Berî niha nêzî 800 salan li bajarê Bexdayê xeratekî hebûye, mînbereke pir xweşik ji darên gûzê çêdike, gelekî jî dineqişîne. Nav û dengê wê mînberê gelekî belav dibe. Ji pirî ciyên derûdorê însan tên dîtina wê minberê. Gelekî jî dixwazin bistînin, lê belê vî xeratî dibêje:
-Min vêya ji bona Mizgefta Qudsê çêkirîye, ez wê nafiroşim tu kesan.
Jê re dibêjin heyran Quds di bin destên fillahan da ye, ka wê çawa mînberê bibî wê derê? Ew jî bersiva wan wiha dide:
-Heyran ez xerat im, karê min çêkirina wê ye, bila pêlewanek jî rabe wê ji destên fillahan azad bike…
Selahedîn wê demê hêna zarok bûye. Bi eşqa Qudsê mezin dibe û azad kirina wê ji xwe re dike armanc û xaye. Di vê rêyê de dixebite û hettanî ku Qudsê ji bin zulma fillahan xelas dike, wê mînberê dibe li mizgefta wê derê datîne. 40 sal piştî çêkirina mînberê, mînber hê nû digîje ciyê xwe…
Paşê ji terefê Cihûyan(Yahudi) ve, di sala 1969an de 21 ê Tebaxê agir bi Mizgefta Eqsayê tê xistin û mînber jî gelekî xesarê dibîne.
Li gorî tê gotin serokwezîra qaşo ya siyonistên îşxalker û terorîst wê demê pîrek bûye. Navê wê Golda Meir bûye. Gotiye:
-Ez hetanî sibê raneketim, min got qey wê misilman ji çar aliyan de têkevin Qudsê…Piştî ku bû sibe û tiştekî çênebû, min fêm kir ku misilman di xew da ne, em çi bikin wê ji me re bimîne…
Maalesef birayên misilman 52 sal derbas bû hê jî em ji wê xewa xefletê şîyar nebûne. Ji xwe pêxemberê Îslamê(sav) jî di hediseke xwe de wiha dibêje:
” Wê rojêk were kafir wê gazî hev bikin ji bona ser misilmanan , çawa ku merivên xurek gazî hev dikin ser sifra xwarinê.”
Hevalên wî yên li derdora wî dibêjin:
-Dê û bavên me fedayî te bin ya Resûlê Xwedê! Ma qey emê wê rojê hindik bin?
Pêxemberê Xwedê(sav) dibêje:
-Na, hûn ê ji her demê bêhtir bin, lê belê wê wehm têkeve dilên we.
Hevalên wî dibêjin:
-Wehn çiye?
Pêxember(sav) dibêje:
-Evîna/hezkirina malê dunyayê, tirsa mirinê û ji Qur’an û sunnetê dûrketin e.
Bi rastî jî em dinêrin îro em ketine wî halê perîşan… Eşq û evîna malê dînê wek konê pîrê dora dilên me girtiye, em bûne ummeteke wiha ku ji xeynî menfaetê em hesabê tiştekî din nakin…
Ew Qudsa ku Resûlê Xwedê li wir li pêşiya gelekî pêxemberan limêj kir û ji wir kişîya asîmanan û çû sîdretul muntehayê û bi Xwedê re peyivî, di Quranê de jî ji bona wê tê gotin “ Me dora wir pîroz kirîye” niha di bin îşxalê de ye.
Lazim e ji bona temamî misilmanan Quds girîng be, xeta sor be. Gerekî em tev wê şerefa xwe bizanibin û wek Selahedîn Eyûbî azadiya wê ji xwe re bikin armanc û xaye…
Ma ne şerm e ku îro jimara me mislimanan gihîştîye nêzîkî 2 mîlyaran ku Quds û birayên me yên Filistînê di bin pîyên komikekî cihûyan de nalîn û figana wan diçe asîmanan? Ma em ê kengî şîyar bibin ji vê xewa xefletê?