BijarteEmîn BuranMalê Helal an yê Heram

Hûn jî dizanin ji sala 1990î şûnda ji ber ku emnîyeta çol û çiyayên me nema, pez îdî bişev li çolê nediman û bi êvarê ra têne malê, sibehê ji bo çêrê bera çolê didin. Li belê zamanê berê pez buharan ‘ewil ji gomê berdidan, îdî heta serê zivistanê berf nebarîya nedihat malê. Pez bişev û bi rojê li çolê bû. Şivan bi rojê pezên xwe diçirandin, av didan û êvarê jî dibirin guherê. Li guherekî carna 4, carna 5 kerî kom dibû. Hewşên kerîyan ji hew cuda bin jî, guherên wan yek bûn. Şivanê guherê agir dadidan, heta dereng peyv û suhbet dikirin, waxta radizan her yekî pezik bi xwe re girê dida û radiketin. Heger pez biherikiya, an jî cinawûr werê kerîyên pez, mîyên girêdayî wê şivan ji xew şîyar bike.

Şev nîvî dibû şivanê pez xwe radikirin şevînê, pez ku nerabûna şevînê, wê rojê şirê mîya kêm bû û berîvanan ferq dikirin û digotin we îşev pez neçirandîye. Ji ber vê berîya berîvanan her şev pezê xwe radikirin şevînê û heta sibehê diçêrandin.

Şivanan waxtê bi roj heywanên xwe dibirin ser çem avdanê, li vir rastî keriyên xerib (ne pezên gundê wan) dihatin û li ser avê pez tevlihev dibû, waxta ku pez ji hev diqetiya carna pezik xerîp diket nav kerîyên wan. Şivan êvarê dihatin guherê pezên xwe dijmartin didîtin ku pezê xerîb di nav keriyên wan de ye, peza xerîb mîbûna, kavirbûna, a ji berx bûna ferq nedikir,  wê şevê şerjidikirin û dixwarin. Ancax di nav wan da, bi navê Ahmet xortek hebû, haya wî ji Xweda û Resûlê wî hebû, helal û heram ji bavê xwe hîn bûbû û vî karî qebûl nedikir û waha digot:

-Hevalno ev karê we ne karekî helal e, ev heywan emanet e,  hûn bi emanetê xayintiyê dikin, werin vî karî nekin…

Lê şivanan bi ya wî nedikirin û wî pezî, şer jê dikirin û duxwarin. Lê wan çerbikira Ahmet ji vî goştî ne dixwar.

Îjar rojekî kavirik tev keriyê Ahmet hatibû û nêzî mehekê bû goşt nexwaribûn. Ji Ahmet re waha gotin:

-Ev meheke me goşt nexwariye, ka wê kavirê xerîb em şer jê bikin û bixwin. Çi gunehê wî hebe jî, bila di hîstiyên me de be.

Çi qas gotin jî Ahmet qebûl nekir. Lê şivanan dev ji Ahmet bernedan û pir israr kirin. Ahmet ji wan re got:

-Temam hûn rûn in ezê herim şer jê bikim. Şivanan agirekî gur dadan û wiha gotin:

Me Ahmet jî kir wek xwe.

Qederekî şûnda Ahmet hitik goştê kavirê anî, bi hev ra hûr kirin û di sêlê da qelî çêkirin û xwarin. Şivanan digot qey Ahmed wê qelîyê nexwe, lê Ahmet ji wan pirtir qelî xwar, tev ‘ecêbmayî man û waha gotin:

-Birayê Ahmet ma ev goştê helal bû tê xwar?

Ahmet got:

-Belê wek şîrê dayika min ji min ra helal e.

Gotin:

-Çawa ji te ra helal e?

Ahmet got:

-Bi rastî we pir israr kir, min jî kavira emanet ne, kavira xwe ya malê ji we ra şer jê kir…

Şivan tev ‘ecêbmayî man û ji xwe fêdî kirin, gotin jî îro pêve êdî em vî karê xerab nakin û tevan towbe kirin.

Carek din dîrok bû şahid ku, tiştik ‘lîsanê qal nekir, lîsanê hal’ kir.

Serê sibehê Ahmet goştê ku mabû li kerê kir û anî mal. Bavê wî got ev çi ye, qey gûr êrişî pezên me kir. Ahmet got na bavo, hal û mesela min û şivanan ev e…

Bavê Ahmet bi vî halê kûrê xwe pir kêfxweş bû û waha got:

-Heger te peza xelqê şer jê kira min heqê xwe li te helal nedikir. Ez ji Xweda ra hemd dikim ku, ewladê min ji emanet ra îxanet nekir…

 

[1] Gelê xwanderên hêja ev mesela min rast e û di sala 1956an da qewimîye. Şivanê ku emê bahsa wî bikin apê min e.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *