GiştîDermanê Serkeftinê: Sebr û ‘Ezim…

Karek çiqas zor û zahmetî be jî, dema ku bi dilxwazî were kirin, hêvî heye ku Xwedayê Te’ala alîkarîya wî kesî bike û ew kar birehetî çêbibe.Heger însanekî bi dil û can bixwaze ku tiştekî bike ew tişt çiqas zor û zehmet be jî ewê bi ser bi keve û were kirin.Di heqê tîştekî de pir dilxwaz bin û dilşewat bin hûnê hemu tiştan bikin û bi cî bînin. ‘Ezm û qerar ji bo hemu însanan pir girîng e, her kesê ku dixwaze bi ser bikeve, divê bi ‘ezm û qerar be û bi danîna hin armancan ji bo xwe hewl bide ku bigihîje wan armancan.Heger em bi biryar bin emê heta dawîyê xebata xwe bidomînin û ger em di wî karî de serkeftî bin dê karekî pir girîng bê kirin.Ev ‘ezm û qerar her dem mirov serketî dike .

Însanekî ji dil, biryardar û dilxwaz be dikare ji heqê her tiştî derkeve.Heta dema ku di dilê wî de ew dilxwazî hebe bi alîkarîya Xweda ewê bi ser bikeve.Piştî ku însan dixwaze, zor û çiqas mimkûn neyê dîtîn jî ew ê bi ser bikeve .Sirra biserketinê dilxwazî û ji dil bûyîn e. Li alîyê din biryar di sekna li ser karekî û qedandina wî karî de muhîm e .Berdewam û biryar faktorên herîn girîng in û mezêna ji bo ser keftinê ne.Bêşik yek ji giringtirîn teybetîyen kesên serkeftî ku mohra xwe li cîhanê hiştine, helwesteke bi qarar û  bi ‘ezm e .Di mesleya serkeftinê de meseleya ‘asil bi qerarî û cehd û xîret heye.Xebata bi cehd û xîret û bi qerarî mirovan dighînin hedefê .Însan ji xwr ra hedefek, armanceke din bineqêne û ji wê pêva bi cehd û xîret û biqerar bixebte ewê bi ser bikeve. Însanekî çiqas nezan û bê quwet dibe  bila  bibe heger bi cehd û xîret û bi qerar be ewê bigije armanca xwe . ‘Aynî bi wê şeklî însanekî çiqas zana û bi aqil be û bi quwet be jî bila bibe cehd û xîreta wî tûnebe serfiraz nabe . Lewra cehd û xîret û xebat ra jî şixul lazim tê şixul jî serkeftinê tîne.Di însanekî da ‘ezim tûnebe hêj di destpêkê  de ew kes winda kirîye .Kesê ku di karekî de bi israr be û bi her çar destan pêve girêdayî be, bi ser dikeve .Pêşîyan bê sebeb negotine, ji destê cehd û xîretê tûtiştek xelas nabe.Ji bo ku bi qerarbe , divê pêşî bawerîya wî hebe, piştre jî xeyret û têkoşîn û qerarî lazim tê.’Ezim însanan bi jiyanê ve girêdide, kêfa wan a jiyanê zêde dike, bi hêz  dihêle.’Ezim ji bo armanca xwe girtina zehmetîyan e.’Ezim nîşandana Sabr û sebatê ye însanan bi ‘ezim bi rihetî sere xwe ji zehmetîyan ra natewînin.Ji bo ku armanca xwe bibne serî herçîqas rêyên meşrû hebin tevekan di ceribînîn . Çi dikin bila bikin, li her şiklê û cure tengasîyan tehemûl dikin û mînakeke baş û têkoşînê didin û di dawîyê de ew bi ser dikevin . Evê ku qewî ye û her bi hêz ê ‘ezm e .Pirên însanan di demekî kurt da bê astengî û zehmetî, bê westînî ew dixwazin karekî bikin. Heger bi tîştekî ku li hêvîya wî nebe û têk biçe, yekser hêrs dibe, hêvîya xwê winda dike û bê bext dibê.Lê gihîştina armanca xwe carna qet ne mimkûne ku bi rêhetî çêbibe.

Ji ber vî qasî berîya ku dest bi kar bike divê di moxila fikra xwe da gelek caran derbas bike û bi planekî rast derê re.Însan yekser xwe nade alî, rast û rêder biceribîne û cehd û xîret bike û bibîne. Kesên ku cehd û xîret pê ra tûnebe zanabûna wî mirîye. Karekî ku ceribandina yekemîn de neyê kirin û serkeftin neyê bidestxistin nayê bi ma’na ku ewê neyê kirin.Ewê herê girîng ewê ku cehd û xîret û tekoşîn û qerartîye bide nîşandin. Heger divê ûxûreda tiştê ku lazime ji bi alî, berxwedanî , cehd û xîret û qerarî were nîşandan ewê serkeftin û bextewarî tê dr bidest were xistin. Heger di nîvê karî de be, ditirse ku ew kar zêde binirxîne ew ê nikaribe bi ser keve . Însanên xwedî ‘ezim dema ku di tengasî û zehmetiya re derbas dibe, ji serpêhatîyen xwe dersên pêwîst distîne û li ser pîyan radiweste û bi vê ‘ezm û qerare ku çi bike, bi derbast kirina astengan re digihêje armanca xwe. Tenê fikirîn û xwestina tîştekî însan nagihêje armanca xwe . Ji bo vê xîret û tekoşîn û îrade û cehd û pêwîst e.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *