BijarteGiştîŞerîf EmînMişextî û Koçberîyên Kurdan

Gelê Kurd; di dîrokê de li derdora Mezopotamya yê bi hezar salan e muqîm, milletek bingehî û qedîm e. Ji alîyekê de bi destê dagirker û zordarên cîhanê ji alîyê dî jî herêma Kurdistan gelek caran jî bi mişextî koçber bûne. Bi hezaran sirgûnê dervayê welat, mecbûrê xerîbîyan bûne. Meriv dikare bêje li Kurdistanê “înkar, red, îmha, înfaz û mişextî” tiştek qedîm û dîrokî ye. Medenîyet û dewletên li Kurdistanê hakim bûne; jibo îqtidar, îdare û asayîşa xwe, jibo asîmîlasyon û nijadperestîya xwe; carna wekîhev (hevşêwe), carna jî ji hev cihê, li ser Kurd û Kurdistanê ev bêdadîya mezin kirine.

Gelê Kurd, di dîrokê de ji xeyrîmuslîman, bi destên Ûrisan tenê hatine mişextkirin. Ji birayên xwe yên Musilmanan jî bi destê Tirk, ‘Ecem û ‘Ereban hatine mişextkirin heta komkujî dîtîye. Koçberî û mişextkirina Kurdan heqîqet e. Te’de û ezîyetkirina Ûris û dewletên xeyrîmuslîm meriv dikare fêm bike, îzaha wî jî mumkîn e, teqez yên birayên me yên Muslîmanan tucaran fêm nabe, îzahek wî yê maqûl jî tune. Evan kiryarên ku Ummet bi Yetîmên Xwe yên Kurd kirîye, her wekî ku şair gotîye:

Wele nabe! Bîleh nabeê Şer girane bilind nabeê

Seydo sond xwarî sondê bi Qesem e

Bê kuştin û mirin li meydana derbas nabe!”

Rewşa bêdadî, înkar û îmhaya Kurd û Kurdistanê yên dîrokî ev in:

Birayên me; ji gel û dewletên Kurd re rojên reş de “lihevhatin, pêwendîyên stratejîk û hemrahtî” kirine feqet dema ku derketine ronahî û silametîyê jî gelek caran bêbextî û bêdadî kîrîne. Dema şehînşahtîya Bîzans û Pers li Kurdistanê hakim dibin, zêdetir serokên Kurdan înfazkirine, bi wê avayê Kurd û Kîrdistan qeyd û bend kirine. Ev mu’amele jî ji bo wan kafî bûye. Dema Selçûkîyan; Dewletên Kurd re ewwil têkilî û hemrahtî hatîye kirin; pişt re şer û pevçûn bûye, dewletên Kurd hilweşandin e. Mînak: Dewleta Merwanîyan; dema herba Milazgirê, şexsê Alparslan de ji Selçukîyan re bêkêmasî û li ser hiqûqên biratîyê, têkilî û alîkarî dikin. Bi hezaran şehîd didin lê belê pişt serketîna Selçûkîyan, dewleta Merwanîyan, bi destê Selçukîyan tê hilweşandin. Gelek serokên Kurdan tên cezakirin û tên kuştin. Dema ‘Usmanîyan jî bo Kurd û Kurdistan gelek balkêş e. Li gor qanûnên dewletê; ‘eşîrên bêfermanberî û bêbawerî, ji teref dewletê ve hatine koçberkirin; axa û begên wan bi mişextî mecbûrê dervayê herêmê an jî welatan kirine. Mesela dema ku Siltan Mûradê Çaremîn ji herba Bexdayê dizvire; temamên Begên Kurdistanê -li gor ‘edet- pêşewazîya fermandarê ‘Usmanîyan dikin. Ji bo ku Mîrê Bedlîsê, wê pêşewazîyê de nehatîye dîtin, serdarê ‘Usmanîyan, bi temamên leşkerê xwe û ‘eşîrên Kurd ên mutî êrişê dide ser Mîrê Bidlîsê. Mîr tê kuştin, bajar xera û talan dibe, li ser gel qetlîamek mezîn dibe.

