Meha Remezanê, meha nehemîn e li gorî teqwîma hîcrî. Di piştî meha Şe’banê de tê. Wekî ku tê zanîn mehên hîcrî li gorî hîvê tên hîsabkirin û meha wê ya ‘ewilî jî Muherrem e. Meha Remezanê cihê wê li ba musilmanan gelek zêde ye û di nav mehên din de ê hicrî de ciheki taybet  digire. Lewra meha Remezanê meha rojîyê ye ku ew jî yek ji ruknên Îslamê ye. Di vê mehê de musilman xwe ji xwarin û vexwarinê û temamê ne qencîyan diparêzin ji serê fecrê heta roj diçe ava.

Navê Meha Remezanê

Navê Remezanê ne bi xasê musilmanan û Îslamê ye.Yanî ev meh ne di piştî hatina Resulê Xweda de bi vî navî nav bûye. Bes navê Remezanê berîya pêxemberê Îslamê Hz. Muhemmed(sxl) hatîye şandin jî di nav ‘ereban de hebû û di dewra cehaletê de dihate bikaranîn. Lewra milletan, wexta ku xwestine mehan bi nav bikin, li gor encama wextê ku di tê da ne yan jî li gor navê wan wextan bi nav dikirin. Wekî niha meha “Zîl-Hîcce” bi vî navî hatîye navkirin ku ev meh meha heccê bû û di vê mehê de bawermend dihatin heccê. Ji ber vê jî navê vê mehê danîne meha “Xwedî Hecc.” Dîsa wekî mehên “Rebîu-l Ewwel” û “Rebiu-l Axir.” Zemanê ku van mehan bi nav kirine wextê biharê bûye. Ji ber vê jî navê van mehan danîne “Bihara ‘Ewil” û “ Bihara Paşî.”

Meha Remezanê jî ‘eslê wê ji sicirandinê tê. Yani navê “Remd” (Remezan di ‘erebî da Remedan e) bi me’na sicirandin e. Zemanê ku xwestine nav li vê mehê deynin wext pir germ bûye û newal kelîyane. Wan jî navê vê mehê danine “Remezan.” Her çiqas di pey da ev meh cihê wan guherîbin jî (Lewra teqwîma hîcrî li gor hîvê tê hîsabkirin. Ew jî her sal deh roj di pêş de tê) êdî  nav li wan hatîye danîn û qedîyaye. Çewa ku navê insanan tê danîn “Kerîm” mesela emma ew wexta ku mezin dibe ne kerîm e belkî bexile û timaye.

Di vê mijarê de hinek tiştên din jî hatine gotin. Wekî ku dibêjin navê wê danîne Remezan ji ber ku musilman di vê mehê de rojî digirin û bi vî jî gunehên wan mehû dibin yanî dişewitin. Dîsa dibêjin ku zikê rojîger, ji ber birçîbûn û tîhbûnê germ dibe û dikele vî navî lê danîne. Lê belê ji ber ku ev nav berîya Îslamîyetê jî hebû ne van ramanan ze’îf tên dêrandin.

Digel van agahîyan, di Îslamê de gelek nav li vê mehê hatine danîn. Ji wan navan hinek jê ev in; Meha Xwedê, Meha Sebrê, Meha Rojîyê, Meha Qur’anê, Meha Bexşandinê û Meha Bihara Feqîran.

Li gor ku di kitêban de derbas dibe navê Remezan bi tenê li însanan bê danîn tu şaşîtî tê de tunîne û caiz e. Ji ber vê jî ev nav di nav gelê Kurd de li mêran hatiye danîn û gelek jî belav bûye.

Qedrê Meha Remezanê Di Îslamê de

Meha Remezanê li ba musilmanan pir bi qîmet e. Lewra derheqê vê mehê de di çavkanîyên Îslamê de gelek agahî û xeber hatine. Ji ber vê jî di vê mehê de gelek xêr û qencî tên kirin. Hinek ji van xêran ev in ku emê bibêjin:

– Rojî girtin

– Dayîna sedeqe, zekat û fitreyan

– Kirina nimêja terewîhan

– Ketina îtîqafê. Nexasim di deh şevên paşî de

– Pîrozkirina şeva Leyletu-l Qedrê

– Kirina şevnimêjê

– Xwendina Qur’ana Pîroz bi muqabelê

– Zêdekirina qencîyan û xwe parastina ji nebaşîyan

Digel van tiştan di Qur’ana Pîroz û di hedîseyên pêxember de(s.x.l) derheqê qedr û qîmeta meha Remezanê de gelek ayet û hedîs hatine. Wekî ku Resulê Xweda gotîye: “Meha Recebê meha Xweda ye. Meha Şe’banê meha min e. Meha Remezanê jî ya ummeta min e.”

Dîsa di hedîseka din de ewha hatîye gotin: “Dema ku ji meha Remezanê şeva ‘ewil tê wê demê şeytan û serkêşê cinnan tên zincîrkirin. Derîyên cehennemê tên girtin û yek ji wan jî vekirî namine. Deriyên cennetê tên vekirin û yek ji wan jî girtî namine. Bazirganek ewha gazî dike:

– Ey xêrxwaz! Were xêrê bike! Ey xêrnexwaz! Ji nebaşîyê dûr bikeve!.

Ji bo Xweda, evên ku ji cehennmê tên azad kirin hene. Û evî tiştî her şev tê domandin.” ( Îbn-î Mace)

Xwedayê mezin jî di Qur’ana Pîroz de dibêje: “Meha Remezanê meheke wisa ye ku di wê de ji bo rastîyê û pirêzên rastiyê Qur’an hatîye xwar ê. Kî ji we vê mehê bibîne bila  tê de rojî bigire. Kî jî nexweş be yan di rêwîtîyê de be bila paşê wek wan rojan rojîya xwe bigire. Xweda ji bo we hêsanîyê dixwaze û zorîyê naxwaze. Evîya jî ji bo ku hûn rojan temam bikin û li ser nimeta hidayetê, Xweda mezin bikin. Û hêvi ye ku hûn şûkir bikin.” (Beqere-185)

Meha Remezanê meha daketina Qur’ana Pîroz e ku di şeva Leyletû-l Qedrê de hatîye. Ev şeva han di nav şevên salê de şeva mezintir tê zanîn û ji hezar mehan bi xêrtir e. Xweda Teala di suretê Qedr de behsa vê mijarê dike û wiha dibêje: “ Bê guman me ev Qur’an di şeva Leyletû-l Qedrê de daxistîye…” Di suretê Duxan de jî ewha dibêje: “ Bê guman me ev Qur’an di şeveke mûbarek de daxistîye. Em we haydar dikin.”

Meha Remezanê meha comerdiyê, camêriyê, qencîtîyê, xwendina Qur’anê û zêdekirina sedeqan e. Ew meha sebrê ye. Lewra ji ‘îbadetan tiştekî wekî rojîyê ku însan hînê sebrê bike tunîne. Mirov di rojîyê de xwe ji tiştên nefsanî û kêfxweşîyê bi destê xwe, xwe dûr dixe. Ev jî sebir bi xwe ye.

Meha Remezanê me gotibu ku piştî meha Şe’banê tê. Digel rojî girtin û qencîyên din, piştî meha Remezanê serê meha Şewwalê ‘id û cejna mûsilmanan e. Ew jî sê roj didome.

Di Sitranan de Remezan

Meha Recep meha rebbê Zu-l Celal e

Meha Şe’ban meha Hebibê delal e

Pêxemberê me got bi zarê zelal e

Meha Remezanê meha ummetê ye

 

Ev meha mubarek meha Remezan e

Meha rojî-w sebrê û meha Qur’an e

Ji yazdeh meha re padişah û sultan e

Meha Remezane meha ummetê ye

 

Tu bi xêr û xweş hatî ey meha rehmet ê!

Meha berket ê, ‘ef û mexfîret ê

Xelasya-j cehennem, deryê selamet ê

Meha Remezanê meha ummetê ye

 

Di Remezan deryê cennetê vedi bin

Derîyê cehennem hemu têne girtin

Şeytan di zincîra, qeyd û girê didin

Meha Remezanê meha ummetê ye

 

Naqedin qencî yu xêrên di vê meha

Bi xetmê Qur’anê, rojî-w terewîha

Şevê wê bi xêrin hetanî sibeha

Meha Remezanê meha ummetê ye

 

Gelî rojîgera! Bal camî bilezin

Ji guneh û heram xwe bi parêzin

Xirecir û xiybet hun bi teqizînin

Meha Remezanê meha ummetê ye

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *