Fatîh ŞêxdodîDehşika Poz Bilind

 

Carek ji caran rehmet û selametî liser hazir û guhdaran.

Di zemanê berê de, li gundekî çewlîgeke (çiftlik) mezin hebû. Navê xwedyê Çewlîgê Hemê Silo bû.  Ji pez bigre heta dewaran; ji tûtikan bigre heta şamî, qaz û werdekan; ji ker û hespan bigre heta kûçik, pisîk û kivroşkan… Bi dehan cûreyên heywanan li çewlîga Hemê Silo dijîn. Ger em li van cûreyên heywanan û meznahîya cewlîgê binhêrin, di nava xwe de wek dinyakî biçûke. Di dinya ya ku em têde dijîn, bi milyonan zîrûh, her yek bi wezîfeyekî hatiye xuluqandin û jiyan wiha di dome. Li dinya ya Hemê Silo jî, wezîfe û karê her heywanekî ji hevdû cuda ye. Herwiha kar ê tûtikan hêk kirine, kar ê pez şîr dayîne, kar ê hespan siwarîye û kar ê keran jî hilgirtina bar e.

Hemê Silo ji çewlîga xwe pir memnûn e. Ji xwe çewlîga wî jî, di heremê de bi nav û denge. Jiyana çewlîgê bi azana dîk re berdestê sibê dest pê dike. Ku sibe lê dixe ji çîke çîka çivîkan bigre heta qirte qirta tûtikan; dengê berxikan li alîkî, golik li alîyê din di borin. Kesên di nava evan dengan de mezin bibe, bi rastî wê nizanibe nexweşîn çiye, derdê dinyayê nakeve bîra wî.

Li çewlîga Hemê Silo, dehşikekî kerê heye. Wekî heywanên din ew jî li ber dilê dîya xwe mezin dibe. Me’lûme karê diya dehşikê, hilgirtina barê Hemê Silo ye. Dema barekî wî hebe, kera xwe dikşîne ber bar, barê xwe lê dike û dibe.

Rojekî Hemê Silo, du torbe genim li kera xwe bar dike û bi xebatkarekî re dişîne aşê. Dehşika kerê jî, bi dîya xwe re diçe. Dema ji çewlîgê dertên, dehşik dinihêre, li mêrga kêleka çewlîgê, hinek hesp diçêrin. Di nava hespan de, ca’nîyên wan jî hene. Dehşik bala xwe dide wan, dibîne ku hesp û ca’nîyên xwe li hevdû baz didin, radibin ser herdû pîye xwe yên paş, deng derdixin… Ev pir li xweşa dehşikê diçe. Xwezîya xwe bi ca’nîyan tîne. Li hêla din dinhêre, dîya wî di bin bar de karekî bi zehmet dike.

Dibe êvar, dehşik û dîya xwe vedigerin axura xwe. Dehşik ji dîya xwe re dibêje:

  • Dayê, çima hesp heta êvarê li derve ne, li kêfa xwe dinhêrin; tu jî di binê barê Hemê Silo de li vî alîyê li wî alîyê diçî û têyî.

Dîya wî dibêje:

  • Dehşika minî delal, karê her kesî ji hevdû cuda ye. Ew hesp in, însan li wan siwar dibin, bi lez û qewetin, karê wan ew e. Em jî ker in, karê me jî ev e.

Xeberdanên dîya wî bi serê dehşikê nakeve. Ji dîya xwe re dibêje:

  • Ezê jî herim nava hespan, bi wanre bigerim, bibim hevalê ca’nîyan, belkî ez jî bibim weke wan. Ez nikarim vî karî bikim. Heta êvarê xulamtîya Hemê Silo nakim.

Dîya wî çiqas jêre dibêje jî, dîsa dehşik ji a xwe nayê xwarê. Sibe li dixe, karkerê çewlîgê tên, heywanan berî derva didin. Dehşik xatira ji dîya xwe dixwaze û berê xwe dide bal ca’nîyan. Ji bona bilind bê dîtin, pêl neynokê xwe dike, bejna xwe bilind dide nîşandan, ser û pozê xwe bilind dike. Dema tê nav ca’nîyan, piştî silav dide, dibêje:

  • Hevalno! Ger destûra we hebe, ez dixwazim bi were hevaltî bikim, ez jî bi were bijîm.

Ca’nî vê pêşnîyarîyê qebûl dikin û dibin hevalên hevdû. Ji niha pê de êdî dehşik bizarî wan dike. Ca’nî çi bikin, dehşik jî dubare dike. Dema ku ca’nî baz didin, dehşik jî wek wan baz dide, lotika li xwe dixe; dema ca’nî radibin ser herdû pîyê xwe yên paş, ew jî li xwe dixe ku rabe lê nikare. Dawîyê dema derxistina deng tê. Ca’nî, wek dê û bavên xwe, bi awayekî ‘esilzade deng derdixin. Ev car dora dehşikê tê. Dehşik, bîna xwe baş dikşîne hundur û ji nişkava dike zirînî.  Ji ber ku derva qerebalixe, dengê zirînîya dehşikê pir bala kesî nakişîne. Lê dehşik fêm dike ku, bi vî dengî di nava hespan de nikare bi sekine. Ji xwe re dibêje ‘ez çi bikim, divê ez vî dengî ji bîra bikim’

Roj û meh wiha derbas dibin. Êdî dehşik jî, hînî jiyana nav hespan dibe. Ne wek wan be jî, bi bazdan û hinek hal û hereketên xwe îdare dike. Lê belê hê meseleya deng çareser nekiriye. Carnan ji nişkava zirînî ya wî tê, bîna xwe digre heta tê ber mirinê.

Şevekî ji şevên zivistanê ye. Dehşik û hevalên xwe li axura hespan hewandîne. Xebatkarê çewlîgê, piştî êm dide wan, elektrîkê digre, derî jî radide û diçe. Di serê de wekî se’etekî derbas dibe. Dehşik li hevdû di qilqile. Zirînîya wî tê, nayê îdare kirin. Carekî, du car, sê car bîna xwe digre, ‘eybe ‘eybe… Ew şev pir bêrîya dîya xwe jî kiriye, kelegirî bûye. Li hevdû diçe û tê, avê veduxe, êmê xwe di qedîne, nabe. Dîsa zirînî ya wî tê.  Tê halekî wisa, êdî xwe ber dide û dizire. Lê zirînîya xwe zû qut dike.

Hevalên wî, bi dengê zirînîyê şîyar dibin. Li hevdû dinihêrin, dibêjin:

  • Ev çi denge?
  • Ji kêder hat, kî derxist vî dengî?
  • Guhên min ker bûn.
  • Oofff! Xewa min herimî.

Dehşik fahm dike ku wê pê derxin, dibêje:

  • Hevalno! Min biborînin. Bê me’ne, min xwe ne girt, ba bi ber min ker.

Yek ji ca’nîyan dibêje:

  • Wîîî… Bê lome be, ev dengê bayê bû.
  • Ez bi her çar simê dîya xwe sond duxum, bê hemdî çêbû.

Hinek ji wan jî di ber xwe de dikenin.

Dehşik bi vê zirînê dilê xwe rihet nekir. Piştî kerkes dikeve xew, dîsa xewa wî nayê. Ew jî ji xwe fahm dike ku heta dilê xwe rihet neke û hundurê xwe vala neke xew nakeve çavên wî.

Se’et dibe sisê şevê. Ji xeyrî fîke fîke bayê deng tuneye. Bêdengîyeke wisa heye, di axurê de dengê hilma wan tê. Dehşik dinihêre êdî nabe, her tiştî dide ber çavê xwe û dest bi zirînîyê dike.

  • Zir û zir û zir û zir…

Ev deng, bi deqqeyan didome, temamê çewlîgê radibin ser pîya. Di axuran de pêlî hevdû dikin. Hemê Silo tevlî malbat û xebatkaran… Tev dertên derva, bi dû dengê zirînê dikevin. Tên dinihêrin ku dehşik e. Hemê Silo hema bi serê wî digre û berdide derva, pêra dibêje:

  • Hey mal mîrato! Ev çi zirînîye vê se’etê.

Dehşika ku ‘eslê xwe ne di’eciband, wê şevê liber sermayê derbas kir. Dema bû sibe, berê xwe dide bi bal dîya xwe ve. Heta sibê şîretên dîya wî di bîra wî de bûn.

Çîroka me çû dîyaran, rehmet li dê û bavên hazir û xwendevanan.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *