Jîyan û Gavekî Berî Îdarevantîya Nasruddewle – 2
Di nivîsa me ya çûyî da me behsa jîyan û kesayetîya Nasruddewle Ehmed kiribû. Emê di vê nivîsa xwe da jî behsa jîyan û idarevantîya Nasruddewle Ehmed bikin. Derheqê îdarevantîya Nasruddewle Ehmed ya ku kengî bûye îdarevan û mîrê Dewleta Merwanîyan da gelek rîwayet û birûse hene. Di serî da em karin vêya rihet bibêjin ku Nasruddewle Ehmed hetanî kuştina kekê xwe Ebû ‘Elî Hesen (m,997) li Meyyafarqînê bûye. Lê di mesela ku Nasruddewle Ehmed kîngê û çima ji Meyyafarqînê çûye, di çavkanîyên dîrokê da gelek rîwayet û birûse hene.
Dîrokvan Îbnî Şeddad dibêje ku Mumehhîduddewle Ebû Mensûr Se’îd demekê piştî ku bû îdarevan û Mîrê Merwanîyan, xewnek dît û bi sebeb vê xewnê birayê xwe Nasruddewle Ehmed şande Sêrtê. (Îbn Şeddad, El-A’laku’l-Xatîre; c.3/1, s.340) Dîrokvan li ser mayîna Nasruddewle Ehmed li Sêrtê, lihev dikin. Lê li ser armanca mayîna wî ya li Sêrtê, dîrokvan dubendî dibin. A rast ev e ku ev bajar ne Sêrt e, belkî Erzen e. Erzen jî di navbera Qubîn û Sêrtê da ye. Nêztirî qiliça çemê Ridwanêye yê ku ji alî Hezzo va tê.
Îbnî Xeldûn û yên wekî wî dibêjin ku Nasruddewle Ehmed bi Mumehhîduddewle re xirecir û nakokî kirîye, ji ber vê Mumehhîduddewle Ebû Mensûr Se’îd, birayê xwe Nasruddewle Ehmed şandîye Erzenê.(Îbn Xeldûn, Tarîxu Îbn Xeldûn, c.4, s.411)
Dîrokvanê wek Îbnu’l Werdî, Ebu’l Fîda, Îbnu’l Ezreq û Îbnu’l Esîr jî dibêjin ku Nasruddewle Ehmed xewnek dîtîye û vê xewnê ji kekê xwe yê Mîr ku Mumehhîduddewle Ebû Mensûr Se’îd bû re gotîye. Mumehhîduddewle Ebû Mensûr Se’îd jî ji ber vê xewna Nasruddewle Ehmed ew şandiye Erzenê. (Îbnu’l-Ezreq, Mervanî Kürtleri Tarihi, s.105)
Îbnu’l-Ezreq behsa vê xewnê dike û wiha dibêje: “Rojekî Nasruddewle Ehmed ji birayê xwe yê hikumdar Mumehhîduddewle Ebû Mensûr Se’îd re got; “min duh êvarê xewnek dît. Min dît roj (hinek dibêjin heyv) kete hemêza min.” Mumehîduddewle Ebû Mensûr Se’îd hêrs bû û got; “te’bîra ev xewna te ku tê bibî hikumdar. Ji anha pêda çavê min bi serê te nekeve, yan na ezê te bikujim…” Piştra Mumehhîduddewle Ebû Mensûr Se’îd birayê xweyê Nasruddewle Ehmed şande Erzenê. Mumehhîduddewle Ebû Mensûr Se’îd, hetanî ku rehmet kir jî birayê xwe ne dît. (Îbnu’l-Ezreq, Mervanî Kürtleri Tarihi, s.104-105)
Li gorî zanîn û likonînên me Nasruddewle Ehmed çûndina wî ya ji Meyyafarqînê ne jibo xewnekê bûye, ev ma’qûl nayê ji me ra. Lewra malbata Merwanîyan malbeteke asîlzade bû û têkilîyên wan bi hev re zêde germ û xweş bûn. Dibe ku ew bi wezîfe çûbe yanî walîyê Erzenê be. Ji xwe di navbera rêzikên Îbnu’l-Ezreq de tê fêhmkirin. Wexta Şervîn ku Mumehhîduddewle Ebû Mensûr Se’îd dikuje, ji bo birayê Wî Nasruddewle Ehmed jî bigre, leşker dişîne Erzenê. Ji vir jî tê fêhmê ku Nasruddewle Ehmed ne di girtîgehê da bû û ne li sirgûnê bû.
Dîrokvan Îbnu’l-Ezreq berfireh behsa kuştina Mumehhîduddewle Ebû Mensûr Se’îd dike û wiha dibêje: “Wezîrê mîrê Merwanîyan Mumehhîduddewle, navê wî Şervîn bû. Mumehhîduddewle ji wezîrê xwe pir hez dikir. Ewqas ji wezîrê xwe Şervîn hez dikir ku temamê kar û bendên xwe sipartibûn wî. Mîr ewqas ji wezîrê xwe hez dikir û pê emîn bû, derê qesra xwe jê ra vedikir û wî dibir nav jin û hevjînên xwe, dida rûniştandin. Mîr ewqas bi wezîr Şervîn bawer bû ku can û namûsa xwe teslîmî wî kiribû.”
Lê belê xulamekî wezîr Şervîn hebû. Navê wî Filyûs bû. Şervîn xulamê xwe Filyûs kiribû serokê hêzên polisîyê. Her çend Şervîn ji xulamê xwe hez dikir jî, mîrê Merwanîya Mumehhîduddewle ji wî pir nefret dikir û nedixwest wî bibine û li rûyê wî binêre. Heta çend caran Mîr Mumehhîduddewle xwest ku wî bikuje, lê wî da xatirê vezîrê xwe Şervîn. Û Filyûs jî pê dizanibû ku Mîr Mumehhîduddewle jê hez nake. Filyûs kesekî xedar û xerab bû. Filyûs kete hişê Şervîn û ew li hember Mîr Mumehhîduddewle da ber hev. Filyûs ji Şervîn ra got: “Jiyana min bi jîyana teva girêdayiye. Bi rastî ez hîn bûm ku Mîr Mumehhîduddewle li ser min û li ser te xerab difikire. Ew hemî nêzîkatiyên ku nîşanî te dide hîle û xapandin in.” Paşê ji bo ku rastbûna gotinên xwe îspat bike, hin delîl û çîrok gotin. Şervîn jê re got: Lazim e em çibikin?” Filyûs jê ra got: “Emê Mîr Mumehhîduddewle bikujin û te têxin şûna wî.” Şervîn ji Filyûs ra wiha got: “Xwedê roja ku ezê îxanetê li Mîr Mumehhîduddewle bikim, nîşanî min nede. Ewqas qencîya Wî ji min re heye û heqê wî yê pir mezin li ser min heye, ez nikarim li wî xiyanetê bikim.” (Îbnu’l-Ezruq, Mervanî Kürtleri Tarihi, s.100)
Filyûs bi rojan ev nêrînê xwe parast û di dawîyê de Şervîn qanî kir. Her çiqas Filyûs û Şervîn bi hev re xwestin ku wexta xwarin û vexwarinê Mîr Mumehhîduddewle jehrî bikin jî bi ser neketin..
Mîrê Merwanîya Mumehhîduddewle kelha Hettahê dabû Şervîn. Hersal Şervîn di mehên biharê da li vê derê ziyafet dida Mîr Mumehhîduddewle. Di sala 1010an da Şervîn li kelha Hettahê dîsa xwest ziyafetekê bide. Lê meqseda vê zîyafetê ne xwarin û vexwarin bû, belkî kuştina Mîr Mumehhîduddewle bû. Şervîn û Filyûs bi hevre plana kuştina Mumehhîduddewle çêkir. Plana wan ev bû ku him Mumehhîduddewle bikujin him jî îdarevantîya dewleta Merwanîya bi destxin. Ji lew Mumehhîduddewle û temamê malbata wî da’wetî vê zîyafetê kirin. Mumehhîduddewle temamê pismam û zilamên nêzî xwe bir çûn vê zîyafetê. Bi roja xwarin û vexwarin.
Bi talimata Şervîn, Filyûs komeke nobedaran ji mirovên xwe yên herî pêbawer li ber deriye kelhê hişt û ferman da ku nehêlin kesê merivên Mîr Mumehhîduddewle bikevin hundir. Piştra Şervîn û Filyûs jî li ser xwarinê rûniştin û bi Mumehhîduddewle û zilamê Wî ra xwarin û vexwarin û kêf kirin. Gelek zilamê Mîr Mumehhîduddewle ewqas vexwaribûn ku serxoş bûbûn. Hebo hebo ji ser nan radibûn. Ê ku radibû jî merivê Şervîn diketin milê wan, dibirin odê wan û dikirin binçav. Ji bo binçavkirinê jî digotin ku bi fermana Mîr Mumehhîduddewle vê yekê dikin. Heta ku hemû endamên civatê belav bûn, wiha dewam kirin.
Di dawiyê de ji bilî dengbêjan û sê kesên din tu kes bi Mîr Mumehhîduddewle re nema. Dema ku îşaretên serxweşiyê li ser rûyê Mîr Mumehhîduddewle xuya bûn, Şervîn got: “Eger Mîrê me bixwaze razê, nivînên wan amade ne.” Piştra Mîr Mumehhîduddewle tevî qewraşên xwe derbasî oda razanê bû. Filyûs çû ba Şervîn û jê ra wiha got; “Firsend ev firsende û tam zemanê wî hate.” Şervîn jê re got; “Wellahî wîjdanê min di vê mijarê de îtaeta min nake” got; “eger tu bixwazî tu dikarî bikî”
Li ser vê yekê, Filyûs bi şûrê xwe yê tazî girt û kete odeya razanê ya Mumehhîduddewle. Dema Mumehhîduddewle ew dît, jê pirsî; “Tu çima di vê saetê de hatî vir?” Gava Filyûs got ku ez hatime xizmetê, Mumehhîduddewle hêrs bû û got; “Derkeve, careke din venegere.” Lê Filyûs derneket derva. Li ser vê yeke Mumehhîduddewle ji nav nivînên xwe daket û Filyûs da erdê û ji Şervîn re got; “Şûrê min bîne” û li ser singê Filyûs rûnişt. Şervîn ji dêvla ku şûr bide Mumehhîduddewle, bi şûrê Mumehhîduddewle li nav milê Mumehhîduddewle xist. Mumehhîduddewle tevî hemû qenciya xwe ev îxaneta Şervîn dît û jê re got; “Ax Şervîn ax, tu ketî pey kîna Filyûs. Ez sond dixwum ku piştî vê yekê tu serwext nabî.” Şervîn li wir Mumehhîduddewle û xizmetkarê wî kuşt û xulamê Wî yê bi navê Muşrik girte binçav. (Îbnu’l-Ezreq, Mervani Kürtleri Tarihi, s.103)
Piştra Şervîn ba kir temamê leşkerê xwe û wan ji xew şiyar kir. Mesele ji wan re got û bey’eta îdarevantiyê ji wan sitend. Şervîn sebebê ku xulamê Mumehhîduddewle nekuştibû ev bû; Wexta ku Mumehhîduddewle ji cîhekî bihata, nobedarên ber derê kelhê eger xulamê Mumehhîduddewle Muşrik nedîtana, derê kelhê venedikirin. Ji ber vê yekê Şervîn ji bo ku bikeve bajêr xulamê Mumehhîduddewle nekuştibû. (Îbnu’l-Ezreq, Mervani Kürtleri Tarihi, s.103)
Şervîn û Filyûs piştî ku Mumehhîduddewle û xizmetkarê wî kuştin pê da, xulamên Mumehhîduddewle dan pêşîya xwe û berê xwe dan bajarê Meyyafarqînê. Bi xêra xulamê Mumehhîduddewle Muşrik, derê bajêr vekirin û ketin hindurê bajêr. Dest dane ser îdarevantîya bajêr û xezîna dewletê kirin bin destê xwe. (Îbnu’l-Ezreq, Mervani Kürtleri Tarihi, s.103-104)
Şervîn piştî ku paytexta Merwanîyan xist destê xwe, leşker û gelê bajêr dilsozîya xwe bi wan re ragihandin. Şervîn bi arîkarên xwe li paytextê serdest bû û bi heman awayî bêyî şer, li ser kelehên derdorê serdest bû. Bi mohra Mumehhîduddewle kete nava hemû kelehên welatê Merwanîyan û dest danî ser wan. Şervîn gelek pêş ket û roja sisiyan xwe gihand Keleha Tanza ya herêma Botan. Lê belê pirsgirêgek mezin li pêşîya Şervîn mabû. Ew jî keleha Erzenê bû. Lewra birayê Mumehhîduddewle Nesruddewle Ehmed li wir bû. Ji malbata Merwanîyan ê ku neketibû dest, Nesruddewle Ehmed bû. Lewra Nesruddewle Ehmed, warisê dewleta Merwanîyan bû. (Îbnu’l-Ezreq, Mervani Kürtleri Tarihi, s.106)