Li vê cîhanê
Ji ber hîcranê
Derda dikşînim
Bi ruh û canê
Ez te nabînim
Loma ğemgînim
Çavêm bi hêsir
Dil bi birînim
Were delalê
Husun li balê
Çavêm ronî ke
Di vê sersalê
Îd û sersala
Li me ‘evdala
Carek bi tenê
Bike sewala
Hingî bi hirsim
Her dem bi tirsim
Jibo bibînim
Herro dipirsim
Were delalê
Xwedî cemalê
Ma qey carekê
Em nayên balê
Bulbul de were
Jiyan kedere
Dila tu şa ke
Bera ğem here
Dağa dila ye
Barê milaye
‘Eşqa mecazî
Li me bela ye
Salih vegere
Li heq bigere
Ji xew şiyar be
Bike tevgere
Xwedê nas bike
Nefsê rast bike
Îbadeta wî
Bi îxlas bike
‘Ilim mîras e
Teqwa kiras e
Jibo însana
Çi xweş lîbas e
Berîya Wê
De'we İslum Barêka Girun û Şirin a
Piştî Wê