GiştîSeyyîd FarqînîYekemîn Miderrisê Îslamê: Mus’ab bîn Umeyr-1

 

“Gelek kesên ku bawermend  hene ku ew li ser wê soz ku dane Xweda mane û ji soza xwe re sadiq mane. Hinek ji wan sozê ku dane anîne cih û şehid bûne, hinek li benda aqûbeta bi xêr in. Ewana bi tî şeklekî sozê xwe negohartine.”(Ahzap 23)

Musab ji beni Abdûddar û kurê Ûmeyr’ê kurê Hişam e û navê dayika wî Hanas’a qîza Malik e. Musab di tarixa miladî sala 585an da li bajarê Mekkê hatiyê dinyayê. Musab bi kesa bi navê Hamne bîntî Cahş re zewicîbû û bûbû bacenaxê pêxemberê Xweda. Navê qîza wî Zeyneb bû û zarokên wî yên law jî tunebûn.

Di dewra cahîliye da wazîfedarê Sîdanê û Hicabê û direwşdarê qabîlê Kureyşîyan bû. Hem ji aliyê bav da hem ji aliyên dayikên da esîl û dewlemend bûn. Musab di dewra cahîliye da jî ji pûtan nifrîn û kerh dikir.

Musabê kurê Umeyr berî ku bi Îslamê mûşerref bibe jiyaneke geşdar û destfireh berdewam dikir. Însaneki bedew, tennaz, navbejin,  bi belexet, hişdar, gelek jîr û dil giran bû. Di nava malbatekî dewlemend û hijmetkar de  jiyana xwe didomand.

Însaneki cesur, fedekar, gotinbêjekî baş û berxikê ber dilê dayik û bavê xwe bû. Xweşikbûna rûyê wî ne weka xweşikbûna qelb û dilê wî bû. Nasnavê  wî Eba ‘Abdillah yan ji Ebû Muhammed e. Ewan navan kesên ku zarok û sebiyên wan qet tinebîn ji van ra tê gotin. Nasnavê wî yan herî navdar Musab’ul Xeyr e û ewî jî Resûlê Xweda (s.x.l.) daye wî.

Ji aliyên malbata xwe da bi  nazikî û li gora demê ku têda ye lûks û berekete da mezin bûbû. Dayika wî Xunnas ji pir xijidikir û yekî cindî û bedew bû û xwedî û hijmetê wî bûn. Ligel vê yekê dilê wî vala bû û li pey tijêkirina dilê xwe bû. Piştre bi Îslamê mûşerref bû kalb û dilê wî tîjê bûn. Hz. Mus’ab zavê meta Resûlê Xweda bû, navê zevceya wî Hamne bîntî Cahş e û qîzekî wan hebûye navê wê Zeynep bûyê.

Resûlê Xweda derheqê Hz. Mus’ab da wiha gotiye:

-Di şehrê Mekkê da ti kesekî mîna Mus’ab por xweş, libasên baş û xweşik li xwe dikir û waziyeta wî xweştir min neditiye.

Hz. Mus’ab çi wextî Resûlê Xweda li mala Erkam insanan dewetî  Îslamê dikir û vê bihist çû huzurê û bû misliman. Piştî tesdiqkirin û nûra Îslamê ket dilê wî vegeriya çû malê. Ji malbat û qewma xwe ditirsiya û îmana xwe diveşart. Bi dizî diçû mala Erkam û dihat.

Ji eqrebayê wî Osmanê kurê Telha dibîne  ku Hz.Mus’ab nimêj dike û xeberê dide dayik û qewmê wî. Hetanî Hicreta Hebeşistanê dayika wî cezayê zîndanê dide wî.

Hîcretê Habeşîstanê kir û mûdetekî man. Piştî wê mûdetê vegeryan Mekkeyê û dîtin ku tiştên ku bihîstine ne rast e. Tîştê ku li bendê bûn nedîtin û di binê hîmayeya Nadirê kurê Haris û birayê xwe Ezîzê kurê Ûmeyr de ketîne bajerê Mekkê. Çû ba Resûlê Xweda (s.x.l.) hesreta ku kişandiye ji navê rakir. Dayika wî xalên ku ketibûyê bihîst û wî ji lawîtîyêa xwe avêt. Hz. Mus’ab (r.a.) mal, servet û hebûna xwe ji bo xatirê imanani bû terk kir û tewekûl kir û bûbû Misliman.

Mus’abê kurê Ûmeyr; bawê wî iman nanî û canê xwe ji dest da. Dayika wî li beranberê Îslamê pirr şedîd bû û li ser kifrê ruhê xwe ji dest da. Birayê wî Ezîz di Herba Bedrê da êsir ket û bedele azadîya wî çehar hezar dînar bû. Dayika wî Hannas wî bedele da û Ezîz azad kir. Ezîz di Herba Ûhudê da hat kûştin.

Piştî Bey’ata ‘Akabeyê ya ewil ehlê Medînê ji bo hînkirina Qur’an û Îslamê û hînkirina hukmê wî daxwaziya mû’alim kirin. Resûlên Xweda (s.x.l.) Mus’ab bi van ra şand. Ewelîn mû’alimê Îslamê û ewelîn mûhacirê Îslamê Mus’abê kurê Ûmeyr e.

Ensar, gotin û peyvên Resûlên Xweda bihîstin û pê îman anîn û bawer kirin. Ewanan insanên mêrxas bûn. Piştî ku soz dan hev ji hev veqetîyan û vegeriyan  Yesrîbê. Ew ji bo ku Îslam li beldeyan wan belav bibe û mû’alim xwestin pir tiştêki baş bû. Ew jî bû sebeb ku dînê Îslamê li bajarê Yesribê û li malên Yesribê dengê û rengê  Îslamê pir bilind û zêde derkeve.

Mus’abê kurê Ûmeyr, li Medînê bû mihmanê kabilêyan Garima û jivan ji li mala Esedê kurê Zûfafê dima. Di wê demê da ji Esad ra Kur’anê digo û bi desteka wî ji tenlîxa Îslam’ê dikir. Zimanê wî ye şirîn û ikna kirina insana da  ku xuş zanibû û ji hakkê ji derdiket, bi wî sebebî Ûseydê kurê Hudayr û Sa’dê  kurê Mu’az bavêriyan wan bi Îslamê çêbûn. Di şehrê Medînê da ji çend malên pêvan  di her malê da  bahsa Îslamê dibû.

Di tarîxa Îslamê da ewilîn nimêja cum’ayê Hz. Mus’ab kiriye. Ew jî bi izna ku Resûlê Xweda (s.x.l.) dabû anîn cî. Li gora riwayetan Xalidê kurê “Abdillah Resûlê Xweda wextê hicretê li Kubeyê li mala ku lê dima du riket limêj kiriye û xutbê xwendiye.”

Piştî salekî Hz. Mus’ab(r.x.l.) vegeriya Mekkê û çû dîtina Resûlên Xweda û zîyareta Wî. Jêra behsa kar û barên ku li Medînê kiriye dike. Ji vê zîyareta ku tê kirinê xebera dayika Hz. Mus’ab jê çêdibe. Û gelekî ‘aciz dibe û xeberê ji Hz. Mus’ab ra dişînê û ewan tiştan jê ra dibijê:

-Ewladê min ê bêxer, tu têy Mekkê û berî min yekî dinê zîyaret diki?

Hz. Mus’ab wiha cevab didê:

– Ez berî Resûlê Xweda tu kesî zîyaret nakim.

Pişt re Hz. Mus’ab îcazeta dîtina dayika xwe ji Resûlê Xweda dixwazê û diçe dîtina dayika xwe.

Dayika wî jê ra ewa dibêjê:

-Tu hêna li ser dînê xwe yê betal î?

Hz. Mus’ab bersivekî wiha dide ji wê re.

-Dayika min! Ez li ser dînê Hz. Muhammed (s.x.l.) im, ew dîn jî Xwedayê Te’ala şîyandîye. Û hemî tiştên û peyvan jê ne. Dayîka min tu dizanî dilê min çi qas bi te veye û ez çiqas ji tê hez dikim. Were tu jî ji Xwedê û Resûlê wî baver bike. Ez vîya bê henek û ji dil û can ji te dixwazim.

Hunasa qîza Malik wiha bersiv da:

-Eger ku ez Misilman bibim ew ê xelq b imin  henekên xwe bikin.

Hz. Mus’ab (r.x.l.) vegerîya Medîne û dest bi karê teblixê kir. Û mezinê qêbîleyan de’wêtê Îslamê kir. Esadê kurê Zûrare û Hz. Mus’ab çûn welatên Abdu’l Eşhedan û lawên Zafer. Di nav baxçeyekî wan de runiştin. Misilman li derdorê Hz.Mus’ab runiştin û wî gohdar dikirin. Sa’dê kurê Mu’az û Usaydê kurê Xudayr mezinê qebîleya xwe bû. Sa’dê kurê Mu’az ji Useyd re weha got:

“-Useyd tu çi dibêjî ji wan re ku hatine belengazên me bixapînin. Here ba wan û berê wan bide. Û bira cardin neyên welatên me. Ku Esed kurê xaltîya te nebûya min ji te re vî karî nedihişt.

Ûseydê kurê Xudayr rima xwe rakir û ba wan de çû. Esad ku wî dît ji Hz. Mus’ab re weha got:

-Ew ya mezinê xelqê xwe ye û tê bal te de jê ra rast be.

Hz. Mus’ab jî got:

-Eger ku rûnê ez ê jê re xeber bidim.

Ûseydê kurê Xudeyr hinek tiştên nebaş digot û li hember wan sekinîbû û wisa digot:

-Hûn ji bona çi hatinê li vê derê? Ji bo ku hûn belengazên me bixapînin? Eger hûn dixwazin li heyatê bimînin rabin û ji vê derê herin.

Hz. Mus’ab (r.x.l.) jê re weha got:

-Rûnê û tiştên me bibîze û gohdar bike, eger tu razî bibî tu yê qabûl bikî, eger na tu dêv jê berdî.

Ûseydê kurê Xudeyr:

-Tu rast dibêjî.

Ew ê berdewama wê bê…

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *