Hat girêdan ev dilê me, bi Xwedayê cinn û nas
Şerbeta ‘eşqa xwe da me, jê vexwar me, tas bi tas
Jê re soz da, û me zanî, bê çi soz me jêre da
Me-l xwe kir lewra ji agir hêj ezel da ev kiras
Ser rêya ‘eşqa îlahî bûne qurban can gelek
Enbîya û ewlîya hiştin ji bo me ev mîras
Dergehê ‘eşqê nema vala ticaran yek zeman
Her hebûn lê, canfiroşê çi ji ‘am û çi ji xas
Lewm û sîtem her li wan hatin kirin ji çar teref
Te’de dîtin pir ji destê zalimên Xudênenas
Wan di ber yarê de can dan, bê tereddud bê guman
Lew dizanî ev heyat nig axretê nabit qiyas
Mu’minê rast, ma di tirse-j cewr û zor û zehmetan
Ger rêya yar, bi dirî bit, dê here wê-b lingê xwas
Mihneta ew ku dibîne, l-ser rêya yar bê guman
Wî dibe nêzîkê yar, lew navê ew jê bit xelas
Ew wefadar in timî, nakin jibîr qed qencîyan
Secdeya şukrê dibin ew, her ewin nî’metşînas
Nîne xwarî qed li cem wan, pir qewî sozdar in ew
Ew elîf in, tim serastî, ji xwe ra kirne esas
Wezn: Fa’ilatun, Fa’ilatun, Fa’ilatun, Fa’ilun