir giran bê. Û ev jî ji bo serkeftinê ne tiştekî di cih de ye. Piştî ku misilman bi alîkariya Xweda dûjmin têk dibin Hz. Xalid mektuba Hz. ‘Umer ji wan re dixwîne û karê xwe dewrî Ebu ‘Ubeyde dike. Ji vir pê de jî wekî leşkerekî di emrê qumandar de cenga xwe didomîne.

Dema ku di herba Yermûkê de Bîzansî têk diçin û direvin, Ebu ‘Ubeyde di bin qumandartîya ‘Îyaz kr. Xenem de hinek leşkeran li pey wan dişîne. Bi vî hawayî jî derîyê fetha ‘erda Cezîrê vedibe. Ev leşker bi alîkariya Xweda heta ber derê Amedê tên. Lê jiber ku der dorê Amedê bi surên qewî hatibu paraztin bidestxistina wê rihet çênebû. Bi qasî pênç-şeş mehan artêşa Îslamê li dora Amedê kon vedidin û dor li bajêr digirin. Di vê demê de fetha Farqînê jî bi destê Hz. Xalid dibe nesîb. Di pey de dîsa bi zîrektîya Hz. Xalid misilman rêya ketina bajêr dibînin û piştî şerekî giran Amedê fetih dikin. Di vî şerî de li ber deriyê surê 27 heb sehabî şehîd dikevin ku di nav wan de kurê Hz. Xalid, Sûleyman jî heye.

Jîyana Hz. Xalid ji serî heta dawiyê di bin sîya şuran de derbas bûye. Piştî sê salên ku bi Resulê Xweda re hevaltî kirîye jîyana wî li ser pişta hespê û kolanên herbê de derbas dibe. Di herba Yemameyê de li hem ber mûrteda tekoşîn û cengê dike. Piştre bi emrê xelîfê Îslamê diçe Iraqê û li wêderê bi Sasanîyan re ceng dike. Piştî ‘Iraqê diçe Şamê(Suriye) û li wêderê jî bi Bîzansîyan re cengan dike. Heger ku bê gotin”Di herêma Mezopotamya yê de cihekî ku pîyê hespê wî lê negerîyabe nemaye” ev gotineke xelet nîne.

Piştî jîyaneke bi serfirazî di dawîya ‘umrê xwe de li bajarê Humusê wefat dike. Bûyera wefata wî jî bi ders û şîrete. Tê gotin ku dema ecelê wî nêzîk dibe û bêhna mirinê tê kê, di nav cihê xwe de digirî. Jê dipirsin: “Gelo qey tû ji mirinê ditirsî loma tû digirî?” Hz. Xalid ewha bersiva wan dide: “Na wellahî! Ez ji mirinê natirsim. Lê belê min gelek ceng dîtin û di van cenga de min dixwest ku ez şehîd bikevin. Armanc û daxwazîya min ev bû. Lê hûn dibînin ku ez îro li ser doşeka xwe li benda mirinê me(Hz. Xalid ditirse ku layiqê şehadetê nehatibe dîtin).” Li ser vê dilêşîya wî jê re ewha dibêjin:”Mehzun nebe! Resulê Xweda gotîye ku kî ji dil û bi rastî ji Xweda şehadetê bixwaze, Xweda xêra şehadetê jê re dinivisîne û wî digihîne dereca şehîdan; welew ew kes li ser doşeka xwe jî bimire.” Li ser vê mizgînîyê dilê wî rihet dibe û li ser vê bawerîyê rihê xwe teslîm dike.

Der heqê Hz. Xalid de gelek agahî hatine danîn. Kitêbên tarîxê bi van agahîyan tijene. Hêvîya me ji rebbê alemê ew e ku wan agahîyan têxe guhê xortên Îslamê ku pê tarîxa xwe  nas bikin û li gorî wê hereket bikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *