Em ummeta ‘Îslamê, mezlûm û mehrûmên bi dirêjîya tarîxê re raserî zulmê bûne. Ji bil Xweda tu kes û kesekî me tune ye. Heger cesedê me bi hezaran perçe parî bikin jî, em dîsa destê xwe ji mucadela bi zalima re nakşînin.
Ne yek ne deh ne sed bi hezaran bûyer… Xwîn dirje, can dişewite, ça’v digrî, bajarê Îslamê bi serhev de xira dibin, hêjayên me yên qûdsî têne cûtin… Heta niha hêsrên bi sedem van felek û bobelatan hatine rijandin, bighêjin hev dê lehî rabe, ku ziman van qetlî’aman bibêjin dê lal bibin, ku tilî dikaribin binivîsin dê felç bibin; van êşa van elema, van qetlîama, van rehqelandına…
Qeyd û zincîr, nefî û talan, qetlîam û zindan, komkujî, hewara dayik û bavan û bi hezaran şeniqandın… Armanca wan nesl û nifşê bi Qur’anê mazin dibin, tune bikin, mejîyan ji bawerîya tewhidê xalî bikin, hêjayê Îslamê ji binî de ji holê rakin…
Bi dirêjîya tarîxê re serok û rêzanê zalim û xwedênenas, qewwet û îqtidara xwe li ser xwîn û xebata xelqê mezlûm û mustezefa ava kirine.
Jibona textê xwe yê zulmê mûhafaza bikin, jibo hebûna xwe bidomînin lazime her roj qulpikekê bi zincîra zulma xwe ve bizeliqînin. Lazime tovê fitne û fesadîyê di nav ‘alema Îslamê de biçînin. Çimkî ew herdem hebûna xwe li ser xwîn û xebata mezlûma berdewam dikin. Qûtê pê dijîn xwîn, hêsirên çava, zulum, îşxal, rehqelandin û komkujî ye. Weke kena devê xwe dixin xwîna mezlûma. Hetani nebe’ecin jê dernaxin. Çimkî ew bi talanan bi qetlîman, bi îşxalan û bi komkujîyan hebûna xwe li ser linga dihêlin…
Jiber vê agirê îxtîlafa dubendîyan, şerrê biratî û xwe bi xwetîyê, pevçûna mezheban di nava me de pêdixin. Nifşê me yê nûhatî dibine hîlakê, mehsûlê me îfsad dikin, zengînîya serax û binaxa me didizin, dewletên me yên Îslamê yek yek îşxal dikin, xweşikbûna coğorafya me ya tabi’î wêran û talan dikin.
Komkujîya Hîroşîma, Nagasakî, Qudus, Sabraw Şatîlla, Deryasîn, Darul Beyza, Tîbet, Hûmûs Hama, Duceyd, Bosna, Ğezze û Helebçe rûreşîya tarîxê ya vê sedsala paşî ye. Ev qetli’am û komkujîyên civakî wehşet û hovîtîya medenîyet û şaristanîya wan a qirêj û zenggirtî careke din li pêş ça’vê însanîyetê raxistîye. Qetlî’am û komkujiyên îro têne kirin, mel’aneta xaçvanê zeftkar careke din di mejîyan de bi can dike.
Komkujîya civakî ya li bajarê Îslamê tê kirin; şewata îxanetan, û qelêşîya di sînga me de hatine çikilandin. Sedema van qetlîam û bûyerên bişewat durutîya serokê xayin û fırotî û dûrketina ji Îslamê ye. Belkî jibo hişyarî û serxwebûna ummete, jibo em li hêjayên xwe yên qûdsî vegerin, jibo em wechê xayînan yê biqirêj nas bikin; Xweda bi xwîna mezlûma pêşya me ronî dike. Çimkî zulum jibo zalima ‘ewrê ‘ezabê bi xwe re tîne.
Pêla zulmê ya dinya mehû kiribû di 16ê Adara sala 1988an de behra însanîyetê careke din şolî kir. Lewra ferê destarê zulmê bajarekî Kurdistana başûr bi navê HELEBÇE vê carê di nava çerxa xwe de hûr dikir. Belê li başûrê Kurdistanê bajarekî mezlûm bi navê Helebçe di 16ê Adara sala 1988an de bi jehra kîmyasalê ji binî de ji dar dihate danîn.
Bican bêcan her hebûn ji vê zulmê par digirt. Zarok, pîrek, sebiyên di pêçeka de, îxtiyarê hizhizî, xort, qîz, heywan, nebatê erdê, dar û devî; bi kurtahî temamê rûhber û camida ji vê zulmê ji vê qetlîamê, ji vê wehşetê, ji vê hovîtîyê, ji vê rehqelandinê, ji vê xwînxwarîya zordijwar nesîbê xwe distendin.
Komkujîya Helebçe ne tesaduf bû. Lewra zalim bi zanebûn bo komkujîya Helebçe neqandibûn. Çunkî bajarê Helebçe dergûşa Bizava Îslamê bû. Bi êrîşkirina Helebçe sê armancê xwe pêk tanîn.
1—Jehra xwe li ser xelqekî mezlum û bêxwedî diceribandin.
2—Bizava îslamî ji Helepçe li Kürdistanê bela bibû, dixwestin pêşya Bizava Îslamî bigrin.
3—Bi vê komkujîyê temamê kurdan ça’vtirsandî dikirin.
Ev hesabê wan bû, bes hesabê Xweda cûda bû. “Tu zen neke ku tiştê zalim dikin Xweda jê bêxebere.” (Îbrahîm: 42)
“Û ê ku zulmê dikin pir di nêz de bi înqilab û dewrîmekê çawa wê bêne qulupandin dê fêhm bikin.” (Şuara: 227)
Bêguman qetlîama Helebçe wehşet û hovîtîya ‘alema ğerbê û ğulamê wan li ber ça’va radixe. Maska wan ya biqirêj daxistîye, durûtîya wan bi carekê derxistîye holê.
Li Helebçê nêzî 7000 însanê me’sûm, mezlûm, feqîr, bêxwedî û bindest, bi xwînxwarî hatine kuştin. Bes ev qetlîam dawîya zalima anîye, nexasim neyartîya ehlê kufr û şirkê hê bêtir bi gelê bêxwedî û bindest daye zanîn. Gelê Kurd bi vê qetlîamê fêhm kiriye ku ji bil Îslamê, ji bil hêjayên Îslamê yên qûdsî tu rê rêç bo wî tuneye. Piştî vê komkujîyê grêdana xwe ya bi Îslamê hê bêtir şidandî ye.