Di meha Remezanê de hinek ciwan dîtin ku pîrekek li ber çavan rojîya xwe dixwe.
Jê re gotin: Ey pîrê, ma tu rojî nagirî?
Pîrê got: Belê ez rojî digirim, tenê av û xwarinê dixwim.
Ciwan keniyan û gotin: Bi rastî?
Pîrê got: Belê, ez derewan nakim, li kesî nanêrim, henekê xwe bi kesî nakim. Ez heqaretê li kesî nakim, zirarê nadim kesî, li mal û milkê kesî nanêrim û… Lê mixabin ji ber ku nexweşiyeke min a taybet heye ez nikarim rojiya zik bigirim.
Paşê pîrê ji xortan re got: Ma hûn jî rojiyê digirin?
“Na,” yek ji wan xortan got, serê xwe ji şermê xwar kir.
Em tenê naxwin!!!