Ezê bangdim rastîyê, dest bidim dergûşa jîyanê bi dagerîn
Reşika çavan di nezer de mezin bikim bi raperîn
Pêjn û bala bêrîyan hebûnek lêbikim nivîsek nazenîn
Destpêka min ev bûna, hebûna…
…pê ewlemendbûnam bi tîrijek rozerîn.
Bi şîret û rêç û dustûr bihebanda min bi soz û peymanî.

Ez li bende bûm çiqas, benda hatinê bi hesret
Bi gilî û gazin bigotana min çi kişandî bi kesret
Derbas bûn û çûn lipey hev demsal û sal, çi bi xweşî çi bi qeswet
Di xeyala min de mezin bû, ‘edilî, guvurî sebîyê nemzet
Ez bi te şa bûm, tu hêvîya min, li banê min tu hêzanî.

Di seraba minde resmê te, cumle dibarin ji çava, li sivderî
Diaxivim li pêjna te ez keribyê tînoş kewserî
‘Umrê te bistûyek, bi qandî ğerîbîyê di hifza min de ezberî
-“Berxê min tu gihayî qam û sehera welatê peyğemberî
Temînîya biharê li te be, di beza rizgarîya bergerî
Haydar be, ne perçiqînî tu şitl û kulîlkên eqlîmê enwerî
Her tim û daîm bi nezera yarê bîdar bî li parzemînaw cemserî
Li rêw rêwan tuneye çem û kanî, birçîw pêxwas, bê cil û perwerî
Tîw bê av bimeş bi ser pirsgirêkê ve bi can û serî
Bixwîne şerq û ğerbê rîsala biratîyê bireng mu’minê ‘ebqerî
Şevê desta vegirtîye dû’aya mudam, girêdayê bi xulq û mewzerî
Bi heqanîyet li textê dil timî serbilind be sorgula Ehmed bi îz’anî

Armanca min  hilneyê di ş’ir û menzûma
Reş beleka didêrim berhewa û mensûra
Ez şîn û matem dikêşim ji qedîm ve spartina zorxelet serdestî dike.
Ji mîhraba mîhraq dipejiqin û dîrok dûbare li ahû zarî
Dibêtî…
..na na! Bi yeqîni
Pirsgrêk ev e, deftera hesabên hûrik di ser kîtaba bilind hat girtin.
Xeletîk heye, erê dibêjin qebûlê meye, lê tucarî hûn nedin ser lêva
Jibona me bihebînin ya na kamranî û dilşadî naêt dîtin ji îro pêva.
Bi rastî dakevim kûrî û ji hevdû veqetînim hûrgilî.
Nehêja medqulkê xwe datînin ciha pîrozmenda gulgulî.
Ji me dixwazin ji bona xwe ebeden qîmet û rûmet
Belengazên guvik li dor wan perwanene bi koranî
Bi nîvdeva medhîye dipeyîvin li hêla me,
Ji tirsa qewrandinê…
…di nav gotinan de şînoka dişînin taxa din bi nezanî

Çi bêjim, nezan im.
Zeman li birînê dibe qalik dibêjin
Şewata min di bin de tê sotan her rojava bê mefer dikeribim.
Birçîyê biratîyê bê qudûm im, dest vegirtî me timî, ha vaye du’a.
Ji çenga amîn hildikşin.

Rojekê ger dildar te bide pandin…
…wexta bi bal mizgînê de te bazda,
zinhar tu ne lukumî sermestî.
Rengê qemerê li ruyê te ne çilmise tucar.
Gotin û galgalê rûşûştî m’adê te ne zerhimînin.
Beşera veşirtî di nav lêvên te de timîw daîmî be.
Çavên te daîm li mandî binhêrin. Wek min wan bi lorika şil neke.
Ger tu binhêrîw derbas nebî û lê bisekinî tê çi bibînîw çi nebînî:
Di rûyên devliken de dirûtî…
…di gotinê avzêrkirî de hîlew derew,
Bi yek ji vana nexape, herkesî dost nebîne.
Heban bi kîn û nefretê tijî kirîye însan nizanim çima?
Jîna xwe di dolaba rikê de dizvirînin
Di aşê hesedê de qencî w xemla xwe dihêrin.
Dema pirsîyana sebebê tûrikê kînê bi pîncik ve di nepixînin
Malbat û ‘urf û ‘adet sedema ‘ucb û ‘ecibandinê ye
Ji pîne kirinê betanê durûtîyê naêt dirûtin
Tê bibînî ne tiştik û nemerd bi kibrek fîr’ewnî rakaş dibin.
Ez dihelim taybet van xisleta jibona malmezinîyê têkil dibin.
Temînî be bîst û yeksalyê min tu jibîr neke
Ji axê em hatin, bilindî ya rehmanî bi dilnizmîyê pêk dibe
Kişandina avê bibal mehşerê ve xwespartina Îsma’îlî ye ancax
Nîşana qelbê pak rûyê qemerê Hacerî ye.
Meznantîya bi ‘int û zerpê kelmêşek di nîv pozê nemrûdî ye
Yan li Tîha bayeban destpêka ruswatî ya benû îsraîlî ye
Ev e derdê min bi xeyala re dipeyvim, armanca xwe dilorînim.
KESÊN BEŞERÎ BÊ GIHÎŞTIN, PÊ RE KOMAL DIKEMIL IN

——————————————
Pandin:     (li bende hiştin)
‘Ebqerî.     Kesê bi her hawayî kamil

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *