BijarteFatîh ŞêxdodîRovî De’wa Şêrîtîyê Dike

Carek ji caran, rehmet li dê û bavê hazir, guhdar û xwendevanan. Hebû tunebû, ji Xweda pêva mezin tunebûn.

Li welatekî, di nav zinar û daristanan de kerîkî heywanan hebûn. Ez bêjim pêncî, hun bêjin sed cûre heywan bi hevdû re dijîn. Ji kîvroşk û kûsî bigre heta kurmikan, ji werdek û qazan bigre heta kêzikan… Û her wiha cûreyên heywanan bi hevdû re dijîn. Me’lûme, ev çîrok e. Dibe qewimî be dibe ne  qewimî be, lê bê guman wê tê de ders û ‘îbretekî hebe.

Cîyê ku şêr lê bijî, ne heddê kesî dine ku behs û qala serdarîyê bike. Temamê heywanên herêmê jî, vê qebûlin. Ji xwe serdarî herî zêdetir bi şêr dikeve. Dema şêr ne hazir be, wê çaxê dora serdarîya heywanin din tê.

Li daristana şîn û şa, dû heywan henin. Ev herdû heywan destebirakê hevin. Evana çeqel û rovî ne. Herdû jî tirsonekin lê belê li hêvîya derba xwene jî. Çeqel, ligori rovî zêdetir newêreke. Rovî jî newêreke lê belê li gorî çeqel, xwe zêdetir jîr û zana dihesibîne. Dek û hîle, karê rovî ne.

Şevekî, çeqel diçe mêvandarîya destebirakê xwe yê rovî. Bi hevdû re şevbêrka xwe derbas dikin. Qulika rovî, di zinarekî bilind de ye. ji xwe re cîyekî bilind û asê çêkiriye. Piştî germe germa şevbêrkê, rovî ji destebirakê xwe re wiha dibêje:

  • Birakê çeqel, ka li min binhêre, gelo çi kêmasîya min ji şêr heye?

Çeqel li vî alîyê rovî dinhêre, difetile alîyê din dinhêre, serê xwe di hejîne û bersiva rovî dide:

  • Birakê min, şêr xurte, ê te bedeneka teyî qels heye; navê wî şêr e, ê te rovî ye, ew di nav daristanê de wekî dilê xwe dijî, ji tirsa tu hatiye li ser vî zinarê bilind qulika xwe danîye, şêr 24 sa’et têr e, zikê te rojek birçî rojek têr e; heybeta dengê şêr ji sed deverî tê zanîn, ji xwe hisa dengê te tuneye…
  • Temam temam, bese êdî, dirêj neke.

Gotinên çeqel li hesabê wî nayên, lewra rovî êdî taqet nake ku li çeqel guhdarî bike. Gotina wî bi awayekî hişk dibire. Naxwaze çeqel xeber bide. Me’dê wî xera dibe, şevbêrk lê di herime…

Çeqel fehm dike ku rovî ji şêr çavnebarî dike. Çav berdaye serdarîya wî. Xwe di dewsa şêr de dibîne. Belê aqli çeqel, vê fikra rovî nagire. Dixwaze wî ji vê fikrê bifetilîne. Lê naxêr, rovî xistiye serê xwe.

Rovî piştî fikra xwe dikemilîne, dest bi xebatê dike. Di qulika xwe de, bizarê şêr dike. Dengê xwe xurt dike, diçe pêşber ‘eynê, perrik û mûyê xwe di gijgijîne, dixwaze heybeta şêr teqlît bike. Li hêlekî jî, di pişt şêr da ne xweş xeber dide, di nav heywanan da, şêr xerab dide nîşandan. Dixwaze heywanin din jê sar bibin.

  • Çima gelo ew serdarê me ye. Ger ew serdarekî bi ‘edalet be, çima zikê me birçîye ê wî têre. Serdarî heqê me ye jî. Ez vê yekê qebûl nakim!

Rovî, çavên xwe sor kiriye, ecelê xwe daye destê xwe û xebata serdarî dike. Jê tirê bi vî halî wê qedrû qîmeta şêr bixîne û wê heywanên din bidin pey wî.

Çeqelê hevalê wî dinhêre rewşa rovî ne xweşe, gotinên virda wêda dike, dixwaze hinek şîretan lê bike. Lewra van gotinan herin guhê şêr, ji rovî re ne xêre. Bi destê rovî digre, wî dikşîne pişt zinarekî û jêre dibêje:

  • Eman yeman birakê rovî, te hişê xwe hunda kiriye, ev çiye tu de’wa serdarîyê dikî! Tebî’eta te ne li gorî serdarîyê ye. Jibo tûtikeka gundîya bi qefêlî tu xewa şevê li xwe heram dikî. Ji tirsa te’hjîyê wan ziravê te di qete, ka gelo tê çawa ewqas heywanan biparêzî. Ger şêr seh bike ku te di derheqê wî da van peyvan kiriye wê te perçe bike bavêje ber tehjîyan. Hê ku rê li te nêze, li xwe vegere.

Çeqel dike nake nikare bi rovî. Rovî, xebata serdarîyê di domîne.

Ew roj tê û rovî xwe ji bona serdarîyê hazir dibîne. Di  qulika xwe de ewqas teqlîdê şêr kiriye, dixwaze êdî li derva xwe nîşan bide. Serê sibê, tavê daye, çîke çîka çivîka ye. Ji qulika xwe dertê. Xwe di vezilîne, dertê ser zinar. Di ber xwe de xeber dide, dibêje:

  • De haydê rovî, wextê te hate. Bila dinya ‘alem dengê te seh bike.

Rovîyê delal, ji hêlekî ve xewnê serdarîyê dibîne li hêla din cesaret dide xwe ji bona xwe nîşanî civata daristanê bide.

Çeqelê hevalê wî, jibona wî ji vê rêyê bizivrîne, pîlanekê çêdike. Dixwaze qencî bi hevalê xwe bike da ku ji vî weyalî vegere. Ew jî serê sibê ketiye rê û ber bi qulika rovî tê. Dema nêzî qulika rovî dibe, dinihêre ku rovî derketîye ser zinar û amadekarîya serdarîyê dike.

  • Dema dersdayîna te hat birakê rovî, te guhê xwe neda şîretan ka gelo tê ji destê min çawa xelas bibî, dibêje çeqel.

Çeqel, coqilîkî darê dide destê xwe û xwe di pişta zinar da vedişêre. Çeqel, ji nişkava coqilîyê destê xwe bi gîya dixe, li hevdû dibe tîne, ji hêlekî dike teperep li hêla din dengê tehjî derdixe. Dema rovî dengê tehjî dibihîze, ziravê wî diqete, li hevdû diçe tê, pîyê wî di şemite û ji ser zinarê bilind ve dikeve xwarê. Nizanim çend hestîyê wî dişkên lê ji tirsa dîsa radibe û bi lezû bez direve. Heta dawiya qulika xwe nasekine.

Wekî çend deqeyan bîna rovî diçike. Dema hişê wî tê serê wi, dinihêre qirçe qirça hestîya ye. Dema bi xweve tê, bavooo… Çi hatiye serê wî. Parsîyê wî şikestine, pişta wî ketiye berê, nikare xwe bilivtîne. Ji êşa canê xwe, nikare ji cîyê xwe rave. Çav lê tarî bûne. Di vî halîda, dinihêre reşayîkî ji alîyê devê qulikê va berpê tê. Rovî di ber xwe de dibêje:

  • A bi navê xwedê îşê min qedîya, êdî tehjî min ‘efû nake. Bi van gotinan bêhiş dikeve. Piştra nizane çi hatiye serê wî.

Demekî diserde derbas dibe, hişê rovî tê serê wî. Hêdî hêdî çavên xwe vedike, dinihêre ku hevalê wî çeqel liber serê wî ye û dibin simbêla da dikene. Wexta vî halê çeqel dibîne meselê fêm dike. Bi hêrsekî dixwaze dirêjî çeqel bike. Lê wexta li xwe dixe ku rabe, zarîn pê dikeve. Lewra hestîyekî saxlem di laşê wî de nemaye.

Çeqel, derseka xweşik didê. Rovî, cezayê ehmeqîya xwe bi vî awayî dikşîne. Ez ne bawerim ku rovî careke din behsa serdarî kiribe. Gelo hun çawa difikirin?

Çîroka me çû dîyaran, rehmet li dê û bavê hazir, guhdar û xwendavanan.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *