Xweda Te’ala di salê da 12 meh daye me û di nav van mehan da ferman kiriye ku mehekê rojî em bigrin. Belê di nav rojîyê da pir hikmet hene. Van hikmetan him maddîye him jî manevî ne. Emê di vî nivîsê da li ser hîkmetên maddî bisekinin yanî li ser wicûda me feydeyan rojî çi heye em wan mêze bikin.
- Rojî îdrak, hînbûn û hişê meriv biqewet dike. Xwarina hindik hiş vedike û zîhnê meriv peşve dibe . Di meha Remezanê da meriv xwe karên fîzîkî hebekî dûr dike ji bona vê yekê mêjî di vê demê da çi kar bike li ser vê karê zêdetir hûr dibe .
- Girtina rojî extiyar bûn dereng dike . Girtina rojî hucreyan tev nû dike . Ewê ku rojî digirin di vê mehê da kolestrol wan dikeve û demaran wan xwe tamîr dikin. Di vê mehê da me got hucreyan tev xwe nû dike ji ber vê yekê wicûda me û hişê me zêdetir sihhet dibîne û extiyar bûn jî dereng dixe .
- Pêşîya nexweşîya kanserê digire. Di nexweşîya kansêrê da hucre bê kontrol mezin dibe. Di rojîyê da wicûdê meriv firsata kontrol kirina xwe dike . Ji bona wî hucreyan kansêr pêşîya wan tê girtin.
- Riskê nexweşîya şekirê kêm dike .
- Di rojîyê da hûr û rûvîyê meriv îstîrahet dike û xwe nû dikin. Ji bona wî ji ber nexweşî zêdetir muqaqemet dikin.
- Sihheta qelp diparêzîne. Rojî kolestrola HDL zêde dike . Ev kolestrol ji bona qelb baş e . Lê alîyekî da kolestrola LDL dixîne . Ev kolestrol jî ji bona qelp ne baş e.
- Pêşîya alzheimer digire. Ev nexweşî di dema extiyarê da derdikeve . Mixabin ev nexweşî gelek zêde ye û tedawiya wî jî tune. Di lêkolînê da hatiye dîtin ku rojî vê nexweşîyê kêm dike yan dereng dike.
Belê me ev feydeyan jimart, lê belê zen dikim kêm in . Her çiqas lêkolîn zêde çêbe li ser rojî zen dikim ku zêdetir feyde derkeve. Çawa ku piştî zivistanê buhar tê û buhare da çawa ku ‘erd xwe nû dike weke viya meha remezanê jî ji bona wicûda me mîna buharê ye . Di rojîyê da wicûdê me xwe nû dike.