Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Gelî xwendevanên hêja! Ez dixwazim bi were li ser exlaqê xweş mijûl bibim. Berîya ku em behsa exlaqê xweş bikin em ê li ser me’neya vê kelîmê bisekinin. Exlaqê xweş; tê manaya sinc, rewişt, moral, etîk, rêç û qeydên reftarê ye. De ka kerem bikin em vegerin ser mijara xwe.
Bê guman exlaq, di jiyana ferdî û civakên ku li rûyê erdê dijîn de ciyekî girîng digre. Lewra ewê ku şexsîyet û medenîyet a însanî li pîya dihêle exlaq e. Ji lew di Îslamê de girîngî û qîmeta exlaq zêde ye.
Exlaqê xweş ji xusûsîyetê Enbîya, Resûl û bawermendan e. Exlaqê xweş, melekeyekî ye ku berê xwediyê xwe dide temamê xweşikahî û kemalîyatan.
Kelîmeya ‘exlaq’ di serkanîyên Îslam û pirtûkên hedîsan de, bi piranî ji bo rêçên qenc û ên neqenc tê bikaranîn.
Serkanîya exlaqa Îslamê Qur’an û sunnet e. Xwedê Tea’la di ayetekî kerîme de wuha ferman kirîye:”Bê guman tu li ser exlaqekî herî bilind î.”[1] Li ser pirsekê Hz. A’îşe (r.x.l), gotiye ku: “Exlaqê Resûlê Xwedê (s.x.l) Qu’ran bûye.”[2]
Belê hedîsên di warê girîngîya exlaq de gelekin ku çend ji wan wisa ne:
Qenctirînê we, ewê ku exlaqê wî xweştirîn e.[3]
Di mîzanê de tu tiştek ji exlaqê xweş girantir tuneye.[4]
Di nava bawermendan de ewê ku îmana wî herî kamil e, ewê ku exlaqê wî xweştirîn e.[5]
Ez hatime şiyandin ji bo ku ez exlaqê xweş û baş temam bikim.[6]
Çawa ku bi hatina Hz. Muhemmed û Qur’ana Pîroz dînê Îslamê gihîştiye kemalê, her wiha exlaqê xweş ê ku armanca hemû Pêxemberan bû da ku di civakê de bê bicîhkirin, temam bûye.
Ji Resûlê Xwedê (s.x.l) hatiye pirsîn:” Tiştê ku herî zêde însan dibe cennetê kîjan e?” Resûlê Xwedê wuha bersiva vê pirsê dide: “Teqwa û exlaqê xweş.”
Bi dest xistina exlaqê xweş bi çend şiklan mimkin e:
1: Di warê exlaqê xweş de însan bibe taqîbvanê Pêxember. (s.x.l) Evîya, rêya herî girîng û herî bilind e. Lewra Xwedayê Te’ala wuha ferman dike:
“Ji were di Resûlê Xwedê de mînakên xweş hene.”[7]
2- Hevaltîya bi însanên bi teqwa, alim û xwedîyê sincê xweş re û mayîna di suhbetên wan de û dûrbûna ji însanên ku sincên wan nexweş in.
3-Paqijkirina nefsê ji kurmên nebaş.
Belê gelî xwendevanên hêja! Wekî ku hûn jî dizanin exlaq, bingeha civakê ye. Di temamê jîyanê de exlaqê xweş ciyekî girîng digire. De ka werin em hinekî bi fikirin li ser jîyaneke ku exlaqê xweş tê de tunebe. Gelo wê ev jîyan çewa be?
Ewê însanan çewa bi hev re têkiliyên xwe bi pêşve bibirina? Gelo di malekê de ewê hizûr hebûya? Di jiyana ferdî û civakî de hevaltî û hogirî mimkin bûya? Û weke van pirsan…
Ji bo sincê qenc bê holê, divê ku mirov berîya her tiştî di jiyana ferdî de ji bo bikaranîna exlaqê xweş bixebite. Di pey re li ser malbatê bisekine da ku malbatekî nimûne çêbibe. Di piştî van herdû gavan de hêdî hêdî dest bi karê xwe bike da ku exlaqê xweş di nava eqreba, cîran û hevalên xwe de belav bike.
Li ser exlaqê xweş tê gotin ku pêşîyên me wuha gotine: “Laşê mirovan nayê xwarin lê belê sincên wan tê xwarin.” Wekî ku ji vê gotinê jî tê fehmkirin, hogirî û hezkirina ji însanan bi xêra exlaqê wî yê xweş e.
Berî ya ku ez dawî li gotinên xwe bînim, ez dixwazim bala we bikşînim li ser hinek mînakên bi mijara me re girêdayîne:
1-E’fû kirin
2-Dev li ken bûn.Yanê, tebessum
3-Çûndina ber bi eqreba, cîran û hevalên xwe de
4-Li hemberê însanan meriv nerm û gotin xweş be
Emanetê Xwedê bin, bimînin di xêr û xweşiyê de.
[1] Qelem-4
[2] Muslim, Musafîrîn
[3] Bûxarî
[4] Bûxarî
[5] Muslîm
[6] Bûxarî
[7] Ehzab-31