Fûad AyaşGiştîMa Qey Feqîr Qelîyabûn!

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm Xwendevanên ‘ezîz!

Di Ola Îslamê de li ser temamên muslumanê maldar an jî ne maldar pêwîst e ku sedeqe di rêya Xwedê Te’ala de bidin. Lewra di derheqê vê meseleyê de him di Qur’ana Pîroz de gelek ayet hene, him jî gelek hedîsê Resûllûllah ‘eleyhîsselam hatine rîwayetkirin.Tiştê balkêş ev e, ku meriv ji kîjan tiştên xwe yê hêja û qîmetdar sedeqe û xêr bide ewê Xwedê Te’ala jî li gorî wan sedeqeya mertebeya meriv bilind bike.

Li ser vê meselê ezê hîkayeke pir bi îbret bi we re parve bikim. Di dem û wextên berê de li gundekî zilamekî nêçîrvan hebûye. Rojek ji rojan ev zilam ji kulfetê xwe re dibêje:

– Hurme Xweda bike nesîb ezê sibê herim seydê. Û dibe ku ez du se rojan li seydê bimînim. Ji ber vê yekê ji kerema xwe re mal hazirî hinek tiştên xwarinê têxe tûrikê hespê min.

Piştî ku pîreka wî hinek xwarin û vexwarinê dixe tûrikê hespê, zilam li hespa xwe siwar dibe û tevê tajîyê xwe diçe seydê. Mewsîm havîn e ,zilamê ku çûye seydê piştî du sê rojan ji seydê vedigere malê. Hespê xwe û tajîyê xwe datîne malê û diçe nava gund. Pîreka wî a reben jî tûrikê ku xwarinê têde şandîye vala dike. Dinêre ku qewanoza ku mehîrê têde şandîye tijeye. Gava pîrek devê qewanozê vedike dike vereşe lewra mehîr hingî tirş bûye pîrek ji bêhna wê gêj dibe. Pîreka reben jî bi dilekî safî mehîrê dixe ber tajîyê. Demek şunda zilam tê malê. Û ji pîreka xwe re dibêje:

– Hurme gelo te tûrikê min ê seydê vala kir?

Pîrek dibêje:

– Erê welleh min vala kir. Te çima pirsî ?

Zilam dibêje:

– Te ji bo ku ez bixwim mehîrê şandibû lê belê min nexwaribû gelo te çi kir ji wê mehîrê?

Pîrek dibêje:

– Welleh ew mehîr hingî tirşoqî bibû êdî gêja meriv dibir.

Zilam dibêje:

– Êêê te mehîrê çewa kir?

Pîrek dibêje:

– Welleh hema min jî danî ber tajîyê te.

Zilam qîrîn dike û dibêje:

– Hey qîza bê bavan! Te bi çi aqilî mehîra tirşoqî daye tajîyê min ê seydê. Lê ku tajî pê bimirana?

Pîrek bi vê gotina zilamê xwe heyîrî dimîne û dibêje:

– Xweda ji te razîyo! Îja minê çi bikirana ji mehîra tirşoqî?

Zilam ji dilê şewitî dibêje:

– Ma qey feqîr qelîyabûn. Te yê wê mehîrê bi xêra dê û bavê me bidana malbateke feqîr.

Xwendevanên bi rûmet ez bawer im ku we temama meselê fam kir. Ola Îslamê tewsîya me dike ku em tiştên li ber dilê me herî qenc tesedduq bikin. Gava em werê bikin emê li bal Xwedê Te’ala bibin ji kesên hatine pesinandin. Tiştê ku em nexwin û li xwe nekin pêwîst e ku wan tiştan bi navê xêrê nedin kesekî.

Hevîya me ji Rebbê me eve ku me bigerîne ji kesên camêr û qenc. Emanetê Xweda bin…

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *