Zamanekî li gundekî çend qabîle, yanê çend malbat hebûn. Ev gund di zemanê ‘Usmanîyan da gundê began bû. Piştî herba Yekemîn a Cîhanê Dewleta ‘Usmanîyan ji hevda ket û Cumhûrîyet ava bû, nexasim piştî qîyam û serhildana Şex Seîd fermana beg û axayan rabû… Hinek axa hatine kuştin, hinek bûn mahkûm, ji wan hinek jî surgûn bûn. Pîştî ev bûyer li heremê qewimî, hinek axa û bega gûndê xwe firotin. Ev gundê ku eme bahsa wî bikin jî gundê axa bû û piştî qîyama Şex Seîd hatibû firotan. Çend malbatan gund kirîbûn. Lê ev malbat ji hev cuda bûn. Heryek ji hilekî hatibûn gund û bibûn cînarê hev.
Mezin û aqilmendê malbata li gund bihevra kirvatî û dostî danîn, qîz ji hev girtin û dan hev, bi kurtasî xwîna wan di pîşa hevda rijîya û bi namusê bûn merivê hev. Çiqas li gund ev tiştê qenc çêbûn jî, fîtne û hesûdî jî li gund her timî hebû…
Rojekê li çolê di nabeyna dû xortan da pevçûn û neqaşî derket, her du xortan ‘ewil bi kurman li hev dan, paşê ê yek kêra xwe derxist û xortê malbata din bi kêr kir. Xebera pevçûnê çawa hat gund, li hêlekî bi lez û bez birîndarê xwe rakirin nexweşxanê, li alîyê din xeber dan qereqolê û cenderma ser gund de girt û ji malbata 8 zilamê wan desteser kirin û di qereqolêda binçav kirin.
Roj li hessûd û fesadê gund hilat û dest bi fesadîyê kirin. Ji malbata bîrîndar re waha gotin:
-Birastî bêbextîyeke mezin li we kirin, bîrîna kû rê we ye û birîna we pir xedar e, ewê di nêzda xebera mirina wî were… Ana nîvê zilamên wan li qereqolinê, dem dema heyfê yê, heger hûn heyfa xwe îro negrin îdî nema hûn ne dikarin heyfa xwe bigrin…
Li wê heremê bi navê ‘Emer mahkûmekî navdar hebû, ew jî tevî penç mahkumên xwe hatibû gûnd û çûbû mala bîrîndaran. ‘Emer jî fîtne û fesadî dikir. Di xwast ku, gundî bi hev kevin, ew û mahkumên xwe jî, gund talan bikin.
Malbata ku, 8 zilamê wî binçav bûbû jî tedbirê xwe girtîbû xeber dabûn aqrebeyê xwe yên li gundê nêz û çend zilamên wan bi çek û sîlahên xwe hatibûn gazîyan wan… Bi kurtasî li gund fîtne û belayeke mezin hebû, heger xwe li hev eşkera bikirana û sîleh bi teqîya belkî çend xort û zilam bihatana qetilkirin…
Mezinê malbatê bangî du gundîyên xwe yê biteraf kir û ji mezinê malbatê birîndar re xeber şand û got:
-Li kaînatê ê herî mezin Xwedayê Teala ye, tu jî mezin û zanyare malbata xwe yî. Li nava gund fîtneyekî gelek mezin heye, heger deng bi çek û sîlahan bikeve, ji her du malbatan wê gelek xort û zilam li ‘erdê kevin. Hela îro aram bin û sebir bikin, heyf e bila xwîna xortên me neyê rijandin, bila hinek xortên me nerin bin axê û hinek jî nerin hefsê. Ez qesem dikin bi Xweda evê di nabeyname da fesadîyê dikin ne heskirokê te nin. Nexasim ‘Emer û mahkumê li dorê jî bo malê me talan bikin hatine, binêre li pişta wan werîs hene. Waxta ku em bi hev bikevin ewê malê me yên bi qîmet û haywanên me yên li çolê ji xwe re bibin. Suwarê xelqê tûm peyayî… Kes berxê me ra nake beran… Bîrîndarîya xortê we û heyf girtina wî jî bo ‘Emer û mahkumê wî ne armanc e… Du xortan li çolê li hev xistine, hemd ji Xweda ra mirin tune ye, çend rojên din wê bîrîndarên we werin malê… Wê çar xwêrxwaz têkevin nabeyna me û çi qerarê bidin bi min qebûle. Resulê Xweda (s.x.l.) di dedîseke xwe da waha dibêji:’Ji we kî rêyeke xêrê veke heta qiyametê dibe ortaxi wê rêyê jî we kî jî rêyeke xerabîyê veke, ev jî heta qîyametê dibi ortaxi wê xerabiyê…’ Werin heta gotinên me pere dikin em avekî li vî agirî bikin, heger tevlihevî çêbe êdî kesek li gotinên me gûhdar nake. Ka were em her du rêyeke xêrê vekin, silh û silametîyê têxine nava gûnd.
Mezinê malbata birîndar çawa ev xeber û gotinê bi hîkmet bihîst ji xewa xefletê şîyar bû, ‘ewil ‘Emer û mahkumê wî sahkir. Dît ku, tamamê mahkuman werîsên wan li pişta wan e. Fehm kir ku evana ji bo xirabîyê hatine. Hima xort û zilamen xwe li hev civandin û waha gazî wan kir:
-Gelê dost û ehbabên min, xort û zilamên malbata min, hemd ji Xweda ra be waye xeber ji bîrîndarê me hat ku, birîna wî ber başîyê ve diçe û înşeallah di nêz de were malê… Ji kerema xwe re tev aram bin û biçin malên xwe… Ez naxwazim fîtne ji xew şîyar bikim û bibim sedema qetl û qutûlê…
Piştî van gotinan hinek xortan îtîraz kirin lê mezin û aqilmendên malbatê xortên xwe razî kirin.Fesat û mahkuman dîtin ku cîh ji wan re nema tev belav bûn û çûn malên xwe. Her du mezinên malbata bûn sedema sulh û aşîtîyê.
Xwedayê ‘alemê kêmasîya zanyar û aqilmendan nede ummeta Îslamê…
Gelê xwandekarên hêja!E jî weke mezinê malbatê dibêjim:
-Suwarê xelqê tum peyayi ne û kes berxê me nake beran…
Bimînin di xêr û xweşîyê da…