BijarteGiştîMele MehdîPapaxana Tacir û Azadî

Di demekê da tacirekî ji ehlê mala xwe re dibêje ezê herim Hindistanê, ka daxwazîyên we ji min çi ne? Her yek ji min re bêjin ji bo vegerê de dîyarîyên hûn dixwazin ez ji we re bînim. Hetanî ji xulamên xwe jî dipirse ka daxwazîyên we çi ne? Papaxanekî wî jî hebûye, dor tê ser papaxanê wî, jê re jî dibêje:

-Gelo ka xwestina te jî min çîyê?

Papaxanê wî dibêje:

-Daxwazîya min ji te ev e, ku tu çûyî wir merivên min li wir hene. Tûyê silavên min li wan bikî û ji wan re bibêjî; min vî merivê we xistîye qefeseke xweşik ez baş lê dinêrim. Gotîye ji wan re bibêje hûn li wan deran azad in û hurr in difirin, ez jî li vir hesreta we dikşînim.

Tacir xatir dixwaze û dikeve rê. Piştî zemanekî digihê Hindistanê. Karên xwe diqedîne, daxwazîyên hemû ehlê xwe bi cih tîne. Paşê papaxanê wî tê bîra wî, derdikeve dervayî bajêr digere hetanî rastî hinek ji wan tê. Ji wan re dibêje:

-Papaxanekî min jî wek we heye silav li we kir û got ew li wê derê bi azadî difirin ez jî li vê derê hesreta wan dikşînim.

Tacir çewa gotinên xwe diqedîne Papaxanekî ji ser guliyên darê dikeve erdê, hinekî li erdê diperpite û rûh dide. Tacir di dilê xwe de dibêje hey wax, ev min çikir? Paşê dibêje çare tune, tiştên çû nede dûv û bi rê dikeve.

Piştî tê malê, dîyarîyên her yekî dide wan, papaxanê wî dibêje:

-Gelo te karê min çikir?

Tacir dibêje:

– Min silavên te li wan kir.

Papaxan dibêje:

-Wan çi gotin?

Tacir naxwaze a rast bêje, dibêje:

-Tiştekî negotin.

-Papaxan dibêje: Gelo qet tiştekî jî negotin?

Tacir dinêre xelasîya wî tune, mecbûrî jêre meselê dibêje. Çewa gotinên wî diqedin papaxanê wî jî wekî ê Hindistanê dilerize, diperpite û rûh dide. Tacir, diqîre, li çokên xwe dixe lê feyde tune. Wî ji qefesê derdixe dibe derva ku erdê bikole û wî veşêre. Lê belê çewa wî datîne, papaxanê wî ji nişkave difire ser çuqliyê darê. Tacir şaş dimîne, dibêje:

-Ev çibû?

Papaxan dibêje:

-Min bi te re xeber şand ji wan re rewşa got û ka ezê çewa ji vî halî xelas bibim. Wan jî bi te re bersiva min şandin, gotin ancax tu bimirî tuyê ji qefesê xelas bibî. Min jî wek wan kir û ez xelas bûm.

Papaxan piştî van gotina xatir xwest û firîya çû…

Ev çîrok bi me dide zanîn ku hetanî meriv nemirê, meriv ji qefesan azad nabe. Lewra kesên ku azadiyê dixwazin lazim e ewil nefsa xwe bikujin da ku ji qefesa nefsê xelas bibin. Ji bona şeytan en sîlaha mezin nefs e. Lazim e ku meriv gem li nefsa xwe bixe ku wî hefsarê şeytan bi nefsê dixe serê meriv û meriv li dûv xwe kaş dike û dibe hetanî cehenemê, meriv ji xelas û azad bibe. Belê en azadîya mezin di evdî tîya Xwedê daye.

Ji xwe Pêxemberê Xwedê jî di hedîseke xwe de wiha dibêje: ” Bimirin berîya ku win dimirin.” Yanî nefsa xwe bikujin, yanî xwestinên xwe yên ku bê emrîyen Xwedê ne terk bikin, da ku hûn ji hefsarê nefsê û Şeytan xelas bibin û bi eqlê selîm karibin bifikirin. Lewra nefs û şeytan nahêlin meriv bi aqlê selîm bifikire û heqîyê bibîne.

Xwedê me tevan ji hefsarê nefsê û şeytan xelas bike. Heqî bi heqî bime bide zanîn û me li dûv heqîyê bibe, batil jî bi batilî bime bide zanîn û me jê biparêze…

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *