Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm.
Ez dixwazim hinekî qala kelîmeya edebê bikim. Edeb bi me’naya kevneşop û nêrînên ku di civakekê de bi cîh bûne meriv li gor wan tevgerdigere.Edeb di ferhangan de jî tê maneya: Şermkirin, fedîkirin, diltengbûn, tenikî û ziravî ye.
Di dînê Îslamê de edep pir muhîm e. ‘Ulemayan gotine: ” Îslam ji edebê pêk(îbarete) hatîye.”Lewra temamê emrên îslamê ji bona edebên e û wekî weha nehyên (qedexekirinên) Îslamê jî ji bona edebê ne.
Îbnî Abbas razîbûna Xweda li ser be weha gotîye: “Temamê serê edeban, di rehetîyê de û di tengasîyê de, bi cîh anîna emrê Xweda û ji nehyên wî xwe parastin e.
Di nav nî’metê Xwedê da nî’metê herê bi xêr û bi qîymet ku daye însan nî’metê exlaqê xweş ango bi gotineke de edebe.
Di biheştê da cîranê pêxember ew kes e ku exlaqê wî xweş û bi edeb e. Bi sed salan li ser derîyên dergah û tekyeyan wiha dihat nivîsandin:”Edeb yahû edeb.”
Terkkirina edebê, însan ji heywanan jêrtir dike û di axir de wî dibe helakê. Lewra bêedebî weka bîreke bê binî ye dawîya wê tûneye. Çi wexta însan girêdayîyê nefsa xwe bû û tiştekî ne qenc pêk anî nefsa wî neqencîyeke pîstir pê dide kirin û bi vî awayî di axir de diçe helakê.
Xweda me bigerîne ji wan kesên kû exlaqê wan xweş e û bi edeb in.