BijarteGiştîSe'îd FarqînîŞehîdê Zindî: Talha bîn Ubeydullah

 

Ebû Muhammed Talhe b. ‘Ubeydîllah b. ‘Usmân et-Teymî el-Qureşî (m. 36/656)

Nesebê wî bi Hz Pexember(s.x.l) re li Mûrre, bi Hz Ebubekir re jî li ‘Emr b. Qe’b digîje hev. Dêya wî Sa’be bîntî ‘Ebdullah, ji sehabeyan xweşka ‘Ala b. Hedremî ye. Tê gotin ku ew û Hz ‘Elî di ‘eynî salê da hatine dûnyê, lê gava wefat kir ‘emrê wî di dora şêstî da bû. Ji ber vî gerek zûtir hatibe dûnyê. Ji du birayên wî ‘Usman, bû Misilman, ê dinê jî di Xazveya Bedirê li nav sefên mişrikan da hate kûştin. Talhe, ji têcirên herî giregirên ê Mekkeya beriya Îslamiyetê bû. Gava ji bo danûstandinên çûbû Busrayê, lêqayê keşeyekî hatibû. Gava ji keşê,  Pêxembertîya Hz. Muhammed (s.x.l.) hînkir vegeriya Mekkê, bi wesîta Hz. Ebubekir Îslamê qebûl kir û ket navbera Mislimanên ‘ewil.[1] Talhe, hem ji wan deh sahabîyên ku bi Beheştê/Cennetê hatine mizgînkirin û hem jî, deh sehabeyên ku Hewarîyên Resulullah(s.x.l) in tên zanîn; yek ji wan e. Û niviskarîya wehyê jî kirîye. Carekî mişrîkan wî û Hz Ebubekir bi ‘eynî benekî re girêdabûn û wan bi hevre îşkence dikir. Ji ber vî ew bi “Karîneyn” (dostên baş) tên bi bîr anîn.

Gava Hîcreta Hebeşîstanê pêk hat, ew li Suriyê bû. Ji ber vî beşdarî wan nebû. Piştî Resulê Ekrem hîcretê Medîneyê kir, malbata Hz. ‘Ebubekîr wî bir Medîneyê. Li Mekkê bi Zubeyr bîn ‘Awam ra, li Medênê jî bi Qe’b bin Malîkî re biratiya wan hat weşandin. Wexta Xezveya Bedrê pêk hat ew û Se’îd bîn Zeyd li wezîfa îstîxbarata rêya Şamê bûn. Ji ber vî negîhîştin xezveyê. Lê Resullah wan ji ehlê Bedrê hesiband û ji bo wan xenîmet veqetand.

Piştî Xezveya Uhudê ket hemû herban. Di Xezva Uhudê da bi mêrxasî herb kir. Ji bo parastina Resulullah (s.x.l) ji pirî cîhên xwe birîndar bû û destê wî jî qot ma. Wê rojê bela ku du heb zirx li Resulullah (s.x.l) bûn nikaribû derkeve ser zinarê Uhudê. Hz. Talhe xwe xwar kir Resulullah (s.x.l) pê li pişta wî kir bi vî awayî derket ser zinar. Ji ber vî ferman da û got: “Beheşt/Cinet ji bo Talhe vacîp bû.”[2] Li ser fezîletên Hz Talhe gelek hedîs hatine neqilkirin. Bi çar xwîşkên pîrekên Resulullah (s.x.l) ra zewicîye û pazde heb zarokên wî çêbûn. Di nav wan da Mihemedê ku bi leqebê “Seccad” tê naskirin, Musa, Îmran û ‘Aîşe navdar in.

Piştî Hz Ebubekir xelîfe hat hilbijartin, Hz Talhe di cîh de jêra bî’at kir û ku di serkut kirin a meseleyên Rîddê da tê de karîger bû. Lê gava Hz Ebubekir li pey xwe da Hz ‘Emer tayîn kir, pirsgiyarî kir. Hz ‘Emer ji bo hilbijartina xelîfe’yê sisêyan heyetekî şeş heb tê da bû diyar kir ku, ew jî di nav wan da bû. Lê bela di wan rojan de ne li Medînê bû neket hilbijartinê. Gava vegeriya Medînê dît herkes bî’at ê bi Hz ‘Usman ra kirîye wî jî jêra bî’at kir. Lê di wextê duyemîn a xelîfetî’ya Hz ‘Usman da, ji ber ku zefîyeta serokatiyê xuya kir ên ku Hz ‘Usman tenkît dikirin ew jî di nav wan de bû.

Piştî Hz’Usman hate şehîdkirin, li Hz ‘Elî ra bî’at kiribe jî digot vê bî’atê bi zorê ji min sandine. Gava pê hisîya ku Hz ‘Elî valîyên nû teîn dike; jê, valîtîya Besre xwest ku li wê derê ‘erdên wî û piştevanên wî li wê derê pir bûn. Lê Hz ‘Elî vîya qebûl nekir.

Li ser vê bi Hz Zubeyr b. ‘Ewwam ra bi hevre gihîştin Hz ‘Eîşe ku ji bo xwestina sizandina qatilên Hz ‘Usman kom bibûn û çûn Mekkê.

Sebebê di vê şêla ku ew û Hz Zubeyr tê da bûn; rîwayet tê kirin ku poşmanîya derheqê bi şidet dijberiya Hz ‘Usman kiribûn.

Li ser bergerîya Walîyê Besreyê ‘Abdulleh b. ‘Emr, li nêzîkî Besreyê bi artêşa Hz ‘Elî ra lêqayê hev hatin. Ku lê vê derê ew û Hz ‘Elî hev dîtin, ji bo herba hemberê Hz ‘Elî dev jê ber da û li Sefa paş ma. Di wê heynê de raman nedikir in ku ewê herb derkeve. Lê berevajî ya hêvîye qewimî. Di navbera herdû artêşan da li hev ketin derket ku Waqi‘a Cemelê tê zanîn. Hz Talhe wê çaxê ji teref Merwan b. Hakem ve hat şehîdkirin. Mezelê wî di dervayê Besreyê ye. Xatîbekî baş, bi dewlemendiyê û bi comerdî ya xwe dihat naskirin. Ji teref Hz Pêxember ve bi rengêre “xeyr, feyyaz û cûda” dihat bir anin. Ji bo ku dewlemendtirînên sehabeyan bû, li pey xwe da mîraseke mezin hîşt.[3] Di çaxa Cemelê da hinek malên wî yê nekêşbar dest dabûn serê, ji teref Hz ‘Elî ve hat dayîn sebîyen wî.

JIYAN Û MENAQIBÊN HZ TALHE BÎN UBEYDULAH

Hz Talhe(ra) gorî teqwîma mîladî di sala 590an de, 20 sal berîya nubuweetê li Mekkê hate dinyê. Bavê wî ‘Ubeydullah bin ‘Usman, dêya wî jî Se’lebe bîntî ‘Adillahe. Navnas/kunye a wî Ebû Muhammed, bernavk a wî jî “Talhetu’l- Xeyr, Talhetu’l-Feyyad, û Talhetu’l-Cewwad e. Ew jî wek Hz Ebubekir ji qebîla Kurênteymaye/Malateymane.

Têcirekî wêrek, comerd, zîrek û di Mekkê da xwendevanekî jimardar bû. Pir caran zewicîye ku ji pîrekên wî çar heb xwîşkên pîrekên Pexember in. Ji wan Hamne bîntî Cehş û Ûmmû Gûlsim bîntî Ebubekir navdar in. Zarokên wî deh heb lawik û sê heb ji keçik in. Ku hîcretê Medîne kir Resulullah (s.x.l) wî bi yan ‘Ubey bîn Ke’b re yan jî Ke’b bîn Malîkî(‘as) re kire bira. Bi Resulullah (s.x.l) re ketîye tevî xezva ji xeyrî wan ketîye çend heb serîyyan jî. Ji Resulullah (s.x.l) 38 hedîsan rîwayet kiriye.

Hz Talhe, tacirekî heq û exlaqê danûstandinê dida hînkirin û di herban de li Resulullah re leşkerekî ‘egîd mîna mertalê bû. Mîladî, berfenbar 639/ Hîcrî, cemazîyelaxir di sala 36an da li Weqi a Cemelê hate şehîdkirin.

Ji Rêya Wî re Rêheval,

Di Mekkê da roja Îslamiyetê derketibû û ji bo hemû kes ji vê rojê feyde bibînin pêşî Hz Pêxember, paşî ji Hz Ebubekir cehdeke mezin didan nîşandan. Aha di van rojên pêşî de heft kes îmanê naskiribûn û stêrkan heşta ji hêvîya cîhê xwe yî li ezman bû.  Talhe bîn ‘Ubeydullah ê ku di helqa Îslamê de bû stêrkan heşta wan çaxa ji bo danûstandinê li Busrê bû. Ku leqayê keşe ê Busrayî hat; keşe, jê ra derheqê ‘elametên pêxemberê ê dawî yê li Mekkê jê pirsî û li peyda Wha ji re got: Ey ciwan! Nebî nebî ku tu wî ji destên xwe birevînî! Nebî ku tu vê keysa gihîştina jê re, li rêya wî de rêhevalî ya jê re, li raza wî de hemraz bûna jê re ji destên xwe birevînî! Nebî nebî vê firseta ku hatiye ber piyên te ji destên xwe birevînî![4]

Tevî pirsnîşanê serê xwe ji Busrê vegeriya û pêşî çû ba dêya xwe jê re, di Mekkê da qewmandina tiştekî balkêş hene jê pirsî. Ku dêya wî got, torinê ‘Ebdilmitelîbî Muhammed (s.x.l) pêxembertîyê ‘îlan kirîye tebesim kir; lê dêya wî got “çi ‘eleqa te pê ketîye” û lê bizav kir. Ji pîştî dêya xwe di cîh de çû ba Hz Ebubekir meselê jê hînkir û ji nişka ve xwe di nav “Hizur-i Se’adetê” da dît. Pêşî li Hz Pêxember (s.x.l) û li peyda Hz Ebubekir mêze kir, di dilê xwe de got “van her du însanan qet li ser delaletê nayên ba hev.” Piştî van ramanan Hz Talhe kelîma şehadetê anî û li ezmana bû stêrkan heştan.[5]

Dixwazin Min Bikujin

Di Mekkê da wê çaxê kî bigota min îman anîye, dihat me’na ku ez dîtina îşkencê qayîlim. Talhe bîn Ubeydulah ji bi anîna îmanê vîya qayîl bû. Eva herî zêde li hemberî wî derket weka Mis’ab bîn ‘Umeyr dêya wî Sa’be bû. Mes’ud bîn Hîraş di Mekkê da bûye şahidê îşkence ku lê hatiye kirin meselê wiha digot: “Ez ku li navbera Sefa û Merwê digerîyam mîn dît ku komekî li balî mîn ve tê. Ez li goşekî li benda wan sekinîm û mîn got ka ê tên kîne. Min mêzekir ku li pêşîya wan ciwanekî destên wî bi sitîyê wî ve girêdayî û li pişt wî zilamên di destên wan de qemçî hene lêdixin. Li herî dawîya wan pîrekeke îxtiyar, fermanan dida ji bo wan zilamên ku di destên wan de qemçî hene lêbixin. Pir meraqkirim, min di dilê xwe de got: Vana kîne? Vî ciwanî çi sucî kirîye ku vî cezayî heq kiriye? Ku min mirovên derdorê xwe vî ciwanî pirsî, gotin: Vî ciwanî Talhe bîn ‘Ubeydullah e. Min got evê di destên wan de qemçî hene ku lê dixin kîne? Wan got: Vana mensubê Malateymane yanî merivên Talha ne. Ji ser vî min dîsa got: lê wê pîreka qarîn pê ketîye kîye? Wan ji got: Ew jî dêya Talhe Sa’be ye. Baş e çi jê dixwazin? Wan ji weha bersiv da: Talhe dev ji dînê bav û kalên xwe berdaye gihîştîye dînê Muhemmed (s.x.l). Merivên wî jî ji bo vegere ser dînê bav û kalan îşkence lê dikin. Li pişta min wî şopand. Merivên wî, çiqas zordarî lê kirina jî, ji devê wî tenê vê kelîmê derdiket: Hûn dixwazin min bikujin, lê ez qet ji dînê xwe venagerin.”[6]

Deh Hevalên Nêzî Hev

Îşkence bi vêya tenê jî neqedîya. Ê paşnavê wî Esedu’l-Qureyş/ Şêrê Qureyşê Newfel bîn Huweylîd, Hz Ebubekir, Hz Talhe û kekê Hz Talhe ‘Usman bi hev ve bi jidandî girêdabû. Ê wan wisa didît, ji bo herdu ya digotin Qerneyn/ deh hevalên nêzî hev. Kêfa Hz Talhe pir bi vê gotinê ra hatibû û piştî  rojên îşkencê xwe bi vê gotine dida naskirin.[7]

Di Mekkê da zilm êdî hew îdare dibû. Rêya Medînê li Resulê Xweda xuya kir. Di wê hîcreta pîroz da Talhe jî cîhê xwe girt. Rakir malbata Hz Ebubekir û hîcretê Medîne kir. Piştî hîcreta Medîne mişrîkan hê jî wan rehet nehîştin. Li Mislimanan ra rêya Bedrê xuyakiri bû. Lê belê ku Hz Talhe ji bo îstixbarata kerwan a Ebû Sufyan hatibû peywirdar kirin ne gihîştê herbê û ji xeynî vê, ji kerwan jî man. Ji ber vê bi xemgînî hate ba Resulê Xweda. (s.x.l) ku Resulullah cav vî halî wî ket tebesim kir û jêra got em li Bedrê serkeftine/muzaffer bûne. Lê vê carê jî ji bo ku ne dinav vê herbê dabû xemgin bû. Resulê Ekrem (s.x.l) wî ji eshabê Bedrê hesiband û ji xenîmet par dayê[8]

 Li Çepê Min Talhe Hebû

Vê rêya hertim ne rêya serkeftin û dilşahîyê bû berevajî rêya meşaqetê bû. Ji rojan roja Uhudê bû. Ku Uhud tê gotin Talhe tê bîranîn. Gava Uhud hemberî Mislimanan vegerîya Talhe bîn ‘Ubeydullah û wekî wî çend ‘egîd derketin rastê. Pêxemberê me bêparêzî ma, tevî serçavê wî li xweynê da mabû jî ji bo artêşê li hev bicivîne ge li vî alî û ge li wî alî diçin û dihat. Ne dibû ku Wî(s.x.l) di wî halî de bihêlin.  Ji ber ku rastê Resulullah (s.x.l) tijî bû Hz Talhe derbasê çepê Wî bû. Pêxemberê me ê ku ji ‘alemê ra rehmet wha ferhen kiribû: Di Uhudê de li rastê min Cebraîl, li çepê min jî Talhe hebû.[9] Ji bo ku qet ji Resulullah neqetîya bû bi lîsanê Nebî bi vî şiklî hat bîranîn.

Ku Uhud tê Gotin Talhe Dikeve Bîra Meriv

Kîngê ku behsa Hz Talhe ê ku di Uhudê de li çepê Resulê Xweda da bû hatina kirin Hz Ebubekir wîya digot: “Uhud roja Talhe bû.”[10]  Se’d bîn Ebû Waqas jî digot: “Roja Uhudê Talhe ji me teva wêrektir û camertir tevdigeriya. Ew ji bo parastina Resulê Xweda çi ji destê wî dihat dikir û bêtirs xwe ji Resulullah ra dikir sîper.”[11]

Beheşt/Cinet Bû Wacîp

Di Uhudê de sehne wêrektîyeke wusa dixwest hebûn didagotin ku tenê Talhe  bîn ‘Ubeydullah dikaribû bike. Di nav sefên mişrîkan de tîrekî di bal Resulullah ve ku hat Talhe çewa vîya ferq kir  destê xwe ê rastê dirêjî we tîrê kir. Wê tîrê destê Hz Talhe perçewesle kir. Resulullah ji bo wî kir qîrîn : “Bireve ey Ebû Bekir! Were alîkariya birayê xwe, lê xweyîtî derê![12]

Uhud bi xwînê hatibû niximandin. Resulê Xweda xwe sipartibû du heb sehabeyan dixwest derkeve ser zinarekî, lê taqeta wî tunebû. Ku Hz Talhe vîya çewa ferq kir tevî ew jî di nav xwînê dabû bi zorê hate balê û got: “Pê li pişta min bike ya Resulullah.”Hz Pêxember li se vî dilzîz û kêfxweş bû. Û vê mizgîniyê da Hz Talhe: “Beheşt/Cinet ji bo Talhe Wacîb bû.” Hz Talhe bi vê mizgîniyê kêfxweş û şaş bû. Vê tevger a ku biçûk didît ji alîyê Xweda va bi karkirina cinetê bergîdar bû.

Şehîdê Zindî

Hz Pêxember rojeke di mescîda xwe ya pîroz xutbê da vê ayetê dixwend: “Ji bawermendan/Mumînan hin zilamên wisa hene ku wan ew peymana dane Xwedê bi cih aniye. Vêce hin ji wan canê xwe feda kirin û hin ji wan jî çavnêriyê dikin/li hêvîyê ne û peymana xwe neguhartine.”[13] Ku vê ayetê xwend sehabîyekî li wê derê da rabû pêya û got: Ên sozên xwe ne guhertinê û seknandîne kî ne? Ya Resulullah, tu dikarî mînakê vana bidî!  Ku Resulullah bersiva wî neda wî sehabîyî cardin pirsî. Qasem bi şun de Talhe bîn Ubeydulah tevî cilên kesk kete mescîd. Ku Resulullah cav wî ket tebesim kir û berê xwe da evê ku pirsê jê pirsî bû û got: “Va ye! Bersiva suala ku te ji min pirsi… Vî zilamê cilê kesk li xwe kirîye mêze bike!  Vaye ew, yekî ji wan ewê di rêya Xweda de şehadetê dixwaze û sozê daye neqehartiye û li serê seknandîye.” Sehabî ku bi xwezî lê dinêrtin, Resulê Xweda gotina ku ji ‘Esra Se’adetê heyanî îro Hz Talhe pê were bîranîn got: “Evê dixwaze li rûyê erdê şehîdekî zindî bibîne bira li Talhe bîn Ubeydulah binêre.[14] Ew şehîdekî zindî bû…

Hz Talhe tenê bi lîsanê Nebî (s.x.l) “Şehîdu’l-Hayy/Şehîdê Zindî nînbû. Di danûstandinê da têcirekî rast Talhatu’l-Xeyr, di dayîna înfaqê de, di alîkariya birayên xwe yê misliman de mîna behrê camêr Talhatu’l-Cud, ji bo ku bîra Numanê ji birayê xwe ra înfaq kirîye Talhatu’l-Feyyad bû.[15] Bi kurtasî hawê vegotina Pexember (s.x.l) di dunya yê de Talhe yî Talheyan Talhetu’l-Talhe[16] bû ew.

 

Pelê Dawî

Ku heyat lênivîsk/defter be dawîya tevî defteran tê. Hz Talhe heyanî îro di vê defterê de wêrekî, camêrî, rastî, xwesparî/teslîmîyetê nivisandin bû. Gotina dawî, pelê dawî muhîm bû. Gerek li wê derê kurtayî jîyan tev hatina nivîsandin; lê vê kurtayî li ser ê dinê be. Pênivîs/qelem hat ser pel a dawî sernav jî  Cemel bû. Rojên giran ê umet a îslamê dihat nivisandin. Herdu taîfê Mumînan hemberî hev hatibû. Rojên tehl ê ku bira, şûr dikişand bira bû. Li alîyeke Hz ‘Aîşe li balê ku Resulê Xweda gotibû di Cennetê de cîranên min[17] Hz Talhe û Hz Zubeyr(ra), li aliyê din jî kurê apê Pexember, xelîfe Îslamê yê çaran Hz ‘Elî… Emîrê Mumînan Hz ‘Elî berîya ku herb çêbive bi Hz Talhe û Hz Zubeyr ra hevdîtin. Bi bîra wan anî ku ew xeletî dikin. Piştî xeberdana navbera wan Hz Talhe tevî ku herb dest pê kiribû jî li paşt ma û destê wî ne çûbû şûrê wî. Lê Merwan bîn Hakem gava ku wî wisa dit rimeke/mizraqeke serî bi jehr avêt û ji pîyê wî, wî birîndarkir. Hz Talhe di nav êşan de li ‘erdê mabû.[18]

Şehadet

Hz Talhe heyanî îro bêdudilî/bêteredût bî’atê Xweda, Resulê Xweda(s.x.l) û xelîfe Wî kiribû. Nedixwest tevî bî’ata xerakirî here. Leşkerekî hat nêzîkê wî gazî kir û jê re got tu leşkerê kî yî. Gava hînkir ku ew leşkerê Hz ‘Elî ye jê re got: “Dirêjke destê xwe li ser navê Hz ‘Elî ez ji te re bî’at bikim. Ez li ser rêya mirinê me. Ez naxwazim tevî bî’ata xwe ya xerakirî herim hizûra Xweda.”[19] Leşker rewşê çû Hz ‘Elî ra got. Hz ‘Elî bi bazdan çû wêderê dît ku wî mirovê qeşeng ruhê xwe teslîmî Rehman kiribû. Qederekî li serî hêstiran barand. Hz ‘Elî hem digirîya hem jî vê gotinê ji devê wî derdiket: “ Ey Talhe! Bi min pir giran tê ku ez te di binê asîmana tijî stêrk de li ‘erdê dirêjkirî dîtim.”[20] Hz ‘Elî dest û serçavê wî paqij kir û li Hz Hesen ra got: “Xwezîka bavê te bist sal berê mirina van rojan nedîtina”[21]

Emîrê Mumînan Hz ‘Elî wî kefen kir, limêja wî kir û wî di Basrayê de li el-Kelayi defh kir.[22] Paşê keça Hz Talhe ‘Aîşe bi dîtina xewneke gora Hz Talhe ji wî cîhî neqlê Iraq/Besreyî kirin.[23] Hz Talhe pelê deftera jîyana xwe ya dawî bi xwîn a sor “Şehadet” nivisand. Wek şehîd jîyana xwe domand û bi şehîd ji vê dunyayê çû.

Xweda ji wan mirovên mêrxas razî, ew jî ji Xweda razî bû…

[1] İbn Sa ‘d, “et-Tebeqtı’l Kıbra”, III, 215, Beyrut; el-asqelânî, a.g.e., III, 291

[2] Tirmîzî “menaqîb” 21

[3] İbn Sa d, a.g.e., 111, 221 vd.; Îbnü’l-Esîr, a.g.e., 111, 85

[4] İbn Sa ‘d, “et-Tebeqtı’l Kıbra”, III, 215, Beyrut; el-asqelânî, a.g.e., III, 291

[5] Xalid Mahamad Xalid, Rîcal hewle’r-Resul s.353

[6] Îbn Hacer, el-îsabe ııı, 1825-1826. Muhammed Emîn Yildirim, şehîdu’l-heyy s. 38-39.

[7] İbnü’l-Esîr, Ûsdû’l-Xabe, III, 85.

[8] İbn Sa’d, Tabeqat, III, 216; Îbn Esîr, Usdû’l-Xabe, III, 85.

[9] Heysemî, Mecmau’z-Zewahîd, IX, 148.

[10] Ed-Dimaşqî, Subulu’l-Hûda, XI, 309.

[11] Waqidî, el-Mexazî, I, 254.

[12] Îbn sa’d, Tebaqat, III, 217.

[13] Ehzab 33/23

[14] Tîrmîzî,Menaqib, 22; Hakim, el-Mustedreq, III, 424.

[15] Kandehlewî, Heyatu’s-Sahabe, II, 477.

[16] Ed- Dimeşqî, Subulu’l-Huda, XI, 309.

[17] Tîrmîzî, Menaqib, 22.

[18] Heysemî, Mecmau’z-Zewhid, IX, 150; Îbn Kesîr, el-Bîidaye we’n-Nîhaye, VII, 242.

[19] İbn Esîr, el-Kamîl fî’t-Tarîx, III, 132.

[20] Îbn Kesîr, el-Bîidaye we’n-Nîhaye, VII, 242.

[21] Heysemî, Mecmau’z-Zewaid, IX, 150.

[22] İbnSa’d, Tebeqat, III, 223

[23] Mehmed Zîhnî Efendî,Meşahîru’n-Nisâ, II, 18.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *