Ezîz MezraqenterîHelbestJi Rehma Te ye ya Îlahî!

 

Te j’tunebûnê’m anîn hebûnê
Te ji hindikî anîn pirbûnê
Tu yî xwedîyê mirin û jînê
Ev ji rehma te ye ya îlahî

Tu yî Xaliqê erd û ezmana
Tu yî Hakimê dewr û zemana
Te ruh xistî bedena însana
Ev ji mezna te ye ya îlahî

Em nezan bûn te ‘ilim daye me
Ax û av û roj hewa daye me
Him Muhemmed û Qur’an daye me
Ev ji rehma te ye ya îlahî

Dinya musexxer kir ji bo însan
Te tiştek nehişt bi kêm û nuqsan
Te însan çêkir bi şeref û şan
Ev ji dana te ye ya îlahî

Te qencî li me kirin bê hîsab
Te şandine pir nebîy û kîtab
Te bi me hîn kir başî yû xerab
Ev ji rehma te ye ya îlahî

Ev kewn û felek weqt û gera wan
Stêrk hîv û roj û dewrana wan
Berf û barana tê ji asîman
Ji qudreta te ye ya îlahî

Ev çem û behrê di nava cîhan
Ev jiyan û sir di nava pêlan
Gemî tê de  çû qudret û nîşan
Ev ji dana te ye ya îlahî

Bi hezara heywan û nebatat
Ji însan ra bûn sebebê heyat
Te ji tuneyî çêkir ev heyat
Ji kerema te ye ya îlahî

Tu Rebbê me yî em ‘ebdê te ne
Her demî muhtacê rehma te ne
Em gunehkar in li efya te ne
Ev ji rehma te ye ya îlahî

Şukur j’rehma te re ya îlahî
Şukur j’dana te re ya îlahî
Te’m kirin însan şeref û şahî
Ev ji dana te ye ya îlahî

Te xulqa me kir em kirin însan
Daye me ‘eql û şeref û îman
Kir xelîfe şandiye ser cîhan
Ev ji rehma te ye ya îlahî

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *