BijarteGiştîSelman BîçenMizgefta Selaheddîn Eyyûbî

 

“Mizgeftên Xwedê tenê bi destê wan kesên ku bi Xweda û roja axretê bawer dikin, nimêj dikin, zekatê didin û ji Xweda pê ve ji tu kesî natirsin, tên avakirin. Yên ku ew li ser rêya rast in ha ev in. (Sûreya Tewbeyê Ayeta 9an)

Îro emê behsa yek ji mizgeftên dîrokî yên Farqînê bikin ku navê wê Mizgefta Selaheddîn Eyyubî ye. De ka kerem kin em bi hev ra behs û qala Mizgefta Selaheddîn Eyyubî bikin.

Weke ku tê zanîn Farqîn xwedî berhemên dîrokî yên girîng e. Farqîn navendeke çandî û bazirganî bû, paytextî dikir di bin rêveberiya Merwaniyan de, ji bo vê yeke di ’alema Îslamê da navê xwe li hemû cîhanê dabû zanîn û hesandin.

Wexta meriv diçe hewşa mizgeftê xweşikbûn û mezinahîya mizgeftê meriv ji xwe va dibe. Bîhna meriv dertê. Hinek sofîyên mizgeftê li benda banga seyda ne. Tizbîya wan di destê wan da lihev diçin û tên. Li ser zimanê wan selawatên ser Resûlê Xweda tên gotin. Ji dûr da meriv dibîne ku şinahîyek xuya dike. Tim hewşa mizgeftê bi qelebalix e. Ku meriv dikeve nava mizgeftê meriv dibîne ku hinek ehlê mizgeftê Qur’ana pîroz dixwînin. Di her wextê limêja da 3-4 sef tijî dibin. Rojê înê nava mizgeftê, pişt wî û li kêlekan tev tijî dibe.

Di sala 1152-1157an da Mizgefta Selahaddîn Eyyubî hatîye avakirin ji aliye Timurtaş, ku ew kurê mîrê  Artûqîyan Necmeddîn Alpî ye. Mizgeft bi şêwaza avakirina xwe di avakirina xebatên din ên di Anatolîyê  de bi bandor bû û bû mînak.Wexta ku bavê Necmettîn Alpî wefat kir ew bû mîrê Artûqîyan.  Di wê demê da weka ku tê gotin Qubbetu’s-Sultan mezelên hukumdarê Selçuqîyê Kiliçaslanê Yekem li Farqînê bû. Ji ber vê yekê Nurettîn Alpî çarşîyekê  dabû çêkirin. Ev çarşî di wê demê da şewitîbû. Di nav çend mehan da ev çarşî dîsa hate avakirin. Nivîsek li ser piyê qubbeyê ser kevirên spî bi tîpên nazikî hatîye nivîsandin, ev jî dide nişandan ku ev mizgeft ji teref mîrê Artûqîyan Necmeddîn Alpî ve hatîye çêkirin.Paşê dema 1227an da ji teref Eyyubîyan bi rêveberîya Selahddîn Eyyûbî ev der bi dest xist, ew der hat restorekirin û mihrabek bi kevirên xweş ji aliyê Emîr Şahabeddînê Eyûbî ve hati çêkirin.Ev restore û tamîrkirin 5 sal berdewam kir. Li alîyê rastê yê mizgeftê 2 mîhrab hatine çêkirin û bi stûnên bazilika hatîye neqşandin. Ev neqiş jî dide zanîn ku ev eserê Merwanîyan e.Ji ber vê yekê navê wê wek mizgefta Selahaddîn Eyûbî di nav gel de ma. Tê gotin ku Selaheddîn Eyyubî li Farqînê li ser mînbera mizgeftê “Heta Qudus azad nebe ez nakenim” gotîye. Ew gotin di nava gel da navdar bûye û heta îro jî tê behskirin.

Moxolan çewa ku hemû cîhanê dagir kirin û wêran kirin bi vî hawayî herêma Farqînê jî xera kirin. Dest bi şewitandina pirtûkxaneyan, nexweşxaneyan û mizgeftan kirin. Dema şewitandina wan deran da  Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî ya Farqînê jî para xwe girt.Mîrê Merwaniyan yê dawî Muhammed Kamîl her çiqas hewl da li dijî wan şer bike jî, piştî 2 salan têkoşîneke dijwar bi ser neket û ji aliyê Moxolan ve weke dîl hat girtin.Ji ber ku heta niha tu kesî li dijî Moxolan şer nekiribû, wî dijberiyê hêrsa Moxolan anî. Berxwedan û têkoşîna Mihemed Kamil li hemû cîhanê nîşan da ku ger meriv bixwaze berxwedan tê dayîn. Dema Moxolan Mihemed Kamilê dawîn mîrê Eyûbiyan dîl girtin, bi îşkenceyan ew şehîd kirin, ji ber ku li hember wan rawestiya, ji goştê canê wî pariyek goşt jêdikirin û her roj pê didan xwarin. Tê gotin ku dema şehîd bûye serê wî şandine Bexdayê û termê wî jî li Farqînê veşartine.

Qubeya Mizgefta Mezin ji wêneyên ku Gertrude Bell di Gulana 1911an de kişandiye em dibînin ku wêran bûye û nayê bikaranîn. Ji ber vê yeke di sala 1913an de qubeya mizgeftê ya hilweşiyayî ji teref Osmaniyan ve  tamîreke mezin û restoresyon lê tê kirin û forma xwe ya îroyîn digre.Nasir Husrew, yek ji helbestvan û alimên Îranî ye ku di 28ê Mijdara 1046an de çûye Meyafarqînê.

Li ser mizgeftê hinek tiştan dinivîse û dibêje: Mizgeftek wê heye ku ger ez hewl bidim vebêjim dê demek dirêj  bigire. Dîsa xwediyê gelek kitêban her tişt bi hûrgilî nivîsandibû û rave kiribû, di wê mizgeftê de odeyek avdanê hebû. Wisa kirin ku li eniya wê 40 (çil) hucre hene. Du çemên avê yên mezin diçin wan odeyên avdanê. Diherike. Yek ji bo karanînê, ya din ji bo di binê erdê de diherike û qirêjê radike, paqijkirina çelan.

Wî diyar kir ku gelek rêwî (nivîskar) mezinahiya Mizgefta Nasır-ı Husrev bi berfirehî nivîsandine.

Di dema cumhurîyetê da Mizgefta Selaheddîn Eyyubî jî ji zilma wî para xwe stand. Çewa ku li temamê welat derîyê mizgeftan hate girtin derîyê Mizgefta Selaheddîn Eyyubî jî hate girtin. Piştra dere mizgeftê vekirin lê bele ne ji bo mizgeftê. Ji bo bikin tewla hespên xwe. Alîyekî mizgeftê kirin tewla hespan, alîyên din jî kirin cîyê îstireheta leşkeran.

Hemd ji Xweda re ku îro ev Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî   hêj vekirîye, lê îbadet tê kirin û li ser pîyan e. Tiştê ku dikeve li ser milên me ew e ku em van mizgeftên xwe vala nehêlin, li wan xwedî derkevin û li temamê cîhanê bidin nasîn.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *