Ji ber ku jiyan ji dîn, ji bîr û bawerîyê şekil distîne di jiyana beşer de tiştê herî muhîm dîn e. Dîn jî bi ziman tê teblîğkirin û jiyanê dibîne. Quran dibêje: “Ji bona hûn ‘eqil bikgrin Me ew, Qur’aneke ‘Erebî nazilkir.” –Yûsuf: 2- “Ji bo ku ji qewmê xwe re bibêjin me her pêğemberî bi zimanê wî qewmî şand.” –Îbrahîm: 4- Rebbê ‘Alemê bi şandina pêğemberan û nazilkirina wehyê re bala muminan dikşîne bibal ziman ve. Ziman ji bo muhafezekririn û hînkirin û jîndarkirina mûqeddasatan ne yek ji wesîleya ye, wesîleya yekem û bi tenê ye. Ev yek jî dide nişandan ku Kurdên Musluman her wekî qewmên din gerek ehemmiyetê bidin zimanê xwe. Qur’an di serê sûretê Rehman de bi me dide zanîn; Ê ku te’lîma Qur’anê kiriye û însan xuluqandiye wî hînî ziman (beyan) jî kiriye. Wehya Îlahî û tecrube û jiyana beşer jî bime dide zanîn ku ziman hinik fe’aliyetên rûhî ne ku ji bedenê cuda nabin. Her qewm, derheqê jiyan û wehy û me’newiyatan de bi hissiyatên xwe difikire, bi zimanê xwe wan beyan dike, xeber dide. Di xusûsa îfade û hissiyatan de her qewm cuda ye ji yên din û her yek jiwan taybetmendiyek wî heye. Cudabûna ziman û qewman ne ji bo pevçûn û dijmiantiyê ye, wek şaxên darekê ku di rehekê de dighîjin hev, ji bo hevdîtin û naskirinê ye.
Di nav van zimanan de Kurdî jî zimanê me ye. Pêşeroja me li serê hatiye avakirin, avakirina îstîqabla me jî dîsa wê bi wî be. Bi derbasbûna dewr û qernan ji pêşiyên me mîraseke dewlemend ji me re mayiye. Zimanê Kurdî şibhê şi’rekê, bi bedewkarî di nav xwe de hatiye hûnandin, xweşi yû bedewiya wî taybetê bi wî ve ye. Piştî futûhatên Îslamî di medrese û mizgeftên ku hatin avakirin de Kurdî bû zimanê ‘ilm û îrşad û teblîğê. Baba Tahirê Hemedanî ji rojhilatê Kurdistanê ve Melayê Cizîrî jî ji Medresa Sor a Cizîrê ve bi Kurdiya xwe ya şîrîn rê bi ber qewmê xwe xistine, erda Kurdistanê seranser bi gotinên xwe xemilandine û ronî kirine. Her wiha Kurdî di tekye û dîwanan de, di nav şêx û murîdan de bû zimanê tesewwufê. Di koşk û qesran de, di nav beg û mîr û ağa û rêberan de bû zimanê deselatdariyê. Piştî ku Dînê Îslamê qebûlkir qewmê me yê Kurd gelek hurmet ji dînê xwe re girt û ket xizmeta dînê xwe. Bi vê xizmetê hem zexm û qewîn bû hem jî hemî xesletên xweşik di xwe de civand û xweşik bû. Di warê ziman de jî gotin û fi’l û îstîlahên Qur’an û hedîsan mûqeddes qebûl kir, wan di nav zimanê xwe de bikar anî û bi xwe re mezckir, heland, kir mal ji xwe re. Ji aliyê din ve bi rêberxistina Qur’anê ku dibêje “mumin birayê hev in” hemî qewmên Musluman ji xwe re bira qebûl kir. Bi şi’ûra biratiyê hem piştigiriya wan kir hem jî têkiliyên xwe bi wan re germkir. Di çand û şi’r û edebiyatê de ji ‘Erebî û Farisî gelek gotin û îstîlah wergirt.
Bi vî rengî zimanê Kurdî di îfadekirin û edebiyatê de gihaşt qudreteke gelek bi tesîr. Gelek zanayên Tirk û ‘Ereb û Faris li zewq û helaweta wî heyran man. Şêx Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Siyahpûş, Melayê Bateyî, Mewlewî, Hecî Qadirê Koyî, Şêx ‘Ebdurrehmanê Aqtepî, Kerbelaî, Mûhemmed ‘Eskerî, Pîremêrd… gelek berhemên qedirbiha ku tu carî kevn nabin li dû xwe hiştin. Zimanê Kurdî ji nû ve şînbû, kok da, bû zimanê ‘eşq û me’newiyat û edebiyatê.
Ger em behsa roja me bikin; li başûrê Kurdistanê, Kurdî zimanê fermi ye ji bona hukûmeta herêma deselatdar ku bi ser hukûmeta merkeziya dewleta ‘Iraqê ve girêdayi ye. Di gel vêya, gelek zanayan zimanê Kurdî bi hostatî bikar anîne û li pişt xwe berhemên qedirbiha hiştine. hinik ji wan zanayan ev in: Şêx ‘Elauddînê Xeznewî, Mela Yasînê Yusrî, Yûsûf Xelîfe, Mela Ehmedê Qoğî, Mela ‘Eliyê Zîlan, Mela Mûhemmed Emînê Heyderî, Mela Mizgîn, Şêx ‘Ebdurrehmanê Şawirî, Miskîn, Mela Ebdullahê Dêrgulî û hwd. Lê mixabin zimanê me yê Kurdî yê ku bi deh milyonan Kurd pê xeberdidin îro ji gelek aliyan ve di bin hereşeyan (tehdît) de ye. Ji aliyekîve dewletên deselatdar Turkiye, Îran û dewletên ‘Ereban naxwazin hebûna zimanê me qebûl bikin. Ji vî alî ve Kurdî di navbêna înkarkirin û qedexekirinê de maye, di bin talûka hebûn û nebûnê de dijî. Ji aliyekê din ve Kurdî di çapemeniyû medyaya ne ehlan de ne li gora tebî’etê xwe tê bikar anîn, di bin îstîlaya nezan û xêrnexwazan de him bi him ji eslê xwe dûr dikeve. Kurdi ya ku bi îstîlahên Îslamî hatiye hûnandin û qudreta me’newi ya qewmê xwe di xwe de hildigre tê guhertin bi Kurdiyeke sekuler, kelîmeyên bê rih û bê bereket. Kurdên neteweperest ekserê wan bi Kurdî nizanin, ê ku zanin jî gelekê wan bi Kurdiya eslî nizanin. Mesela di bedêla “roja te bi xêr, rehema Xwedê li dêw bavê te, Xweda ji te razî be, înşaallah, bixêr” de “roj baş, spas, memnun, baş e, herhebî” tê bikaranîn. Guherîna ziman, bi zanebûn yan jî bi nezanî Kurdan dahf dide bibal xizmeta dagirkeran ve.
Ji aliyekî ve jî Kurdên Musluman ehemmiyetê nadin bikaranîna Kurdî, ne di xeberdan û têkiliyan de ne di nivîsandinê de ne jî di perwerdehiyê de. Medresên me yên ku xusûsiyeta wanî herî li pêş te’lîma bi zimanê Kurdi ye îdî di te’lîmê de bikaranîna Kurdî tê terkkirin. Nêzîkî ji seda sedî feqiyên nesla nû bi Tirkî ders dibînin. Hal ew e ji destpêka ku Îslam ketiye nav Kurdistanê û heta niha teblîğ û îrşad û ‘ilm û tesewwuf bi Kurdî hatiye pêkanîn. Kitêbên ku bi ‘Erebî hatine nivîsandin bi Kurdî hatine şerhkirin. Tirkî tu carî nabe tercumanê qelbê însanê Kurd. Zimanê Kurdî, ji hereketê rûhi yê Kurdan peyda dibe, his û heyecan û me’na ku di dilê wan de derbas dibe bi Tirkî nayê îfadekirin. Şi’r, qesîde, kilam û edebiyata ku ji kûraniya pêjna wan derketiye û bi Kurdî hatiye hûnandin ne mumkune ku bi Tirkî were pêkanîn. Ev hal taybetmendî û mu’cîzeke Rebbê ‘Alemê ye daye her qewmî û zimanî. Terikandin û jibîrkirina vî halî ji xwedyê xwe re ne xêr e. Erê ayeteke ku bêje “zimanê xwe jibîra nekin” tuneye û jibîrkirina ziman li gora hukmê şer’î ne gunehkariye jî. Bes jibîrkirina ziman di heman weqtê de jibîrkirina mu’cîzekî û nî’metekî Rebbê ‘Alemê ye ku qîmet daye însan û ev nî’met jê re hibe kiriye. Terkkirina vî nî’metî û jibîrkirina vê mu’cîzeyê xesareteke gelek mezin e ji xwedyê xwe re. Weke kesê ku xezîna xwe winda bike yan jibîr bike.