Ji ber vê meha mûbarek a meha remezanê min xwest li ser ayetên ku di Qur’anê de tê de qala bawermendan tê kirin nivîsekê binicvîsim.Her ayet me wekî bawermend binav dike. Ma em li pey reçeteyê ne? Ka em li ser her ayetekê ji xwe bi pirsîn û bipirsin ka em di vê ayetê de li û ne? Û em rêjeya Îslama xwe bipîvin.

Me’na bawermend : Ew kesê ku bi rastî bi Xwedê û Resûlê Wî bawer bike û ji dil û can bi axretê, qeza û qederê, melaîketan û kitêban û pêxemberan û Xwedê bawer bike jêr tê gotin bawermend.

Xwedê Te’ala di Qur’ana pîroz de û pêxemberê me Hz. Muhammed (s.x.l.)di hedîsên xwe de behsa wesfên bawermendan gelek kirine. Di heqê wesfên bawermendan de bi dehan ayetên Xweda û hedîsên pêxember hene.

Bi rastî bawermend tenê ew in, ku gava behsa Xwedê li ba wan tê kirin, dilê wan dilerize û gava ayetên Xwedê li ba wan tên xwendin, îmana wan zêde dibe û ew di hemû karê xwe dê xwe dispêrin Xwedayê xwe ( Enfal – 2 ) Ew nimêja xwe bi raste rast dikin û ji ni’metên ku me daye wan di rêya Xwedê de xerc dikin.(Enfal -3) Ew bawermendên heqîqî ne. Ji wan ra li bal Rebbê wan mertebeke bilind û baxişandin û rizqeke xweş û bêdawî heye.(Enfal -4 ) Pêxember (s.x.l.) di hedîsa xweda di heqê bawermendan da wêha dibe:”Bawermend wek kesê ku bihna xweş difiroşe ye .Eger hûn bi wî re rûnin, wê bi kêrî we were, heger hûn bi hevre bimeşin û bi hev re bazirganîye bikin, wê bi kêrî we were” ( Teberanî )

Yên ku di van ayetan û hedîsên dê behsa wan hatiye kirin, bawermend in ku îmana xwe temam kirine.Taybetmendîyên wan ên xuyakirî/binîşan têne navnîş kirin û xelatên ku dê di berdêla wan de werin dayîn têne destnîşan kirin. Dema ayetên Xwedê ji wan re tên xwendin, îmana wan zêde dibe.Ew tenê xwe dispêrin Rebbê xwe karê xwe tenê dispêrin Wî, tenê ji Wî ditirsin û tenê ji Wî alîkarî dixwazin. Ew dilên xwe bi Xwedayê herheyî ve girê didin, ne bi zarok, rûtbe û navûdengê yên xerabûyî. Ew baş dizanin ku ew çi bixwaze dibe û ya ku nexwaze jî çênabe. Ew paqijiya hûndir û derve, bi farz, wacîb, sûnnet û ehlê Xwedê daye wan, alîkarîya kesên hewcedar dikin. Ji bawermendan re li gorî kirinên wan dê li cennetê mertebên bilind bên dayîn û nêzîkbûna wan ji Xwedê Te’ala lavahîyan tih îlahên dinekêre nakin û ‘îbadet ji wan rê nakin. Lewra terkandina şirîkê û qebûlkirina ku Xweda yek e û bê şirîk e, bingeha pergala bawerîya Îslamê wî jî pêk tînin. Bawermendên ku xwe xweyê dewe dibînin ew bi mal û canê xwe cehd û xîret dikin û ew tûcaran ji lewmên lewmekaran qet natirsin.Dawa Îslamê ji xwer e’manet dibînin û xîyanetê bi wî ’ematetê re nakin.Emrên Xwedê Te’ala bicih tînin û tiştên ku qedexe kirîye ji wî dûr dikevin.Ji cehdu xêreta di rêya Xweda û dawa Îslamê dê dikin û ji fedakirina malu canê xwe qet narevin û xwe nadin paş,yanî ji bo gihandina heqîqetê û ‘edaletê ji bo rizaya Xwedê cehdu xîret; ji ber vê sedemê, ew her cûrê tengahiyên ku dê werin serê wan radigirin; ji fedakirina mal û canê xwe di rêya Xwedê de dudilî nabin. Wasfên bawermendan ê herî mezin bê gûman eve; ew ancax ji Xweda re ‘ebdîtîyê dikin û ancax ji Wî alîkarî dixwazin û ji Wî ditirsin û tiştên ku qedexe kirîye ji kirina wî fikare dikin.Ew bi heqilyeqîn bawer kirine û ji bo rizaya Xwedê di şixulîn, dixebitîn. Ew bi temamî bi Qur’anê ve girêdayî ne û hemû kirinên xwe li gor Qur’anê tenzîm dikin û însanan bi Qur’anê hişyar dikin. Ew dizanin ku Xweda dibîne û dibihîze û her dem Xwedê bi bîr tînin li wê gorê jiyana xwe di domînin û armanca wana ‘esil bidestxistina axretê ye.Ew bi berdewamî xizmetên aqîlane ji bo dawa Xwedê dikin û qet sist jî nabin.

Armanca bawermendan û têkoşîna wan ji bona ku nêzikî Xweda bibin û bibine bawermendên qenc. Jiyana pêxember ji xwe re dikin model û jiyana xwe jî wisa didomînin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *