HelbestMijê Avêt Serê Kupan

Mijê avêt serê kûpan, werin tedbîrekê çekin.

Xwe bişdînin di herbê de, nefs û şeytan qerar nayê.

 

Li me nîşan e sarmayê, gelek hatin li dinyayê.

Lîbasê taqwê peydakin, liber seqmê sabir nayê.

 

Li pêşya te zivistan e, berf û teyrok û baran e.

Ne qûnaxe ber û ban e, ji malve qet xeber nayê.

 

Ne heval ma ne gazî ma, ne erzûhal ne zarî ma.

Di qebra kûr de tazî ma, her bên mara serek dayê.

 

Goştê te para axê ye, malê te keyfa xelkê ye.

Ruh çû ber rehma Xwedê ye, tu poşmanî di heyha yê.

 

Çiqa dûr bûm çiqa kûr bûm, gelek zalim gelek zor bûm.

Bi xelqê ve weke mûr bûm, mehendê bend û bela yê.

 

Dibêjî ka kesê wek min, ji malbata fulan bêj min.

Ez im mêrqenc wiha kir min, li qama min kesek na yê.

 

Dema mêjê xîret nakim, barê rojyê nika rakim.

Zekat zehf e ez dil nakim, şert qelbê saf Xwedê daye.

 

Nezer da jinka xelkê de di çolê de di malê de.

Di sûkê de devê rê de, ne tiştke ev guneh nayê.

 

Halbûkî tîra jehr pêve, ji mel’ûnî bî qelbê ve.

Zina çehva ye ma pê ve, tuwê diçî wekî ba yê.

 

Malê xelkê çiqa xweş bû, çiqa hindik çiqa heş bû.

Ji dest min çû pelek geş bû, hişyar be ka firset na yê.

 

Fulan kelbê kurê sa ye, xeni wek filh û cuhya ye.

Ne qet xwar û ne qat da ye, çire Rebbî te ev daye.

 

Fulan ehmeq aqil nîne, serî buxde sebir nîne.

Tejî hîle-w teji kîn e, ji destê wî qencî nayê.

 

Demek sond e demek leqleq, demek hirhir demek şeqşeq.

Demek zirt û demek weqweq, lîsanê ter aciz nayê.

 

Herf bi herf ser te mektûb e, winda nabit hema hû be.

Çima zû nakî tu tobe, qet bîra te mirin nayê.

 

Tu zikrê Rabb bi qalbêke, tu îblîsî ji ser rêke.

Hudûra mewtê her çêke, roj çû ava paşve nayê.

 

Evê we’zê çiqa bêjî, Abdurrahman ker û gêjî.

Hema gotin tu na pêjî, nefsa xebîs nayê rayê.

 

Nivîskar:Şêx Ebdurrahman El Farûqî Eş Şawirî

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *