Şikeftên Hesûnê, di bakurrojavaya Kurdistanê li başûrrojhilata Anatolîyê da, li bajarê Diyarbekirê, li navçeya Farqînê 6 kîlometre di bal rojhilatê da li ser rêya navneteweyî da ye. Van şikeftan tê zanîn ku di welêt da cîhên şikeftên ciwarbûnê da yên herî kevin in.
Bajarê kevnar, di Newala Hesûnêyê da li keviya Çîyayê ‘Elbatê, li cîheke Deşta Farqînê tev dibîne hatiye çêkirin. Şikeftên Hesûnê, xwedî bi qedreke arkeolojîke û dîroka wê diçe heta wextê mezeolojîkê. Di vê dewrê da însanan derbasê jiyana ciwarbûyî nebûne û ji bo xwe biparêzin û nêçîrê bikin bi dest traşkirina keviran kiribûn ku tê zanîn li vê dewrê ra dibêjin “Dewra Traşkirina Keviran.” Hesûnê jî di vê dewrê da hatiye çêkirin.
Şikeftên Hesûnê, bi dirûvê qel’eke, li ser perçeyên zinarekî bi hev ve; bi qewartinê tevî yên biçûk û mezin ji 300 odeyan hatine çêkirin. Bi firehiya li serê cîh girtiye û bi jimara şikeftên xwe re, di welêt da mînakeke mezin e. Hesunê, xwediyê du heb dêran e ku yek ji wan dêra bizinare û şikeftên wê bi êwanan gişt bi hev ve girêdayîne. Di şikeftan da; serdav, bi qewartina keviran lîçên avê û cihêkên ave hene. Di bandeva vî bajarê kevnar da cîheke biçûk heye, derketina wî bi derencokeke dirêj a bi kevir e.
Tê texmînkirin ku ew cîh ji bo nezir û qurbanê ye. Dêra bizinar a Hesûnî ku çend qismên wê hene bi qewartina zinaran hatiye çêkirin. Li kêleka dêra bizinar, şikefteke bi çar qat û jora wê mîna kovikê heye ku di hundirê wê da wek amfîyeke biçûk a pênc heb derencokên wê hene heye. Tê texmînkirin ku ji bo perwerdeyîyê dihat bikaranîn. Dêra bizinar a Hesunê, bere bere hat tehrîpkirin ku ji wexta Fillehî bela bibû heyanî sedsala 13an bi dêr dihat bikaranîn. Hemî dîwarên dêra bizinar a Hesûnîya kevnar, qulên dîwaran û çembilan bi kirkirandina zinaran hatine çêkirin. Ji pê ve li ser derîyan û kêleka paceyan zerifandinên cuda jî bi kirkirandinê hene. Dêra duyemîn jî, li keviya bajarê şikefta li ‘erdeke rast, bi kevirên birîn û bi tuxlan hatiye çêkirin. Ji teref kî ve hatiye çêkirin nayê zanîn, lê belê tê qebûlkirin ku di sedsala 13an da hatiye avakirin. Di lêkirina wê da kevirên rengîn ku xweserê devera Farqînê ye hatiye bikaranîn.
Xuyanga Hesunê, van şikeftên ku di şiklê apartmanan da, bi qewartina zinarên qirase hatiye çêkirin; heta bibêjî pêwendî dikşîne. Rêwîyên binkî û biyanî ku tên herêmê, wêneyên derencokên bizinar, rêyên bikeviran raxistî, dêra bizinar û van avahiyên dîrokî dikşînin. Di şikeftan de avahiyên hewcehîyê civakî û çandeyî ku ciwarbûnê tînin hene ku wekî dêran, dibistanan, kargehên raçandinê, hemam. Û ji xeyrî vanan derencokên têketin û derketinên bizinar, serdavan, cihêkên avê û lîçen avê. Digel xwe dêreke di Serdema Navîn de hatiye avakirin jî heye.
Şikeftên Hesunê wek her car digel temamê xeml û bedewîya xwe li benda ziyaretvanên xwe ye.