Li ser Kurdistanê; wexta Fermana Tenzîmatê xisûsen jî İttihad Teraqqî, ji bo tirsa Ûris û Ermenîyan, li Kurdistanê destpêka mu’ameleyên asîmîlasyonê dike. Ev dema, ji bo Kurd û Kurdistanê, mîlada red, înkarî û projeyên bêdadîyê ye. Ev dema, tirsa qedîmê Kurd û Kurdistan re dibe mîlad. Bingehê tirsa Kurd ji bo dewleta Cimhûrîyeta Tirkya jî ev dema ye.

Emê di vê lêkolîna xwe de behsa wê tirsa qedîm teqez tirsa bêdadî û bêbinî bikin înşalah. Kurdên li dunyayê belav bûne û sedema belavbûna wan, bi kurtasî behsbikin.

  • Ji Serê Dîrokê Heta Esra Bîstan Belavbûna Kurdan

Bo dîroka gelê Kurd, gelek lêkolîn û şoxul hene lê belê em wan tiştan ehlê dîrokê û lêkolînêran re berdidin. War û welatê Kurdistanê yên qedîm, Mezopotamya û derdorê wê, taybetî jî Şerqa Navîn e.  Bo me babet ev e: Kurd, bo çi ji wê weltê xwe yên qedîm li dinê belav bûn? Ê duyemîn jî bi destê kê li gerdûnê belavbûn an mişext û koçberbûn?

War û welatê Kurdan de bi destê Kurdan an jî bi destê dagirkerê cîhanî sazîya gelek medenîyetan û dewletan bûye. Gelê Kurd jî bi deste wan dewlet û hêzan, bo asayîş û evlehîya welatên ku nû hatine girtin hatine îskankirin. Çûyîna Kurdên wî zemanî jî mîna ‘esra bîstan; bi serfirazî, bi koçberî an jî bi mişextî bûye. Gelê Kurd jî carna bo serfirazbûna dewleta xwe, bo dagirkeran bûye şervan, carna jî bo avakirina jîyanê û guharandina demogarafîyê îqna an jî mecburê çuyîna wan welatan bûne. Demên pêşî, her çi bibe ji çûyîna Kurdan, welatên dûr nîne dîsa jî li derdorên Kurdistanê ye. Tiştê ku bi destê Asûr, Hîtît, Med, Bîzans, Persan bûye evana ne. Fethên İslamî; Emevî, ‘Ebbasî, Selçûkî û ‘Usmanîyan de bûne jî mîna dewrên pêşîn e.

Dewleta Eyyubîyan, xisûsen jî dewra Selaheddîn de bo hakîmîyeta dewletê, bo emnîyet û asayîşê Kurd li Şerqa Navîn, xisûsen jî li derdorê Şerqa Navîn belavbûne. Li Qafqasya, Hîcaz, Yemen, Misir heta Sûdanê jî ji Kurdan gelek kesan hicret kirine. Îro li van deran, taybetî li Sûdan û kûranîya Afrîqa de kes û komên bi leqeba “Kurdî” têne naskirin gelek in.

  • ‘Esra Bîstan Şûndatir Belewbûna Kurdan:

Dema ‘esra bîstan şûndatir bo Kurd û Kurdistan, felaket e, fîraq e, feryad, hewar û gazîn e. Li ser erda Kurdistan bo îmha û înfazkirinê bi destên nîjadên herêmê dagirkerîyên çend netewan bûne. Heta wê demê Kurdistan; otonom an jî qe nebe muxtarîyet bû. ‘Esra bîstan şûndatir, temamên heq û hiqûqên ku bi distûrên dewletan hatine naskirin temamî red û înkar, bindest û binpa bûne. Bingehên evan bêdadîyan her çi heta dema Xanî diçe jî heta wê damê, projeyên ji bo asîmîlasyon û îmha ya Kurd û Kurdistan zêde nehatine holê, û li ser gelê bindest îcra nebûne. Lihevhatina Qesra Şêrîn, Mîlad e. Ustad Şeyxê Xanî wiha dibêje:

Tasek ji wê ava zelal nadim bi ava Kewserê

Levhatina Qesra Şêrîn tu nabînim jê meferê

 

Li ser wê levhatinê, Kurdistan dibe çar par. Malbat, gund û ‘eşîrên Kurdistanê perçe dibin; gelek ‘eşîr û komên Kurdan, dikevin bin  bandora Ûrisan; nava sînorên Gurcî, Ermenî, Azirbaycan û di nava dewletên Tûranî yên dî de dimînîn. Xulesa wê esra şûndatir, bi destê çar nijadan mişextî û koçberîya Kurdan dom dike. Emê temamên evan belavbûnên Kurd û Kurdistanê dor bi dor behs bikin.

1-Mişextîkirina bi destê Ûris

Ev mişextî, di navbera 1937-1944’an de dewra Josef Stalîn de nava sînorê Yekîtîya Cimurîyetên Sosyalîsta Sovyet (YCSS) de buye. Bilî Kurdan, nava sînorên YCSS de milletên dî jî mecbûrên koçberîyê bûne. Meqseda Stalîn wihabû; gel ji bo YCSS nebin tehdît, nava gelan de nijadperestî belav nebe û tayybetî jî yekîtîya gelan û safîtîya nijadan nemîne.

Kurdên Ûris; li Axiska ya Gurcîstanê, Ermenîstanê, Azerbaycan, Qazaxistan û Tirkmanîstanê hatine mişext kirinê. Pêş koçberîya Mecbûrî, qasî Tirkan nebe jî ji gelek nijadan zêdetir ‘eşîr, kom heta dewletek Kurd jî di sînorê YCSS de jî mewcûd bû. Dema ku Artêşa Qizil, Azerbaycan dagirkir sala 1920’an de li Azerbaycanê du herêm sazkir. 1923 an de herêma Qerebax û Kurdistan Uyezdî (Qizil Kurdistan)  avakir. Nehcivana Muxtar jî dîsa wisa hate sazkirin. Dîsa 7 Temuz 1923 an de eynî Kurdistan, girêdayîyê Azerbaycanê dibe. Nava sînorê Kurdistana Sor de; Laçin, Kelbajar(Kelbecer), Zengîlan, Kubatli (Kurdhecî), Cevanşehr, Zengezor; Areşkon û Cebraîl hebû. Sala 1929 an de jî Dewleta Sovyet, ‘eynî Kurdistanê girêdayîyê Qerebağê dike lê belê zimanê fermî û perwerdehî dîsa Kurdî ye. Rejima Sovyet; li ser vê Kurdistana Sor de bo Kurdistana Rojhilat (İran), Başûr (İraq) û Bakûr (Tirkîya) mesajek sîyasî dixwest. Sovyeta Sosyalîst, li Kurd û Kurdistan hesabên kûr dikir.

Evan hesabên kûr ên li ser Kurdistanê; dewleta Îran, taybetî jî dewleta Tirk, bo tirsa xwe ya qedîm lê belê tirsek bêbingeh, ji Sovyet re şêwr û mişêwreyên kîp kirin, zêde zêde tavîzên veşartî ên aborî û sîyasî dan ji bo ku Kurdistan betal bibe. Li ser van xebatên Îran û Tûranî, Kurdistana Sor 23 Temmuz 1930 an de fesh bû. Di wê fesha Kurdistanê de xebata Ermenîstanê jî hebû.

Koçberîya mecbûrî, gelek malbat û ‘eşîrên Kurdan li hev velqetandine. Bi deh hezaran kes, li cî û warên bav û kalê xwe yên sed salan belkê hezar salan hatin qetandin. Kesê ku razî nebûne, bi destê zorê hatine girtin an jî rêzê qerşunê bune.

Rêwîtîya mişextan, pir bi zehmetên mezin dom kirîye. Vagonên trênan, şûna pez û dewar, mîna heywanan însan tijî kirine; jin u mêr, zar û zêçên Kurdan bi hefteyan, tî û birçîbûn, nava sar û sermayê de ber bi welatên xerîb koçber bûne. Gelek însan, wê rêwîtîyê de candane. Bo ku avdestxane tunebûye, bi sedan însan, bi mîkroban û qirêjê candane. Kesê ku ber çavê da û bavê xwe di vagonan de mirine an jî hêj nemirine, bi deste zorê avêtine der. Vagonên tije însan; li seraserê Sovyeta Sosyalîst digere, li her cîyekê çend însanan an jî çend malan datîne. Yek caran jî ji malekî de her ferdekî cîhê menzîlan de datîne; carna jî serê çîya u gazan, deştan de merivan tîne xarê.

Dema Koçberîya Mecbûrî (1937-1944), welatên ku me li jor behsa wan kir, ji van deran Kurd jî mîna gelên dî, li sînorê YCSS ê bi mişextî belavdibin.  Hêjmara Kurdên mişextî li gor dewletên Tûranî ên li hindirê Sovyet ev în:

Li Tirkmanîstanê 50.000 Kurd dijîn. Ekserê wan li derdorê paytextê wir li Eşqebatê dijîn. Bi piranî Sinnî ne teqez Şiî, Êzdî û kêmasî jî Elîellahî hene. Li Özbekîstanê; 10.000 Kurd dijîn. Ekserê vana, ji Cimurîyeta Kurdistana Mehabadê hatine.

Ji ehlê Mehebadê gelek kes tevî Mela Mustefa Berzanî; berbi Özbekîstanê ketin seferek dijwar. Ev, sefera man û nemanê; teva hêzên Îranê bi şer û pevçûn heta sînorê Ûris domkir. Ha ev Kurdên Özbekîstanê jî piranî ev in. Kurdê wê derê, kêmê wan bajarî ne, ekserê wan li ser rêncberî û ajalî kar dikin.

Kurdên Qazaxîstanê; sê caran koçber bûne. 1-Pişt Serhildana Dêrsim û Agirî (1937); 2- Dema ku hêzên Alman Stalîngrad dorpêçkir (1944); 3-Koçberên Herba Qerebaxê a Adirî û Ermenîyan (1989) de koçber bûn.

Koçberîya Kurdan a Serhildana Dêrsim û Agirî (1937) gelek balkêş û dilsûz e. Li ser Kurdên Bakur, di navbera sala 1924-1938 an de bi qerarên fermî li Kurdsitana Bakûr ferman e. Komkujîya Palo, Gênc, Silîvan, Koçgîrî, Dêrsim, Zîlan, Agirî… navbera van salan de dibe. Eynî demê de YCSS (Sovyet); bi çavê dostane alîkarîyek kûr bo azadîya Kurdan dimeşîne. Di axa Kurdistana qedîm de derdorên Qerebaxê de sazîya Kurdistana Sor (Qizil Kurdistan) bi qerara fermî nasdike. Yanî tu pirsgîrekek nevbera Kurd û Ûrisan de tune.

Di vê lêkolîna me de ‘eyan bûye ku; xebatên îstixbarata Tirkîya yên balkêş, li ser “Kurdên Axiska, Ermenîstanê û xisusen jî li ser Kurdên sînorê Tirk û Uris” çêbûne. Îstixbarata Tirkîya, li ser ‘eşîrên Kurd ên sînor xebatên îstixbarî dike. Ji serokên eşîran, zana û maqûlên Kurdan; bi navê hevaltîya dîrokî û li ser biratîya Îslamî, helbet ji bo hesabên xwe yên kûr gelek alîkar kom dike. Navê wan temamê alîkaran, xisûsen jî yên Kurd, Enqerê re ropor dike. Herçîye nayê zanîn, bi şiklêk xerîb, lîsteya MİT a Tirkîya dikeve an jî dighîje destê îstixbarata Ûris.

Kurdê ku sala 1937 an de koçber dibin, ji teref îstixbarata Ûris de sûcê wan ev e: “Bo îstixbarata Tirkîya û Alman xebatên cacûstîyê kirin û saîr faalîyetên veşartî ne.” Ekserê koçberan; ji ‘eşîra Celalî, Redkan û Brûkan in.

Li ser wê koçberîya, xebatên derdora Ixdirê, rojnamevan Mücahît Özden Hun, bi navê “Reş, Spî û Gewr: Hisnî Bîngol” (Sîyah, Beyaz ve Grî: Hüsnü Bîngöl) pirtûkek balkêş weşandîye.

Kurdên Qazaxîstanê, li gor Kurdên dewletên Tîrkî yên dî zêdetir xwendevan in, bajarî ne, xwedîyê komel û sazîyan in. ji zarokên Kurdan, perwerdehî ya zimanê zîkmakî heya lîseyê bê manî domdike. Sinifekî de ji bo 5-6 zarokan, perwerdehîya zikmakî ava dibe. Bo wê yekê jî ji Kurdên Qazaxîstanê gelek merivên xwendevan û xweyî mewqî û meqam mewcûd in.

Prof. Dr. Kînyas İbrahîm Mîrzoyev (Kînyazê Îbrahîmê Mîrzoyev);  demekî, serokkomarê Qazaxîstanê re destyarî kirîye. Eslê wî, digîhîje eşîra Brûkî û Celalîyan. Herba Adirî (Azerî) û Ermenîyan sala 1988 an de ji Azerbaycanê berê xwe daye bajar û herêmên Sovyet. Nîhayet bi nîşana Profesortî jîyana xwe li Qazaxîstanê dewam dike. Kinyas, bixwe heşt zimanan dizane. Wir, li ser çand û edebîyata Kurdan gelek weşan û lêkolînên girîng kirî ye.

Şuxulên merhum Kınyasê Mîrzoyev: Komela Berbang; Yekbun TV; pirtûkên li ser dersên Kurdî; bi navê Kurdistan, li ser sê zimanan (Qazax, Rûs, Kurdî) rojname; bi navê Nûbar kowarek… hvd.

Li Qazaxîstanê hola îlmên pozîtîf de zanyarek navdar jî Prof. Dr. Nadîr Nadîrov e. Li Rûsya û Qazaxîstanê de “Meraşelê İlim” an jî “Lomonosov” tê zanîn ku; Lomonosov, bi xwe ‘esra 18 an de fîlozofê Ûris yên herî mezin e. Nadirov bixwe bi temamê hêza xwe, bo koçberîya Kurdan xebitîye; alîkarî û xizmetên mezin ji koçberan re kirîye.

Kurdên Qazaxîstanê.
  Em vêna jî peşînen bibêjîn; ev hêjmarên ku me ji bo Kurdan dane, li gor kolînên resmî û xeyrî resmî ne. Ji van yek jî lêkolînêr û dîrokvan Ancelîka Kopedonesîva û hinek Sazîyên Kurd û Ûris in. helbet ji xeyrî van hêjmaran, hinik hêjmar û reqemên fermî yên dî jî mevcûd in. Em dikarin bibêjin me di lêkolîna xwe de vana esas girtîye.

Kinyas Îbrahîm, Mes’ûd Barzanî
Navbera 1937-45 an de Koçberîya Kurdan ên herî zêde li Qazaxîstanê çêbûye. hêjmara wan 150 hezar e.

Koçberên Qirgizîstanê; di dû Qazaxîstanê de bi 30.000 kesî hêjmara herî mezin ev in. Ev, bi lehçeya Soranî diaxivin. Ekserê wan li Adzerbaycan, Gurcîstan û Ermenîstanê sala 1944 an de koçber bûne. Zêdeyê wan li bajarên Suzak, Çuy, Talas, Qizil Kîya û Kok Jangak de jîyana xwe dom dikin. Ev bajarana jî menbe’ên lajwerdan (maden) in.

2-Mişextîkirina bi destê Dewleta Tirkîya:

Devleta Tirkîya, bi qerarnameyek dizî, 24 İlon 1925 an de Plana Îsleha Şerqê derxist. “Koçberîya Kurdanê Mecbûrî” li ser vê planê îcra bûye. Ev mişextîbûn; di pişt Qiyama Şeyx Seîd sala 1930 an de bûye.  Bi van qeraran; li derdorên Ixdirê, ji ‘eşîra Xelikan gelek kes, di ser Trabzonê re, malbatên Kurdan ji hev veqetandin e. Li gundên Xerbê, malbat û qebîleyên Kurdan, zêdetir 2-3 malbat li gundê xerîb ji vagonan avêtine xwarê. ‘Eşîr tevlihevxistine, malbat kerî kirine… Di van gundên xerîban de derketina welatîyan, serbest nebîye, girêdayîyê îzna taybetî bûye.

Pirsgirêka Kurdan, heta dema Tenzîmatê tucaran tunebîye. Di dû Tenzîmata ‘Usmanîyan, Ray û ramanên Frengî, qomonîzm, qapîtalîzm, xisûsen jî faşîzm di nava ummetê de, xisûsen jî di nava sînorên ‘Usmanîyan, bi destê zanyar û distûrên ‘Usmanîyan belav bûye. Em dizanin ku Awrupa, bi destê faşîstan 1914 u 1940 an de du caran ketîye herba cîhanê a ‘umûmî. Ev herb, di sînorê Awrupa tenê de nema, êş û şewata wê çarhawêrê dinê qewirandîye. Sedema van komkujî û talana Îngîlîz, Alman û Fransiz bûn. Faşîzma ku dewleta ‘Usmanîyan belav kir jî bi destê aqilmendê meyên wê demê peyda bû ku ev jî bixwe heyranê van dewletên faşîst bûn.

Mesela bi dest meqamdarên wê demê li Misir, li Şerqa Navîn di nava Ereban de xutbeyên Tirkî hate dayîn. Li Kurdistanê betalbûna heq û hiquqên fermî bû. Ji Dêrsim, Koçgîrî bigre heta Agirî li ser Kurdan bê jimar zordarî, projeyên asîmîlasyonê, ji bo betalkirina qezencên qedîmên qanunî; mişextî yên fermî çêbûne. Ji vana zêdetir, pir deran jî komkujî (jenosîd) yên fermî çêbûn ku bîzzat serokkomar Erdoğan; komkujîya Dêrsimê îtîrafkir û wiha got: “..li Dêrsim, 12 hezar kes bi destê dewletê hatîne qetilkirin, ev qetlîam e. Ez bo wê ji bo navê xwe lêborîna xwe dixwazim..” Dîsa ‘eynî Serokkomar; “..heta dema Cimurîytê ji herêma Şerqê re Kurdistan dihat gotin. Herin qeydên Meclîsê binêrin; wekîlên herêmê re bi navê ‘wekîlên Kurdistanê, ên Lazîstanê..’ hatîye gotin û hatîye nivîsandin..” Lê belê îro roj, serokkomar bixwe bo van heqîqetan, kar û gotinên ecêbmayî dike. Do do bû; îro jî îro ye. Çewa ku şairê Tirk gotîye:

Bu derde ne derler sîzde? (li ba we ji bî derdî re çi dibêjin?)

Em, bi devê şairê Kerbelayê ji birayên xwe yên Mislîman, ji Ummetê dipirsin:

Esîr-î dâm-i aşkin olali senden vefa görmem (Yexsîrê dafa eşqa te bûm, bes tu vefayê nabînim)

Senî her kande görsem ehl-î derde âşînâ görmem (te li ku bibînim jî te nêzikî ehlê derd nabînim)

Vefa vü aşînalik resmînî senden reva görmem (Resmê wefa û rastîyê wiha layiqê te nabînim)

Gözüm, cânim efendîm, sevdîğîm, devletlî sultanim. (Çavê min, canê min, efendîyê min, evînamin, bextîyar siltanê min!! /Fuzûlî 1489-1556).

 

Redd û înkarîya Cimhûrîyetê; li ser Ermenî, Suryanî, Gurcî, Boşnak, Arnavût, Laz û Çerkezan jî çêbûye lê belê yên herî mezin, yên çekdarî li ser Kurdan taybetî çêbûye. Bona ku “Kurd li axa xwe yên qedîm in; dîrokê de li vir bûne xweyî dewlet; hejmara Kurdan zêde ye û Kurd weka gelên dî asîmîle û tune nabe…” her daîm li ser Kurd u Kurdistanê kar û hesabên kûr yên zordarî dewam kirîye. Ev hasaba ne çare ye; cahilî, acizî û bêçaretî ye.

Tirkîya; navbera 1980-1990 de li Kurdistana Bakûr bi hezaran gund vala kir. Welatîyê van deran ber bi temamên bajar û bajarokên xerbê koçber bûn. Sebeb, şerê navbera dewleta Tirkîya û orguta murted bû. Îro li Stembolê, Bûrse, Îzmîr, Mêrsîn û Edenê de ji Kurdistanê zêdetir nifûsa Kurd heye. Li gor hinek lêkolînan, li hinek bajaran herwekî bajarên Edene û Mêrsînê de ji Tirkan zêdetir Kurd mewcûd in.

Asîmîlasyona li ser Kurdan meriv dikare bibêje; bi projeyên fermî û bi destê dewletê dewam dike. Mînak ev in: Zimanê Kurdî di gotênê de serbet e feqet di heqîqetê de qedexeye. Li Bilxarîstanê 150 hezar Tirk dijîn lê belê bo zarokên şeş salî, kêmasî 12 mektebên dayîkî hene. Jixwe serokkomar Erdoğan ji bo Tirkên dervayê welat her daîm hember asîmîlasyonê mucadela gelên Tirk dimeşîne û wiha dibêje: “Ji entegrasyonê re erê, feqet ji asîmîlasyonêre na. Ziman, tore, ‘irf û keltura xwe dest jê bernedin..” Ev gotin û mucadele wezîfeyek însanî û Îslamî ye, feqet gerek ji nijada Kurd jî bête gotin.

Folklora Kurd, qedexebûna navên gund û bajarên Kurdan; li herêma Kurdistanê ji Şêx Seîd heta 1946 an kargerîya pêtkirî (sıkıyönetim) dewamkir. Bêjeyên “Kurd, Kurdistan, Kurdî, Kawa, Barzanî, Şêx Seîd, Seîdê Kurdî (Nûrsî)…” qedexebun. Di dûv Derba 1980 jî zimanê Kurdî, jîyana resmî û bi taybetî rasmen qedexe bû. Weşanên bi Kurdî, kilam û helbestên Kurdî qedexe bûn; ji dengbêj, nivîskar û şairan pir kes binçav, bindest, girtîyê heps û zîndanan bûn. Ji merev re mîna henekan tê feqet evan tiştan heta 1991 an li ser axa Kurdfan dewamkir.

Qedexeya li ser Kurdan; li meclîs û zenîngehên pir welatan hatîye ziman. Namzetê Kongreya Emrîka Bob Fîlner: “Jîyana ku bi navê Kurdî tê zanîn, endîşeyek mezin dide, hege bi vê rewşê dewam bik, keltura Kurdan ji holê radibe. Ev komkujîyek keltûrî ye..” Mark Levene; “Asîmîlasyona li ser Kurdan, tenê li ser keltûrê nemaye; ji ‘esra 19 an virde evan bûyeran heta 1990 an li her holê dewamkirîye.”

Xulesa Kurdên Tirkîyayê; di dewra Cimurîyetê de bi destê dewletê, di hindirê welat de xisûsen jî li bajarên xerbê mişextî, bi koçberîya mecbûrî hatine ajotin. Sebebê herî mezin jî helbet îhtîyac û feqîrî ye.

Dîsa bi destê dewletê an jî jiber zordarîyû tertela dewletê jî gelê Kurd, koçberê Kurdistana Rojava, Rojhilat û Başûr bûye. Dema mişextî û koçberîyê de gelek malbat wenda bûne; gelek zar û zêç, kal û jin mirine û bi deh hezaran Kurd jî li hindir û ber bi dervayê welatan de koçber bûne.

Madem îro gelek zana, aqilmend, alim û sîyasetmedarên Kurd û Tirk li ba hev an jî nêzî hev di hola îlim, îrfan, îman û îz’anê de dimeşin; jîyana sîyasî, aborî û ilmî dikin; wê çaxê bo çareserîya wan êş û birînên kûr yên cahilî gerek çareyan peydebikin. Bo çareserîya wan pirsgîrekan, çareserîyek maqûl lazim e heta ferzil eyn e.

Misulmanî bi dev nabe

Bi hirt û hirtê çê nabe!/…/

Dilo rabe wext dereng e. (Seyid Elî)

Heyfe û şerm e, rûreşî ye! Em Tirk û Kurd îdî bi hev re bijîn: Pirsgîrekek me ya mezin heye lê belê çareserî jî mumkîn e. Sedema mewcudîyeta îstixbaratên ehlê xaç û seneman li herêma me; ev redd û înkarîya faşîst e. Dadî û biratî, bi destê emperyalîstan nabe; bi destên gelên herêmê feqet li ser dad û biratîya wekhevî dibe. Îro roj ev roj e; dem ev dema ye. Her bijî biratî, her hebî wekhevî! Her hebî jîyan û ‘edaleta İslamî! Bimre nezanîn, cehalet; koletî û koledar!

Îdî em nebêjin; “Te bê fayde imir borand/ Di qelbê xwe Le’în ronand/ Heçî qencî te jê forand/ Rija tev çû bi erdê da” (Seyîd elî Findikî).

3-Kurdên İranê, yên Kurdistana Rojhilat

Dewra Şah Ebbas de ji ber êrişên Tirkmanan di esra 17 an de -bo ku bibin mertala İranê- eşîrên Kurd, koçberê başûr û rojhilata İranê bûne. Ev koçberîya jî fermî ye. Pişt re dema sazîya Cimurîyeta Kurdistana Mehabad 1946 an de Kurdên İranê dibin xweyî dewlet lê belê dewleta Mehabadê 11 meh dewam dike. Li ser Mehabadê bo dewleta Kurd îmha, bo gelên Kurd jî înfazek mezin diqewime.

Dewleta İranê; bîzzat Qadî Muhemmed bo şert û şurtên levhatinê dawet dike lê bi bêbextî wî îdama dike. Li ser wê fermana Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî, teva êl û ‘eşîran ber bi Özbekîstana Sovyet seferek dike, diçe Özbekîstanê. Kurdên wê derê jî ekser ev in.

 4-Kurdên ‘Iraqê ên Kurdistana Başûr

Gelek caran koçber û komkujî dîtine. Dewra Seddamê Tikritî, bo Kurd û Kurdistan felaket, talan û komkujî ye. Bi koçberîya Barzanî re mecbûrî hinek Kurd çûne Özbekîstanê.  Kurdên Başûr, gelek caran nava xwe de koçber û mişextî an jî qetlîam dîtine.

Helepçe(16 Adar 1988); di dû Hîroşîma û Nagazakî, komkujîyek herê mezin e. Heşt hezar Kurd; jin, kal û zarok bombebaran bûne. Pişt Helepçe; li ser distûrên navnetewî, Kurdistana Başûr avabûye. Îro di qanûna esasî ya Iraqê de jî hatîye naskirin.

Taybetî dewleta Tirkîya, ji bo betalbuyîna referandumê tazyîq û tehdîdên mezin yên eksê biratîyê kir. Bi tangq û topan, bi hezaran leşker, sînorê Kurdistana Başûr de tetbîqatek mezin kir.  Gotina serokkomar ên wê demê; “Şevek xafîlda dikarim bêm” (Bîr gece ansizin gelebîlîrîm) meşhûr bu. Li ser vê tehdîda, Serok Mes’ûd Barzanî, qerara betalbûna referandûmê girt lê belê ev referandûm îdî di dîroka Kurdistanê de, di qeydên navnetewî de hatîye zeptkirin.

5-Kurdistana Rojava a Surîyê

Heta çend salan pêş ve xweyî nasname û cihê fermî nebûn. Dema komkujî û koçberîya Kurdên Tirkîyayê, gelek Kurd revîyane Rojava. Mala Haco yek ji wan e.

Îro li Rojava, bin bandora hêzên Emrîka de herêmek Kurdistan mevcûd e. Rojava, di coğrafyaya Sûrî de cihê petrol û werze (çandin) ye lê bele;

“Rê dûr e derîv teng e/ Awaz, Peyman û ceng e/ Şivano lêxe lêxe/ Êvare-l me dereng e”

Ev der jî her wekî seranserê Kurdistana Çar-par li benda emnîyet û asayişê, biratîya wekhevî û ‘edaletê ye.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *