BijarteGiştîMustefa RêzanSiltan bû Selaheddîn…

Ro, hêdî hêdî destê xwe dikişand ji rûyê erda hişk û zuha ya çilê havînê. Tariyê bi dizîka xalîçeya xwe radixist li dawa çolistanê. Û sirra êvarê yek bi yek dida ber xwe qirş û qalên keramperan. Wek şerpezeyekê dibir û dianî ber konê ji mûyên helebî. Û çirên bi donê zeytûnên Emmanî dilerizand ji pozikê findê.

Bi şan û kert û birînên xwe dirokçeyekî li ser lingan bû Rewan. Her kaş û kendal, beyar û newal; pî bi pî bi siltên re pîva bû. Bi her roj û her bûyerê xet û nîşanek li dest û rûyê xwe nivîsandibû. Enîfireh, mijankreş û birûqalind bû. Porê xwe yê xelek ji kêleka çefiya xwe ya zozanî berda bû. Çavê wî li hêviyên dirêj kûr bû. Birûyê xwe wek teyrekî baz, bi dilê xwe wek bilbilê qefeszêrîn bû. Di hînkirina her hespê de bi ev dilê mihreban ditevgirî. Û hespên di destê wî de derbas bûbûna dibûn bğzatir hesp.

Tariyê xwe bera erdê dabû. Çirayan xwe bêtir nîşan didan û derdora xwe ronî dikirin. Rewan hespên şervanan li tewlê girê da. Westiya bû û roniya çavên wî tefiyabû. Ji konê şervanan jî ji bilî natoriyan û konê siltên, tefiyabû her çira li find û çavên wan. Deng ji hesp û leşkeran biliyabû.

Rewan bi destûrê derbasî konê siltên bû. Siltan bi bejna xwe yu gir û awirên giran wek pilingan bû. Her çiqas kincên şer ji ser xwe danîbû jî, her demê wek lehengê di şer de bû. Bi heybeta mêrxasiyê, ewlehî dida dost û hevalan. Lê li bin vê heybet û hêşetiyê, dilekî nerm û mihreban pê re bû. Qedr û qîmet dida derdora xwe û derdor jî li oxira wî dikaribûn canê xwe fida bikirana. Heya ne tenê dost û hevalên wî, herwuha dijminên wî jî pê ewle bûn.

Rewan, çend gavên din jî berew siltên avêt. Lê siltan hîna pênûsa xwe li hibrê dadikir, piçekî dadiwerivand û li çermê xezalan dinivîsand. Bîstek din derbas bû siltan vê carê pênûsa xwe li hibrê danî û serê xwe rakir, li hevalê xwe yê qedîm nihêrt.

Rewan: ”Ruh û canê min li oxira we fermandarê min. Ferman bikin!”

Siltan: “Rewan! Li vê cîhanê her kes enînûsa xwe bi destê xwe dinivîse. Carina reva ji enînûsê, di rastiyê de reva bal enînûsê ye. Jixwe ji bingeha baweriyê yek jî baweriya enînûsê ye. Îro, Kurê Qeyserê Venesî Andro, êrîş bi ser me de anî, da em wan bindest nexin. Lê bi destê xwe hat û ket destê me. Û di rastiyê de hat ser enînûsa xwe. Û niha dîlê me ye. Temî temî! Tu wek her dîlketiyekê xatirê wî bigre. Ji ber mirov çi dijmin, çi jî alîgir, hêjayî nirxdayîn, qedr û qîmetê ye.

Rewan, bi silaveke ji dil û can: “Baş e, fermandarê min!” ji konê derket. Rewan, ber bi konê dîlan ve çû. Û ji kinc û tevgerê, Kurê Qeyserê Venesî, Andro naskir.

Andro, yekî kej, porê wî li ser mil, bi destûzend, gir û navpî û şervanekî qerase bû. Qasî ji siltan û şervanên wî acis dibû, ji ti tiştê din acis û hêrs nedibû. Ev hêrsbûn, wek şerteke xaçoyî, bi hezaran çîrok hatibe vegotin, zêde û hêzdar bû. Baweriya wî ya rast a bê şert û merc bû. Bi qasî roniya ro û tarîtiya şevê, li hişê wî cîh girtibû. Bi vê dîtin û ramanê li konê dîlketiyan, xwe dabû quncikekê û nan û ava siltên li xwe heram kiribû.

Rewan bi temiyên siltên hate konê dîlketiyan û xatirê wan girt. Her çiqas Andro nexwast nêzîkî Rewên bibe, lê jana birsîbûnê dabû dilê wî û xwe ber Rewên ve kaş kir. Rewan ji ev reftara Andro agahdar bû. Rewan jî hêdîka tasek av dirêjî wî kir. Andro, di vexwarina avê de dudilî ma, lê janê dabû dilê wî. Mecbûr ma û ava ji destê Rewên vexwar.

Her tişt bi vexwarina tasek avê dest pê kir. Jixwe bi avê ye heyat, bi avê ye hebûn. Andro, bi tasek av, deriyê dilê xwe li Rewên vekiribû. Rewan jî birînên Andro yên şer, derman dikir û ew bi xêra Rewên hatibû ser xwe.

Kurê Qeyserê Venesî Andro: “Ne hewce ye tu hewqas li min dinihêrî. Taliyatalî, ez zanim, ezê bibim xulam û bazar bi bazar werim gerandin û firotin an jî werim kuştin.”

Rewan: “Tiştê hatiye serê te, jixwe hatiye. Û her tiştê dihê serê meriv, teqez ji destê meriv e. Lê siltan xatirê êsîr û girtiyan digire. Heya niha ne dost, ne jî dijmin jê nebaşî û kirêtî nedîtiye.”

Andro, Kurê Qeyserê Venesî pir matmayî ma. Û di dilê xwe de derbas dikir û digot: “Di her gotinên seyîsê siltên de çi hîkmet û zanîn hene. Hîn ev seyîsê siltên e. Gelo siltan û zanyarên wî çawan e!”

Andro: “Niha hûn min navêjin ber lepên şêran an li bazaran nayêm firotin”

Rewan: “Na! Naxêr. Heya niha siltan ti kes navêtiye ber lepên şêran û xulamtî li bal wî tune, tenê hevaltî li bal wî heye. Hevalên wî tevî min jî, ruh û canê me li oxira wî ye. Şûrê wî tûj, hespê wî beza be.”

Andro, wek çivîkeke ji qefesê rizgar bibe aram bûbû. Digel vê rihetiyê li peyv û gotinên Rewên jî pir matmayî mabû. Bi her gotinê, çîrokên xaçoyî dihatin rûxandin. Bi van çîrokên xaçoyî ji mal û sermiyanê xwe borî bû û hatibû şerê man û nemanê. Lê niha siltan xatirê wî digirt û qet naşibihe lehengên çîrokên wan ên xaçoyî. Vê carê Andro, rûbirûyê şaşiyên her rastiyên xwe bû. Li her derewên çîrokên jê re hatibûn gotin, haydar bûbû. Artêşa siltên li ti kesî zilm û zordarî nedikir. Xatirê her mirovî bêyî baweriya wan digirtin. Bi her gotinên Rewên, ber lê fireh dibû. Bîna Andrê dihat ber wî û xwe di ewlehiyê de dihesa.

Saet dereng bû û qurix hilatî bû. Sirra sibê ava di kûz û şerbikan de cemidandibû. Andro bi her gotinan ji xwe ve çûbû û razabû. Rewan jî ji konê dîlan derket û li sirra şeveqê di nav konan de çend gav avêt. Û li ber konê xwe rûnişt û berî xwe da ezmên. Gelo wî jî enînûsa xwe bi destê xwe nivîsandibû. Rewan, stêrk li dû stêrkan xwe diavête xeyalan û rabirdûyê. Xulamtiya xwe û ji xulamtiyê bi destê siltên rizgarbûniya xwe ramand. Gelo heman hêv, qurix û stêrk li ser warê wî jî dihilatin. Gelo roniya hêvê dida tenîşta deriyê mala wî jî. Gelo hezkirdeyên wî jî heman aliyê hêvê didîtin. Bi ya wî jî şam şekir bû, lê war û welat şêrîntir bû.

Rewan hîn di nava dûxana van xeyalan de bû, dengê nal û simên hespên balyozan ew hişyar kir. Balyozên ji bo Kurê Qeyserê Venesî ango Andro hatibûn şandin, vegeriyabûn. Ji Rewên hebû ku siltan raza bû. Û Rewan ji balyozan xwast ku sibê derkevin hizûra siltên. Ji ber wek gotina bav û kalan ku digotin, şerê sibê, çêtir e ji xêra şevê. Lê Rewan hîn bi balyozan re dipeyivî, siltan ji binê konê xwe derket. Balyoz demildest ketin amadebaşiyê û xêrxweşiya siltên kirin.

Balyoz û Qeyser lihev kiribûn bi radestkirina dîlan û veguhestina herêmê. Ev xebereke gelek xweş bû, ji ber herêm bê xwîn û şer radest dibû. Bi ya siltên bûbû û deriyê bajar û herêm lê vebûbû.

Bi stêrka sibê artêş, amadekariya rabûnê kir û dest bi çûnê kir. Siltan bi awirên heybetpilingî li pêş artêşê, artêş jî bi siwarî û piyadeyên leheng, nêzîkî li bajêr kir. Qeyser ji bajêr derketibû û li hêviya radestkirina dîlan bû.

Androyê kurê Qeyserê Venesî, li ser hespa xwe tev dîlan ber bavê xwe ve diçû, lê ji nişka ve hespa xwe vegerand û got: “Ey siltanê mezin! Min gotinên ji seyîsê te bihîst, heya niha ji ti zanyaran nebihîstiye. We reştariya min, bi ronaya rojê guhert. Niha dikarim ji bo dîlgirtîbûnê sipasiya we bikim. Min mezinahiya te dît, tu her hebî ey siltanê mezin.” Û Andro hespa xwe ajot li keştiya Qeysêr.

Belê siltan, bi vê mezinahî, zanyarî û qedirgirtinê bajar bidest xist. Her niştecîh ji mal û namûsa xwe bi siltên ewle bû. Siltan xatirê wan girt û dilên wan feth dikir. Dost û dijmin jî bi vî hawî xatirê wî digirtin. Û siltan, bû başî û selahiya dîn û baweriyê. Siltan bû Selahaddîn.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *