Dema ku behsa xwişk û birayan tê kirin, bi pirî însanên ku ji dê û bavekî têne dinyayê têne bîra mirovan. Ji xeynî vê biratîya rêzê, biratîya bawerîyê jî heye ku di nava muslimanan de jê re cihekî pir girîng heye.

Biratîya Îslamê hêzeke îmanê ye ku ji hev bawerî, rêzgirtin, hezkirin, hest û hestên kûr ên bi îtîqada Îslamê ve girêdayî ye, ji hev hezkirin û biratîya Îslamê di dînê Xwedê de ji ‘îbadetên herî mezin in. Biratî di dînê Îslamê de bi tevahî li ser bawerî û qaîdê ye.Xweda Te’ala di Quranê de wiha dibêje: ” Bawermend birayên hev in, wiha di navbera her du birayên xwe de aştiyek çêkin û xwe ji Xwedê biparêzin da ku hûn mezherê rehma Xwedê, bibin. (Hucurat: 10 ) Resûlê Xwedê ( s.x.l.) got: ” Xweda wê roja qiyametê bêjê: Ew ên ku ji ber mezinbûna min ji hev hez dikin li kû ne? Ez ê îro li ser wan sî bikim, li cîhê ku ji sîya min pê ve tu sîya din tuneye. (Muslim,Bîrr )

Çawa ku ji ayetên Xwedê Te’ala û ji hedîsan pêxember bi zelalî tê fêmkirin, tenê yên ku bi girêdana îmanê tên cem hev, bira têne hesibandin. Li gorî vê yekê, li kû derê dinyayê bijîn, bi kîjan zimanî bipeyîvin, ji kîjan ‘eşîrê bin û rengê wan çi be jî, hemû bawermend bi rastî birayên hev in, yani dostên hev ên dilsoz in yên hev ên dîn in. Ev bira di nav xwe de civakeke cuda ava dikin biratîyekî û uxuwtekî herî qewî di nav xwe da saz dikin, hezkirina wan ji wan ên ku êrîşî bawerîyên wan dikin, çiqas nêzî wan bin jî, ji wan jî hez nakin. Di vê rewşê de tenê biratîya bawerîyê esas digirin; Ew, şîretên Xwedayê xwe qet ji bîr nakin: “Gelên ku bi Xwedê û bi roja axiretê bawer dikin, nabînin heger ewan bi wanên ku li hember Xwedê û pêxemberê wî serî hildane, bi hezkirinê û dostanî ye re têkilî danîne; ger ew bavên wan, zaroyên wan, birayên wan be jî. Ew in ên ku Xwedê di dilê xwe de îman nivîsandine û bi rihekî ji xwe pîştgirîya wan kiriye.”(Mucadele 22 )

“Gelê bawermendan! Di şûna bav û birayên xwe  îmanê tercih bikin, wan nekin dost, heger kî ji we wan ji xwe re bike dost, ewan cewr kirîye.( Tewbe 23 ) Bêşik ew girêdana ku dilê bewermendan bi awayekî herî zexm û kûr girê dide, girêdana biratiyê ku ji prensîbên îman û taqwayê ye derdikeve . Ev yek ji nîmetên herî xweş e ku Xwedayê Te’ala dide bawermendan.

Weke pêwîstîya biratîyê hatiye gotin ku divê mêr û jinên bawermend li ser esasê îman û teqwayê alîkarîya hev bikin. Ev hevkarî ji bo ku prensîba îman û teqwayê di jiyana ferdî û civakî de serdest be, pêwîst tê dîtin. Di rastiyê de tê gotin ku Xweda dê rehmê li wan kesên ku ji bo vê armancê werin cem hev. “Mêr û jinên bawermend parêzgerên hev in, emrê hev bi qencîyê dikin, ji xirabêyê meni’ dikin, nîmêjê dikin, zekatê didin. Guh didin  Xweda û Pêxemberê wî û ji wan re îtaat dikin.  Xweda ha van kesan bi merhemeta xwe dorpêç bike…(Tewbe 71 ) Di biratî û dostaniyê de, bawermend wek avahiyek tekûz û saxlem in, ku perçeyên wê bi hev ve girêdayî ne, an jî wek laşêkî ku bi hemû hêman û pariyên xwe ve bi hev ve girêdayî ne. Çawa ku hemû beden heman nexweşiyê û heman êşê hîs dikin dema ku perçeyek laş nexweşî lê dikeve, bawermendên din jî bi kûrahî êş û jana bawermendek tenê hîs dikin, her çiqas ew li dawiya dinyayê be jî. Pexember (s.x.l ) wiha ifade dike ku bawermend bi hev re girêdayî ne : “Wefadariya bawermend bi bawermendan re mîna avahiyeke ku perçeyên wê hevdu temam dikin e.” Divê bawermend di her rewşê de alîkariya birayê xwe yê bawermend bike. Pexemberê me di hedîseke xwe de gotiye: ” Alîkarîya birayê xwe yê mumîn bike.”

Xweda me bike ji wan kesên ku qedr û qiymeta biratîyê dizanin û xwedî li birayên xwe derdikevin…

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *