BijarteGiştîBi Dr. ‘Ebdullah Xurşîd ‘Ebdullah re Hevpeyvîn

 

بسم الله الرحمن الرحيم

Kelhaamed: Mamosta hûn bixêr hatin. Ji kerema xwe re xwe bi me bidin naskirin.

Dr. ‘Ebdullah Xurşîd: Navê min Dr. ‘Ebdullah Xurşîd ‘Ebdullah, ez seorkê beşa felsefê me li kulliya edebiyatê di zankoya Selaheddîn de. Di sala 1980 – 1981’an de li zankoya Beğda min beşa komelnasî (sosyoloji) temamkir. Piştre ji ber mesela eskerî û firarî û muhaceratê demekê min navbir da xwendinê. Di sala 1993-1994’an de li zankoya Selaheddin di beşa komelnasiyê de bi teybet li ser antorpolojiyê min mastir temamkir. Sala 1996’an de min diploma mastirê wergirt. Li ser gundê Behrikê ya ku bi Hewlêr ve girêdayiye min lêkolîna xwe temamkir. Min lêkolîna xwe bi ‘Eerebî nivîsand, bi navê البناء الاجتماعى للقرية الكوردية دراسة اجتماعية انتروبولوجية    (Avayiya Komelayetiyê ji bo Gundê Kurdî, Lêkolîneke komelayetî û întropolojî). Şeş, heft sal li zankoya Selaheddin di bin wezareta perwerdeyîyê de min xizmeta xwe dewam kir. Pişt re li Beğda ji bo serperiştiya doktorayê min mamosteyek peyda kir, navê wî Îhsan Mûhemmed Hesen bû. Mijara min “Burokrasî û Rola wê di îdarekirina daîrên Hukûmî de” bû. Şeş salan ez serokê beşa komelnasî mam. Va ye sê sal e jî ez serokê beşa ferlsefê me di kulliya Edebiyatê de li zankoya Selaheddîn. Heta anha zêdeyî bîst mastir û doktoran min munaqeşe kiriye. Min îdarevaniya çar doktoran û deh mastiran kiriye. Ji sala 1996 heta niha ez li kulliya edebiyatê dewam dikim.

Kelhaamed: Îro em dibînin gelek ‘urf û ‘adetên Kurdên Herêma Kurdistana ‘Iraqê Îslamî ne. Wek bîranîna wîladeta Pêğember ‘eleyhîsselatû wesselam bi xwendina mewlûdan, îhtîmamdana bi mizgeftan, xwegirtin û muhafezekirina pîrekên wan. Di eslê xwe de cil û bergên Kurdî yên zilaman û pîrekan jî her Îslamî ne, çimkî di çerçova adabên şer’î de ne, ne tengik in. Dema em vana bidin ber çavên xwe bi nêrîke giştî derheqê ‘urf û ‘adetên Kurdan de hûnê çi bêjin?

Dr. ‘Ebdullah Xurşîd: Hemd ji Xweda re be, ji roja ku Îslam wek xelasker hatiye welatê me însanê Kurd û Îslam bi hev re haine ‘esirandin. Roja ku Îslam hat nav Kurdan, Kurd di bin te’dew ezyeta Rom û Faris û hinek xelkên din de bûn. Wê wextê însan li xelaskerekî digeriyan û di xwestin ew riya xelasiyê li ber çavên wan diyar be. Ji ber vê yekê dema ku Îslam hat Kurdan xwe pê ve girt. Tê gotin ku dema Îslam hat nav Kurdan gelek şerr û herb û kuştin çêbûn li hember Îslamê. Van gotinên bi vî rengî ê wan kesan e ku ji Kurdan û ji Îslamê hez nakin. Dîrokzan dibêjin dema Cabanê Kurdî Muslumanbû ji cem Pêpğember eleyhîsselatû wesselam hat, di bin serokatiya wî de heyetek, cemaetek hat tertîbkirin. Hat li mentiqa Deylem û mengiqa ku jê re dibêjin Xalis, mentiqa Diyale û mentiqên din xelkê Kurd dawetkir bi bal Îslamê ve û xweşik Îslam bi wan da naskirin. Pişt re leşkerek çêkir. Dema ku artêşa Îslamê hat van welatan şerê wan ne li hember Kurdan bû li hember deselata Îraniyên wê çağê bû. Kurdan alîkariya leşkerên Îslamê kir. Ji ber ku wê demê zor û te’da Îraniyan li ser Kurdan zêdebû Kurdan jî vêya firset dîtin û xwe bi Îslamê girtin. Ji wê rojê ve kesayeta Kurdî di gel Îslamê tevlihev bûye. Çewa hevîrê ku bi rûn û hêk û tiştnî din tê ‘esirandin ne mumkun e ku ji hev were veqetandin, Kurd jî bi wî rengî bi Îslmê hatine ‘esirandin.

Eger rojekê Kurd ji Îslamê were veqetantin wê di dîroka Îslamê de kurt û kêmasî çêbibe. Ev jî ji me re şanazi ye. Di dewra ‘Ebbasiyan de jî di dewra ‘Usmaniyan de jî roleke gelek muhîm ji bo Kurdan heye. Dewleta Eyyûbiyan ji bo Kurdan şanaziye ku bi destê Kurdekî hat damezirandin û di tarîxê de ciyekî wêy bi te’sîr û girîng heye. Dewleteke bi wî rengî ku dost û dujmin şahidiyê ji bo qenciya wê didin. Ji ber vê yekê dema tu Kurdan ji tarîxa Îslamê derxî xelel peyda dibe. Bes dema tu Îslamê ji tarîxa Kurdan derxîni xeleleke mezintir peyda dibe, çimkî wê demê Kurd qet namînin. Delîl ev e: Mesela beriya ku Îslam were, navekî Kurdan nayê dîtin. Bes piştî ku Îslam hat di nav Kurdan de ‘ulema û zanayên Îslamê peyda bûn, meşayixê mezin, serkirdeyên mezin peydabûn. Anha jî di nav Kurdan de kesên ku ji bo zimanê Qur’anê xizmetê dikin, ji bo Muslumanan û ‘ulûmê Îslamî xizmetê dikin gelek in. Temaşe bikin, di nav ‘ulemayê hedîsê, di nav ‘ulemayê fiqhê de, di nav ‘ulemayê tarîx û felsefe de gelek kes hene wek huccet tên qebûlkirin. Gelek kes hene ji ‘ulemayên Îranê re dibêjin Faris yan jî Îranê bi Faris dizanin. Hal ew e di nav Îranê de Kurd û Tirk û Azer û ‘Ereb û Belûc hene. Kesên ku Îranê bi Faris dizanin wana ne şareza ne.

Hinik kes hene ku Îslamê ji Kurdan vediqetînin. Bes dema tu temaşe dikî piştî te Îslam derxist, dewsa wê nayê dagirtin, bedîlê wê nîne. Di Kurdistanê de laîk û Mesîhî û Cihû û Êzîdî û wekî din ğeyrîmuslim jî her hebûne û di munasebetên Îslamî de beşdarîya me Muslumanan kirine. Di gel kultura Kurdewarî kultura Îslamî jî wergirtine. Mesela di Remezanê de kesek ne Musluman be jî li ber çavê xelkê xwarinê naxwe. Di vir de vê nukta ‘intîke jî gerek em bînin ber çavan: Li Kurdistanê hinekî ku bi Tirkî xeber didin hene. Hinik ji wan Kurd in hinik jî dibêjin em Turkmen nin. Di şeva ku jê re tê gotin “eğlence” de si’eta ewil Qur’an dixwendin, selewat û mewlûdê dixwendin. Pişt re yextiyar û zarok û pîrek diçûn, xortan jî îdî diguherandin, dest bi kêf û zewq û heta bi araqê dikirin. Ji ber vê tu nikarî Îslamê ji Kurdayetîyê veqetînî, kesayetî nuqsan dibe. Îslam û Kurd ji hev cuda nabin, vê yekê em nikarin bidin ber çav.

Kelhaamed: Ew çağ serçaviya ‘urf û ‘adetên Kurdan Îslam e. Ji roja ku Kurdan Îslam qebûlkir bi hemî jiyana xwe rengê Îslamê wergirtin. Gelo di ‘urf û ‘adetên Kurdan de guherandin çêbûye yan na? Em karin bêjin ku di filan dewrê de ‘adetê wan wiha bû anha jî wiha ye?

Dr. ‘Ebdullah Xurşîd: Dema ku Îslam hat hemû ‘adetên milletan yên berê nebir. Yên ku başbûn, wek silaê rehim, mêvandarî, xizmeta ji bo însanan, alîkariya kesên ketî û her wekî din bêtir bicîkir. Hinekan jî dest nedayê, hinekan jî bi ayet û hedîsan bihêztirkir. Mesela yek ji wan ev e ku Pêğember ‘eleyhîsselatû wesselam dibêje: “Qençtirînê we ew kes e ku alîkariya ‘eşîr û xizmê xwe dike bes bi şertê ku nekeve gunehkariyê”. Yan jî mesela di cahiliyê de gotinek hebû di got: “Zalim be jî mezlûm be jî alîkariya birayê xwe bike”. Pêğember ‘eleyhîsselatû wesselam vê gotinê tekrar kir. Sehaba got “ya Resûlellah, dema kesek mezlûm be tê fêmê ku çima gerek merev alîkariya wî bike. Bes zalim be emê çewa alîkariya wî bikin?” Resûlullah ‘eleyhîsselatû wesselam got, “bi destê wî bigre nehêle ku zulmê bike. Ha ev alîkariya wî ye.”

Ji ber vê em temaşe dikin milletê Kurd di eslê xwe de qewmekî kevnare ye. Peyamên dînî jî li vê mentiqê her hebû ne. Ger em li dîrokê bizîvirin em dibinin ku derheqê sekinandina keştiya Nûh ‘eleyhîsselam de ayet dibêje  انزلني منزلا مباركا    “Min li ciyekî mubarek deyne”. Di vir de mentiqa Kurdî bi mentiqeke mubarek hatiye hesabkirin. Li vê derê ciyê edyana û mekanên Pêğemberan hene. Mesela mekanê Hz. Îbrahim li Kurdistanê li çend ciya heye. Ji ber vê yekê, efkarên Îslamî û ‘emelkirina bi hukmên Îslamî ji vana peyda dibe. Alîkarî û ji hev kezkirin û hurmetdayin, hurmeta ji mêvanan û xizman re vana tev beriya Îslamê jî di nav Kurdan de her hebûn. Dema Îslam hat li gorî fitret û tebî’tê Kurdan derket. Ew zulm û zordestiya Rom û Sasaniyan ji ser wan rakir. Kurd îdî bixwe ve hatin. Çavên wan vebûn, îmkan ji wan re çêbûn, xwe bi şeklekî baştir dîtin. Yanî kesayetek baştir da Kurdan. Anha jî em van tesîran dibînin. Mesela mamsotayek ji Îranê dibêje “ez çûm mentiqa Turkmenistan ku niha parçeyek di bin hukmê Çîn de ye. Gelek qedrê min girtin. Min jî nizanibû sebebê vê yekê çiye. Çend gundên wê derê ku em li wir man ji min re gotin, em hemû kes heta dereceyekê Quran jiber in, gelek dîndar in û mizgeft û cemaet û limêjker in. Ev hemû li ser destê mamostayekî Kurd çêbûn ku hate vêder û çavê me vekir.

Di Îmamulharemeyn de serdemek e Mûhmmed el Kurdî hebû ye. Li Malezya, dibêjin gelek kes û ‘alim hene kelîmeyên Kurdî bikar tînin. Dibêjin bav û bapîrên me di wexta xwe de li Heremeynê, li Mekke û Medînê van tiştan hînbûne û îdî bûye beşek ji kultur û zimanê me. Li ‘Iraqê beriya ku ‘Ebdulkerîm Qasim înqilab bike di serdema melekiyetê de gelek karbidestên dewltê Kurd bûn. Di dewleta ‘Usmanî de jî ji bo Kurdan gelek asankarî hebû ye, gelek caran ji leşkerên Kurdan îstîfade kiriye, îmarata Kurdî hebû ye, serbixwe jiyaye. Wek Mîr Muhemmedê Soran, wek îmarata Baban, Erdelan, Xurşîdî. Evana didin nîşandan dema tu Îslamê ji Kurdayetîyê bidî alî Kurd nikare ji xwe re nasnameyekî çêke. Belê gerek em li tiştekî agadarbin. Çend fetreyan, bi sebeb hinek bûyeran Îslam di nav Kurdan de ze’îf bûye û bi qewet bûye. Mesela piştî dewleta ‘Usmanî li Tirkiyê gelek ğedir lê hatiye kirin. Li îranê hinek hemle li dijî Kurdan hatiye kirin. Wek Mûhemmed Emin Zekî Beg dibêje: “Ez di dewleta ‘Usmanî de zabitek (seresker) bûm, ti muşkîleyeke min tunebû ka ez Kurd im yan ne Kurd im. Bes dema ku dewleteke Tirkan bi navê Tirkan hate damezirandin reğbetek j imin re jî çêbû ku nasnameya xwe diyarî bikim û dewletek min jî hebe bi navê Kurd.” Ev bûyerên ku di serdema Ba’siyan de çêbûn Kurdan pêhisand ku bêkes in, tên xapandin, zulum li wan têkirin. Ji ber vê, hinik caran bi Kurdan re ihsasek wiha çêdibe: Çima Tirk û ‘Ereb û Faris dibêjin em Musluman in û heqê xwe werdigrin û nasnameya min nasnakin. Ev pêhisandin aliyên dijî Muslumanan bi qewet dike, dibêjin “a va ha hûn dibînin Musluman çi li we dikin. Ger hûn Musluman nebin yan ne di gel Muslumanan bin nasnama we tê qebûlkirin bi qewttir dibe.” Ji aliyekî din ve medhê Kurdan dikin û dibêjin “tu xelkekî gelek bikêrhatiyî, ger Musluman nebî, ne dibin destê ‘Ereb û ‘Eceman de bî, îmkanantên de gelek in.”

Evana “çend kelîmeyên heq in bes meqsed ji wan batil e”. Em wek millet heqê me heye. Bes me’na wê ev e ku heqê min li ser hesabê xelkê din be yan bi zulm û zorê be. Bi heq û mafê xwe em de’wa mafê xwe dikin. Û heqê min he ye ku ez dîfa’ê li xwe bikim. Bes van bûyeran ji alîkî ve însanên Kurdî sar kiriye. Piştî me deselat û îmkanatên xelkê bêdîn dît em li van fikran poşman bûn. Her di dîn de heqê me hatiye muhafezekirin. Û em dixwazin wan kesên ku em bi wan re dan û sitendinê dikin ger li Beğda be yan li Stenbol be yan li Tehran be xelkekî bi dîn û rêk û pêk bin, delîla qebûl bikin em bi aştî bi wan re bijîn, bê şer û pevçûn. Ev ji bo me baştir e tabi.

Tiştekî din heye gereke were zanîn. Îro tiştek heye jê re dibêjin globalizm, ‘ewleme. ‘Ewleme carna berî e. Hinik tiştan merev dibîne merev çavlêdike û xwe dike wek wî. Di vir de ez nikarim kesî din sûcdar bikim. Bes hinik tişt jî proje ne. Mesela bi Tirkî, bi ‘Erebî, bi Farisî di televizyonan û înternetê de tişt belavdibin, tên ber me. Jêdrên me yên Îslamî û terbiyewî yên zarokên me kêmtir e li hember van tiştan hemiyan ku zarokên me û ciwanên me ji dîn sar dikin. Bes gerek em tiştekî jî bêjin: Di roja îro de kesê ku bêdîn e, bi ‘ilm û bi ’eql û bi qena’et, bi îsrar bêdîn e. Ewê bi dîn e jî bi têgihîştin û bi fehm û bi dîndarî bidîn e. Em vê jî bêjin: Heq û rastî ji batilê bi qewettir e. Heq hat batil zail bû. Batil her mesref dike di kenalên televizyonan de di internetan de di modelan de di cil û bergan de di eşya de. Yanî hinik tişt hene erzan difroşin me bes li ba wan gelek biha ye. Wek araq û ciğarê û maddeyên bêhişkeriyê mesela. Meqseda wan, xelk were xapandin û xwe winda bike û ew jî li ser wan bibin hukumran. Bes elhemdulillah qeweta heqê her di xwe de ye.

Kelhaamed: Ji ‘adetên Kurdan ê ku xerab in çi ne, hûn çi dibînin û ji çi peyda dibin?

Dr. ‘Ebdullah Xurşîd: ‘Adetên xerab di nav Kurdan de di hemû serdemî û hemû ciyî de hebû ye. Dîn û raya giştî ya xelkê û ‘aîle heta dereceyekî xelkê li ser riya rast dide sekinandin. Wexta em Kurdan li hinek qewmên din qiyas bikin -elhemdulillah em ne qewmperest in- em dibînin ku ji aliyê dîndariyê ve derengtir ‘adetên Kurdan xeradibe. Mesela vexwarina araqê û maddeyên bêhişker eger li bajaran peyda bûbe li gundên me van meselan gelek kêm in. Yan jî çûyina mizgefrtan û cum’eyan û pêk anîna xêran û qurban serjêkirin di cejna qurbanê de, rojîgirtin û îhyakirina şevên pîroz kesên xerab ber bi qenciyê ve sewq dikin. Mesela zilamekî rojî nagre û limêj nake di meha Remezanê de dibîne ku zarokekî rojî digre. Wê çaxê ji ber xwe fedî dike, dibêje “ev zarok rojî digre û ez zilam im limêj nakim rojî nagrim”. Yanî van munasebetan, xerabiyan kêmtir dikin.

Bes hinik tiştên ku bi me nexweşin, ji ber ku dibe ‘adet dikeve nav me. Mesela ew pantorê kin û tengik ku li Beğdayê wan xelkê wir li xwe dikir û pê dihatin vanderan bi me gelek ne xweş dihat. Bes axir hinik kes bûn wek wan. Yan jî mesela serqotkirina jinan. De bifikirin di wan weqtên berê de kesekî def û zirne biribû gund ji bo de’wetê, di nav xelkê de hewqas neqenc hat dîtin ku heta niha jî nevîyên wî ji ber xwe fedî dikin. Tevliheviya xelkan wiha kiriye ku ‘adetên neqenc bela dibe. Feqet kêm e. Mesela bîranîna salvegera wîladeta zarokan tiştekî Ğerbi ye, ne Îslami ye. De îja carna kesek dixwaze dilê zarokê xwe xweş bike bes naxwaze wek wan jî bike. Dibêje ez wek Ğerbiyan nakim feqet ji bo dilê zarokê xwe xweş bikim hinik şîrîni û şerbet hazirdikm. Feqet bi sebeb medyayê hinik ‘adet xerabûne. Mesela zarok carna cesaret dike ku li hember dê û bavê xwe xeber bide. ‘Elaqatên ‘aîlewî zarar dîtine. ‘Adetên wek serdana xizman, rûniştina li dîwanan ji bo zikr û suhbetan, vana kêm bûne. Bes ev nayê ser mana ku xelk yek bi yek hemî xerabûye û dev ji dînê xwe û ‘adetê xwe berdaye.

Kelhaamed: Li Tirkiyê tê xeberdan ku dewleta Tirkiyê ji bo hunermendan got “helbestên Tirkî çêbikin û zede bikin.” Hunermend jî gelekên wan Kurd bûn. Van hunermendan rabûn ji Kurdistana ‘Iraqê û Tirkiyê helbestên Kurdî wergirtin, hem gotinên wan tercemeyî Tirkî kirin hem jî meqamên wan li gora Tirkî ‘edilandin û dengbêjiya Tirkan kirin. Yanî tê gotin ku gelek helbestên Tirkî esasen Kurdî ne.

Dr. ‘Ebdullah Xurşîd: Li Kurdistana ‘Iraqê çalakiyeke huneriyê gelek kevnare, qedîm heye. Ger em temaşe li huner û meqamên Kurdî dikin van meqaman di nav ti qewmên din de tunene. Kurdan ji bo xwe çêkirye. Wek “Qetar” û “Ellah Weysî” û “Ay Ay” û “Lawik” û “Heyran”. Gelek babetên me yên Kurdî hene ji ğeyrî Kurdan kesekî din nizanin. Hinik babetên hunerî yên me yên dinê jî hene di damezirandinê de beşekî pirtir ‘aîdî me ye. Mesela meqamên Tirki, Farisî û ‘umûmen meqamên rojhilat dema ku deng pê dikeve em dinerin yek ji meqamên Kurdî ye. Yan “Sêga” ye yan “Nehawend” e yan “Çargah” e yan “Seba” ye yan “meqamê Deşt” e yan “meqamê Rast” e û her wekî din. Evana tev meqamên Kurdî ne. Yanî bifikire, kesekî me heye xelkê mentiqa Heftegar e, jêra Kerkûkê, dibêje “ez li ba ‘Elî Merdan rûniştibûm. Nazim Ğezalî bê çiqas meşhûr e li nav ‘Iraq û ‘alema ‘Erebî, dihat derheqê meqaman de ji ‘Elî Merdan pirsan dikir. Di van bajarên ‘Iraqê de ku xelk di meqaman de gelek şareza ye bajarê Koyê û Kerkûk û hinik qezayên Silêmanî ne. Tu temaşe dikî, dibînî ku meqamên ‘Iraqî li van deran çêbûne. Bi giştî navê wê meqamên ‘Iraqî ye bes beşekî bêtir Kurdî ye. Her navê Kurdî jî li ser e. De bi fikirin sitranek wek “Kabûkê” ku Hesenê Cizîrî wê dibêje min bi Farisî bihîstiye, bi ‘Erebî bihîstiye, bi Tirkî bihîstiye, bi Yûnanî bihîstiye. Diyar e ku di destpêkê de kî gotiye. Folklora Kurdî gelek dewlemend e. Musteşriqekî Ermenî Ebuviyan dibêje “her Kurdekî ku dikeve tengasiyê kare şi’rekê bêje. Kurd hemû şa’ir in.” Ji ber vê enwa’ê goranî (sitranan) yên me hene. Goraniyên wextê çinînan, genim û ceh û tiştên wek wan, goraniyên taziyan, goraniyên şahiyan, sirûdên hemasî yên siyasî, eskerî, goraniyên ku dayik sebiyên xwe dixew radike. Bawer bikin dayik carna ji bo sebiyê xwe disitirê ew dayik di heyata xwe de tu car nikare bistirê. Hîç dengbêjek ew quweta ku bi wê dayikê re heye pê re tune ye. Wexta dayik dibêje giriyê merev pê re tê. Ew deng û îmkan ji kur anî? Jê re ‘eyb e, dengê xwe qeyd nake.

Ji ber vê em temaşe dikin li mentiqên Kurdî, taybet jî Kurdistana ‘Iraqê derbarê van meqmbêjan de xelk gelek tiştan ji wan fêr bûye. Kesên wek Tahir Merdan, Tahir Tewfîq û Hesen Cezrawî Mûhemmed, ‘Arif Zîrî evana hinek kes in ku hunerên gelen dewlemend pêşkêş kirin. Beşek ji van huneran her berhemên wan bûn, beşek jî folklor û kultur û turasa milletê Kurdbû. Nabe ev ji bîra me biçe ku Kurd her çiqas deselata siyasî û eskerî li ser kon vekiriye jî bes dîsa ew bûye huner.

Ew hewqas dewlemend e ku dengbêjê Kurd her bi çanda xwe gelek îmkanên wî hene. Bes bira piçkî dengê wî baş be. Ji ber vê em temaşe dikin ew dengbêjê resen û gelek bi hêz heta li Tirkiyê û Îranê jî beşekî zêde ji wan Kurd in. Yanî kes nikare îmkaniyatên kesekî wek Îbrahîm Tatlises înkar bike. Bi tesewwura min Şezeryan jî Kurd e. Çimkî bi new’ekî disitirê ku Faris nikare bi wî şeklî bistirê. ‘Elî Rizayê Îftîxarî mesela, Hayde, Mehestî. Belê di hinik şertan de jiya ne ku derfeta xelkê kêmtir bûye ku bi Kurdî bêje, nehatiye belavkirin, alîkariya wan nehatiye kirin. Merasim û rûniştin û resmiyat û pere û îmkaniyat li cem dewletan e. Dewlet jî xwediyê zimanekî ğeyrî Kurdi ye, çûye hunerên xwe ji Kurdî tehwîlî Farisî û Tirkî û ‘Erebî kiriye, bû ye hunerekî ğeyrî Kurdî. Heger tu bi dû eslê wê bikevî hem aheng û lehne Kurdi ye hem jî tu temaşe dikî kelîmên wan jî ji waqi’ê komelatiya Kurdî dûr neketiye.

Kelhaamed: Seyda ji ber ku we wexta we ji me re veqetand û cewaba sualên me da em gelek teşekkur dikin ji we re mala we avabe.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *