GiştîWeysî BuranÇêlîka Devehê

Rojekê heywanên daristanê mêze dikin ku rovî bi lez û bez ji daristanê direve. Rovî didin sekinandin û jê pirs dikin:

– Gelo çi bûye? Tu çima direvî?

Rovî dibêje:

– Şêr ferman li deveyan rakirîye. Ez loma ji daristanê derdikevim.

Heywan dibêjin:

– Ma çi li te qewimîye? Tu ne deve yî, tu rovî yî.

Rovî dibêje:

– Ez jî zanim ez rovî me. Lê belê zeman xirabe. Fesadekî bibêje ‘ev ne rovî ye, ev çêlîka devehê ye.’ Ez ê çi xwelîyê li serê xwe bikim.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *