Di Îslamê de ji bo kelîma şehadetê gelek me’ne hene. Ji ber ku ‘eslê vê kelîmê ji ش ه د  ê tê, li ser vê ‘eslê gelek me’ne derdikevin. Hem ji vê kelîma ‘esl û hem jî ji kelîmeyên ji vê ‘eslê zêdebûne me’neyên cuda derketine holê. Lê belê temamê van me’neyan jî di ‘eslê vê kokê de nêzîkî hev in. Wekî kelîmeyên “şehîd, îstîşhad, şahid, şuheda, meşhed …” Mesela kelîma “şahid” bi me’na zanayê zanînên xwe aşkere dike yanî dibêje tê gotin. Ev kelîma şahid di zimanê Kurdî de jî tê bi kar anîn. Çewa ku di mehkemeyan de dibêjin; şahidê me, şahidê te… Gotina îstîşhadê bi me’na xwestina şehdê ye. Yekî ku şehadetê yanî şehdê bixwaze ji vê xwestinê re tê gotin îstîşhad. Di mijara me de gotina Şehîd û Şehadet bi hevdu ve girêdayîne. Emê jî li ser van gotinan bisekinin û biştexilin.

Şehadet gotineke kitêbî ye û bi me’na şehdê tê bi kar anîn. Ji ber vê jî di destpeka Îslamê de şehdeya bi yekîtîya Xweda û qasidtîya Resulê wî ji însan tê xwestin. Yanî yekî ku bêje ez mûsilmanim ji bo ku ev gotina wî bê qebulê lazim e şehdê bide û bêje: “Ez şehdeyê didim ku ji Xweda pêve tû îlah tuneye û Muhammed jî (s.x.l) qasidê wî ye”. Di Qur’ana pîroz de Xweda Te’ala dibêje:” Xweda û melekên wî û ên zana ‘edaletê bi cih tînin û şehdê didin kû ji bilî Xweda tû îlah tûne.” (Al-î Îmran : 18)

Ji ber ku ev şehdeyî bi ziman tê bi kar anîn jêre tê gotin : “Kelîma şehadetê”. Emma şehdeyeke din jî heye ku di Îslamê de û di nav mûsilmanan de cih girtîye û bû ye daxwaz û armanc. Li gorî gotinên ‘aliman ev şehdeyî ji ber rastîya xwe qedrê wê gelek mezine û li ba Xweda jî zêdetir tê heskirin. Ji ber vê jî şehdeya bi vî şiklî re gotine “şehadet” bi tenê; bê gotina “kelîme”. Yanî di oxira danasîna yekîtîya Xweda û rastîya Resulê wî de tekoşîn bide, canê xwe û rihê xweye şêrîn qurban bike. Em binihêrin ka ev şehdeyê tiştekî çawaye?

Şehadet û Şehîd

Şehîd, bi me’na ê ku bê armanc û xwestina dinyayê, di rêya Xweda de dimireye. Tekoşîna ku dide xalis ji bo razibûna Xweda ye. Di hedîsekî de ji Resulê Xweda ewha tê pirsin. “Yekî ji bo mêranîyê, yekî ji bo irqê, yekî ji bo rîyayê herbê dikin. Kîcan ji vana di rêya Xweda de ye?” Resulê Xweda jî ewha bersiv dide: “Kî ji bo ku dînê Xweda bilindtir bibe herbê bike ew di rêya Xweda da ye(dema bê kuştin jî dibe şehîd).” (Ev hedîs bi tifaqe).

Bi rastî gotina “şehîd” leqebek e. Ê ku di herba bi kafiran re de tê kuştin jê re tê gotin. Evê herbê ger cîhada bi xwe be yan ji bo fetha welatekî be yan ji bo belavbûna Îslamê be yan ji bo xweparaztinê be yan jî ji bo li dijî hûcumên neyaran be ferqî nake.

We’dên Xweda Teala ji bo xwestina şehîdîyê pir hatine; hem di Qurana pîroz de û hem jî di hedîsên pêxemberê me de. Wekî ku Xweda Teala gotiye: “Eger hun di rêya Xweda de bên kuştin yan jî bimirin, efûkirin û rehma ji Xweda ji we re çêtir e ji tiştên ew berhev dikin(ji tiştên dinyayê).(Al-î Îmran/157)

Me’na Şehîd û Şehadetê

Di dîrokê de piştî demeke dirêj, gotina şehadetê bes ji bo mirinê hatiye bi karanîn. Lê belê dema ku em li ayet û hedîsan dinihêrin tê fêhm kirin ku ji bo şehadetê mirin şert nîne belkî encam e. Yanî ji bo şehadetê ya serî “jîyane”. Jîyaneke li gorî Îslamê û ji bo Xweda. Lewra di hedîsê de ewha hatîye: “Kî ku ji bo Xweda bi rastî(yanî bi jîyana xwe) şehadetê bixwaze, ewê Xweda wî bigihîne derenca şehadetê, welew ew li ser doşeka xwe jî bimire“.(Mûslîm) Ji ber vêye ku ên şehîd dikevin dixwazin ku dîsa werin dinê û cîhadê bikin û dîsa şehîd bikevin. Pêşîyên me jî gotine ku “Ji bo meriv bibe şehîd gerek meriv wek wan bijî“. Yanî heyat û jîyana xwe li gorî emrê Xweda bidomîne.

Elbet mûhîme ku meriv li kû derê û bi çi şiklî dimire. Lê belê ya mûhîmtir ewe ku meriv çawa dijî. Lewra di şehadetê de -wekî ku me got- du me’na hene; Yek şahidîye ê din jî şehîdîye. Eger evan herdu me’neyan bi hev re neyên fêhm kirin şehadet jî nayê fêhm kirin. Lewra em dizanin ku daxwazîya şehîd belavbûna dînê Xweda û serkeftina mûsilmanan e. Yanî gazîya Quranê û Resulê Xweda ji însanan re diqîrin. Ew dizanin ku eger li gorî emrê Rebbê xwe jîyana xwe saz bikin ewê mirina wan jî di pey wan de vê armancê bidomîne. Welew ev mirin ne bi quştineke di herba bi kafira re be jî. Çawa ku şair di şi’rê de vê anîye ziman:

Guh dan gazîkirina Rebbê ‘alî

Xwe ji dehw û doza wî nedan alî

Şên dikirin şev û rojên xalî

Bi îlm û îbadet hebs û zîndan

 

Ji bo vê kufr û zûlm û tuxyanê

Hilînin ji ser ruyê cîhanê

Bê tirs rahiştin ‘ilmê Quranê

Bi ‘ilmê Quranê cîhan avdan

 

Çima Tê Gotin “Şehîd”

Li ba aliman der heqê bi navkirina “şehîd” gelek raman hene. Ji wan ramanan evin. Ji wanra tê gotin şehîd lewra;

1- Ew saxin. Yanî ruhê wan hazirin û dibînin(ev jî me’na şehîd e)

2- Xweda, Resulê wî û melek şehdê didin ku ji wan re cennet heye

3- Dema ku rihê wî derdikeve cihê xwe yê li cennetê û tiştên jê re hatine amade kirin dibîne

4- Xweda şehdîyê dide ji bo azadîya wî ji agir(cehennemê)

5- Ew, roja qiyametê ji bo qasidên Xwedê şehdîyê didin

6- Wextê mirinê de melek li balêne û şahidê dawîya heyata wîya xweş dibin

Cihê Şehîd Di Îslamê de

Cihê şehîd û şehadetê di Îslamê de ciheke pir bilinde. Gelek we’d û soz ji bo şehîd hatine danîn. Hem di dinyayê de bi gelek nî’metan hatine şakirin û hem jî di axretê de encamên balkêş ji bo wan hatine amade kirin. Xweda dibêje :”Ji wanê ku di rêya Xweda de têne kuştin re nebêjin “mirî”; Ew saxin lê belê hûn vêya fêhm nakin” (Beqere-154)

“Ewanên ku di rêya Xweda de têne kuştin wan mirî nehesibînin. Lewra ew saxin û li ba Rebbê xwe dixwin û vedixwin“(Al-î Îmran-169)

Di suretê tewbe ayeta 111yî de li ser danîn û sitendina mal û canê mûsilmanan ê ku di rêya Xweda de cîhadê dikin tê gotin: “… ev xelasîke pir mezine” Alimên Îslamê dibêjin ku ev xelasî derenca mezintir e di cennetê de ew jî hevaltîya Resulê Xwedaye li ser Hewdê Kewserê(silavên Xweda li ser wan be).

Fedla Şehîdan

Digel vê merteba mezin hinek qencî ji bo şehîd hatine gotin. Ew jî ji kerema Xweda ye ku li malbat û heval û hogirên şehîd kirîye di dinya û axîretê de. Emê hinek ji van qenciyan bibêjin.

a- Gunehên şehîd temamî tên ‘efûkirin dema ku xwîna wî tê rijandin.

b- Deftera emelên wî nayên girtin. Ji bo qencîyên wî bên nivîsandin heta roja qiyametê vekirî dimîne.

c- Ji bo şehîdan sualên qebrê tinîne. Bê sual diçine cennetê.

d- ‘Ezabê qebrê ji bo şehîd tinîne.

e- Cihê xwe yê li cennetê dibîne.

f- Ji tirsa qiyametê pak in. Di wê rojê de natirsin.

g- Tacekî tê danîn li ser serê wan ku yek yaquteke wê ji dinya û tiştên di dinyayê de çêtir e.

h- Bi hurîyan re dizewicin.

i- Ji heftê û dû merivên xwe re şefe’etîyê dikin.

j- Bi tevî cilên xwe yên bi xwîn tê xistin qebrê de. Lewra Resulê Xweda gotiye ku temamê birînên şehîd û xweyna wî roja qiyametê bêhna miskê jê tê(Îmam Ehmed 13674).

 

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *