Kurd dixwazin di dunya û axretê de bi rûmet bin. Di gel ‘urf û ‘adet û kevneşopiyên xwe li gora ‘eqîda xwe, bîr û baweriya xwe bijîn. Dixwazin di nav qewmên dunyayê de ew jî bi terzê xwe yên taybet werin qebûlkirin.
Kurd bi dîroka xwe, taybetmendiyên kesayetî û komelayetiya jiyana xwe qewmekî kevnare, qewmekî qedîm in. Bi hejmara nufûsa xwe û meznayiya erdnigariya xwe jî gelek berfireh in. Lê di gel vî qasî jî ku wek qewmên dinyayê yên din nebûne dewlet hemî hêzên dinyayê li se wan hesaba çêdikin. Îdî Kurd dixwazin tu kes li ser wan hesaban çêneke, wan ber bixwe ve nekşîne. Dixwazin di nav wan de kesên ku li ser hesabê hêzên xwînmij û neyarê dîn û dinya wan xebatan dikin nemînin.
Di gel vana teva jî Kurd biratiyê dixwazin. Di gel qewmên Musluman biratiya Îslamê, di gel qewmên ne Musluman jî biratiya însanî dixwazin.
Kurdên Musluman jî yên ğeyrîmuslim jî tev veya dixwazin. Di nav Kurdan de kesên ku dibêjin biratî ji me re ne lazim e wana ne Kurd in, xêrnexwazê Kurda ne.
Kurd qewmiyata xwe, nasnameya xwe ya qewmî dixwazin. Lê qewmiyetperestiyê, ‘unsurperestiyê, nejadperestiyê naxwazin. Çimkî van helwestan dijî biratiyê ne. Hemî helwest û nêrînên dijî biratiyê xizmeta şerr û pevçûn û fitne ne.
Kurd naxwazin dîroka wan wek a qewmperestiyê were nîşandan û behskirin. Çimkî Kurd baş dizanin ku ev nêrîn zirarê dide mesela Kurdayetiyê. Baş dizanin ku ev nêrîn xizmetê ji biratiyê re nake, xizmetê ji tundperestiyê re, ji şer û pevçûna hem navbêna Kurdan bi Kurdan re hem jî navbêna Kurdan bi ğeyrî Kurdan re dike.
Dîroka Kurdan dîroka biratiyê ye ne a qewmperestiyê ye.
Salahaddînê Eyyûbî û malbata wî Kurd bû, ne Kurdperest bû. Dewleta Eyyûbiyan jî dewleta biratiyê bû, bi taybet biratiya qewmên Musluman.
Kurd dixwazin sazî û orgutên murted di nav wan de dernekevin. Ew baş dizanin kesên ku wan ji heqên însanî, siyasî û dinyewî mehrûm hiştine dixwazin wan ji dîn, axret û me’newiyata wan jî mehrûm bikin. Îdî Kurd naxwazin kes mezlûmiyeta wan bike wesîla dûrxistina ji îman û axreta wan.
Kurd dixwazin î’tîbar bi kesên bê hurmet neyê kirin. Kesê ku ji a xwe pê ve a kesî din qebûl nakin gerek li hember wan mucadele werekirin da ku bê hêz û bê î’tîbar bimînin û xelkê ‘ewam bi wan neyên xapandin.
Kurd dixwazin: Kesên ku xwe tenê temsîlvanê Kurdan dibînin, ji xwe pê ve tu kesî din xebatvanê Kurdan nabînin gerek werin terbiyekirin. Yan na gerek ji axa Kurdan werin qewirandin.
Kes û hêzên ku li hember ‘eqîda xelkê Kurd mucadele dikin û dixwazin ‘eqîda Kurdan biguherînin, dînê Îslamê girîng nebînin, îhtîmamê pê nekin di mesela Kurdan de gerek bi wan re têkilî çênebe û gerek werin hişyarkirin da ku dev ji vê helwesta xwe berdin.
Hemû aliyên ku, pir yan hindik ‘elaqa wan bi mesela Kurdayetiyê ve heye gerek werin beşdarkirin di xebata çarserkirina Kudan de. Bes gerek dujminantiya Îslam û Muslumanan nekin.
Fikr û mewqifên wan çi dibin bira bibin.