BijarteGiştîMehmet BaranGelo Qiyameta Gelîyê Zîlan Çima Qewimî

            Berî ku em derbasî dîtin û gotinên şahidan bibin, bi kurtasî lazim e ku em, sebeb û musebbîbê qetlî’amê hîn bikin, bê ew qiyamet ji bo çi bi serê gelyê Zîlan da hat.

Me qetli’amên Gelîyê Zîlan ji bo çi wek “Qiyamet”  bi nav kir. Belê, di dehşeta roja qiyametê de dê weledê xwe davêje. Di wehşeta gelî de jî dayîkan weledên xwe avêtin. Ewê ku avêtin çem, di avê de xeniqî, ewê ku danîn qefa zinarekî û bi çavê girî, bi dilê peritî ji wêderê dûrketin, ewê ku di dergûşê de hiştin û bi lez ji wan dûr ketin, da ku dengê girîyên wan sehnekin. Ew sebîyên qumatkê ku di derguşên xwe de bê av û nan man, bi rojan girîyan û ziwa bûn, can dan. Ew dayîkên ku nanê wan di tenûrê de şewitî… Hevîrên wan bi ser teştê ket, tirş bû herikî. Ew dayîkên ku karik û berxika di bin dîyên wan de hiştin û çûn. Navê wê çûyînê: “Ewê qumandar ji we re çend şitexalîya bike û hûnê bizîvirin malên xwe” bû. Lê belê çûyîn hebû, hatin tinebû. Navê mirinê danîbûn “çend şitexalî…”

Piştî hedîsa ‘Eşîr a Koçgirî û qiyama Şêx Se’îd, Hûkumeta Cimhûrîyetê gelek ‘alim, rêzan û mûnewwerên Kurdan kuştin, xeniqandin û hepis kirin. Bi vîya jî dilê wan rihet nebû, dest bi serokên ‘eşîran, şêx û ‘aliman, ‘eqilmendên Kurdan kirin, bê suc û guneh, sirgûnê welatê alî Tikistanê kirin. Ev jî li zora însanan diçû û digotin: “Me ti astengî ji Hikûmetê re dernexistîye. Em her yek li malê xwe û bi kar û îşê xwe meşxûl in. Belê Hikûmet leşkera dişîne ber deryême û bi milê me digrin, bê sebep me sirgûnê derê dûr dikin. Ji erd û axa xwe, ji çîya û newalê xwe dûr dibin. Em, ew însanên ku hînî çîyayên bilind, zozan û hewa cemidî bûne. Em ‘eşîr in, ji dost û eqreba, ji heval û hogira dûr îdare nakin. Belê zulmen me ji av û axa me vediqetînin…”

Li ser wê zûlm û neheqîyê, kesên ku hatin sirgûn kirin ji wîlayetên Tirkistanê cardin fîrar kirin û hatin welatê xwe. Belê bê razîbûna Hikûmetê hatibûn û bûbûn mehkum û qaçax. Sîlihê xwe girtibûn û derketibûn çîyê. Qaçaxên bi wî rengî xwe li çîyayên herêma Zîlan girtibûn. Lewra gelî û çîyayên Zîlan pir ‘asêbûn. Qaçaxa, xwe di wê herêmê de rihet vedişart. Di serî de însanên qaçax ji ber sebebên maqul û zulma dewletê derketibûn çîyayên Zîlan. Paşê însanên ku bi sebep weq’eyên ‘edlî jî bûn mehkûm, çûn gihaştin ew mehkum ê berê. Carna hinik mehkûm dihatin ku zirar û zîyan dane xelkê xwe, malê wan talan kirine yan jî qîz, jin revandine. Her hinik mehkûm di gelî de ji xwe re rêxistin û komekî çêkirin, serokekî ji xwe re dîyar kirin û di ser çavê gundiyan de jîyana xwe berdewam kirin. Gundê gelî ji destê hinan ji wan mehkûma pir kişandin. Di destê wan de sîlih hebûn û kesî nikaribû li hember wan rabe. Li çola digerîyan û karik û berx ê gundîya dixwarin. Îş û karek nedikirin. Ew jî gelek li hesabê wan hatibû.

Di nav qaçaxê Gelîyê Zîlan de Nadirê Huseynn Paşa jî hebû. Piştî ‘isyana Agirî (Ağrı) (1926-1930) Kor Huseyn Paşa û zarokê wî jî ji binxetê bi rê ketin da ku xwe bikhînin Agirî, ji heyata sirgûn a rezîl xelas bibin. Belê Hûseyîn Paşa û ji malbata wî pir kes bi rê de hatin kuştin. Kor Hûseyîn Paşa, fêm kir ku hevaltiya bi Hikûmetê re çi hevaltîkî pûç û beradaye, belê bi derengî ket. Hikûmet piştî ku îşê xwe bi wan qedand, got ez we nasnakim. We çewa bi qewmê xwe re xayîntî kir, hûnê bi me re jî xayîntî bikin û me bifroşin. Herin sirgûnê û çi halê we hebe bibînin…

Kor Huseyn Paşa di şikeftê de raketîbû û di xewda bi destê kurê Hecî Musa hat kuştin. Ew jî bi destê xayînekî din hat kuştin. Xayîna li ber çavê xwe didîtin ku ew jî bi miradê xwe şa nabin lê dîsa jî dev ji xayîntîya xwe bernedidan. Em mesela Kor Hûseyîn Paşa û xayînan pir dirêj nekin. Lewra hedîsa Zîlan jî li ser pişta xayîna dimeşe. Xayîntîya wan bi qewmê wan re wê pir derkeve pêşîya me…

Qetlî’amên Zîlan di sala 1930 de di meha Temmuzê de destpêkir, bi meha dewamkir. Qetlî’amên komkujî, di gihaştina debra de pêk anîn, heta ku berf a sipî ket erdê. Girtin û hepiskirin, bi sala dewankir. 20 sal herêma Zîlan qedexe kirin. Leşker bi pey wan kesên Zîlî ketin û gund bi gund, li dervayê Zîlan li wan gerîyan. Yek ferdek Zîlî, gerek ji ber wan xelas nebûna. Pêşîya kesên Zîlî gihaşt hepisxana şehrê Edenê. Ew kesên ku di wê hepisxanê de bûn ji birçîbûna, qirêj, sipî, kêç û nexweşînên giran, ji sedî pêncî heyata xwe ji dest dan.

Mehkûm û qaçax ketin dewrê. Di serî de girtin ser qereqola Hesen’ebdal û Çixirbegê. Leşkerê qereqolê bi temamî kuştin yan jî esîr girtin. Leşkerê ku bi hewara wan de hatin, pêşîya wan girtin û wan jî bi temamî esîr kirin. Êrîşekî bê xaye û meqset bû. Hesabê pêşî û paşîya wê erîşê, kar û zirara wê nehatibû kirin. Bi sitendina du qerekola ewê çi bi destxin, wan jî nizanibûn. Gellê Zîlan û însanên bêrî ewê çi zirarê bibînin, di bîra kesî de nebû. Ew însanên Gelî ku bi sala wan qaçaxa li ser nan û ava xwe xwedî kirin. Ew êrîşa qerekol a, ewqas bê xaye û meqsed bû, leşkerê ku esîr girtibûn di destê wande man. Nizanîbûn ku ji wan çi bikin. Derekî wan tinebû ku wan tê de hepis bikin. Çend komê qaçaxa bûn û her yek li gor serê xwe hereket dikir. Amadehîyekî wanê bi wî rengî tinebû ku leşkerê esîr di dest xwede bigrin û hepis bikin. Leşkera li gundî ya bela kirin. “Her yek li gor nan û ava xwe wan leşkera di karê xwe yên gund de wê bişxûlînin.” Paşê ew leşker di destê gundî yan da man. Ewan jî nizanîbû çi bikin ji wan. Lewra leşker bi kêrî îşê gunda nedihatin.

Belê êrîşên qaçaxan bi wan herdû qereqola bi dawî nebû. Ber firekir û bi alî navçeya Ercîşê ve kişîya. Xelkê hinik gunda kêm aqil jî dan pey wan qaçaxa û girtin ser navçeyê. Meqseda wan ku ji xwe re mal kom bikin. Bi wî rengî jî çêbû. Ew kesên ku dikanên xelkê şêlandin û her hinek tiştekî da ser pişta xwe û ber bi malê ketin rê. Ewan bi vî rengî qiyam û serhildana xwe bi dawî kiribûn û ganîmet a xwe kaşe kaşî malê xwe dikirin. Belê ti kes ji wan dawîya vî tiştî wê çewa bê, tefekur nedikirin…

Hinik gund, ‘aqilmendê wan li hev kom bûn û gotin: “Ev leşker di destê me de man. Em nizanin çi ji wan bikin. Belê ji ber ku leşker di destê me de ne, li ba Hikûmetê em sûcdar in. Lazim e ku em van leşkera bi hawakî bighînin destê hêzê hikûmetê, da ku hê wan nehatîye li gundê me zeftnekiriye. Di gundê me de bên zeftkirin, emê bi êrîşê her dû qereqola bên sûcdarkirin.” Leşkera birin teslîmî şaredarê Ercîşê kirin lê belê vê jî wan ji qetlî’aman xelas nekir.

Peyvek û heqîqet kî tarîxîye ku di wextê ‘isyana Ermenîyan û îşxala Rusa li welatê Kurdistanê, yek neferek Ermenî nikaribûne bikevin herêma Zîlan. Hem herêma Zîlan cîhekî asê bû, hem însanên herêmê li hember tecawuza Ermenîyan xîret kir, xwe dan hev, bi hevdû re gund û çîyayên xwe parastin. Cîhê ku çetê Ermenîya nikaribûn bikevinê, tenê Gelîyên Zîlan e. Ji ber wê qasê, roja hadîsa Zîlan Ermenî derdikevin pêş. Dixwazin ku bi destê Hikûmetê ew heyfa xwe ya wê rojê ji însanên Gelî bistînin. Geh însanên gelî di qilqilînin û dibêjin: “We Kurdîstan xelas û azad kir. Ji Agir ê heta Zîlan erd û axa Kurdan ji bin destê dagirkera hat xelaskirin. Eşq û şewqa xwe neşkênin. Em ji alîkarîya were amadene. Sîlih û fişekê we li me ne. Em we bi tenê û bê sîlih nahêlin.” Geh bi alî Hikûmetê ve diçin û digotin: “Em bi we re ne. Çi bê ser milê me emê ji bo we bikin. Lazim e ku Zîlan bi tevî însanên wê ji ortê rabin. Ew bi Hikûmeta were xaîn gerîyan û xweyna leşkerê we rijandin. Însanên wûr bikujin û malê wan bişewûtînin…” Ermenî bi barê qantira ji qaçaxa re fişek dikşînîn û pir bi munafiqî berhevdanê dikin.

Hadîsa Agirî (Ağrı) di sala 1926an da dest pê kiribû. Li vûr jî dixwazin kesên xwedî ‘eşîr û pêşîvan, bişînin sirgûnê. Belê wan însanan ti tiştekî li hember Hikûmetê nekiribûn. Esîrtîya destê leşkerê Romê û sirgûnîyê qebûl nekirin. Serhildana Agirî dest pê kir. Ew serhildan heta sala 1930yî berdewankir. Helqa wê ya paşîn qetlî’amên Gelîyên Zîlan çêbûn. Ewan xwestin ku li hember leşker ê dewletê cephê herbê fireh bikin da ku giranî û hicûmê leşker a li ser wan kêm bibin. Da ku ew jî ber xwe bibînin û nefes bistînin. Belê ew tişt bi destê qaçaxa hat kirin ku her hinik bi serê xwe hereket dikirin û gava ketin pêsîrtengîyê ber bi Îranê li ser pişta hespê xwe revîyan çûn. Xelkê xwe di nav destê leşkerê bê însaf û bê ûjdan da hiştin, revîyan.

Hikûmet ku hadîsa qereqola û Ercîşê dibihîze, ji şehrê der û dor leşkera dişîne Ercîşê. Qaçax, kirinê xwe yên bê meqsed û serserî dizanin û direvin. Komek ji wan di ber gundê Zîlan, ‘eşîra Hecîdêrîyan gund ê Gomikê de derbas dibin. Jinek gundî li ber derê xwe ye û bi wan de dike qêrîn û gazî: “Hêê! Lolo! Hûn bi kur de direvin. We vandera berî nava hev da, kir gola gû û hun direvin. We çima li me wûha kir.” Ji qaçaxa yek li ser pişta hespê xwe li wê jinikê fetilî û viha got: “Hêê! Lelê! Wexta ku em li çola bûn û di şikeftê çîya de, me serê xwe datanî ser kevirên hişk û xwelîya cemidî, gava ku em ji xew radibûn, şelê xwelîyê bi suretê mere radibûn û digotin ‘Şelep’ li erdê diketin, cîhê wan şel û kevira di sûretê me de çal diman û di tevizandin, demek dirêj derbas nedibûn. Ew çax hûn û zarokên xwe di nav nivînê xwe yên germ da radizan. Welleh me berî nav hev da û em anha direvin, çi halê we hebe bibînin…”

Belê, wiha çêbû. Ew qaçax bi sala miselletî ser însanên Zîlan bûn. Nan û ava wan li ber wan herimandin. Ti hizûr ji wan re nehîştin. Bi sala li ser wan xwarin û vexwarin. Anha jî berhevdanekî bê meqsed û xaye kirin, li ser pişta hespê xwe siwar bûn, ber bi Îranê ve bi çargavî diçin. Ew qaçaxê ku bersiva wê jinikê dide, bi halekî ewqas me’sum dide ku kesê nizanibe wê bêje: “Ev însan ji bo xêrxwazîya gellên xwe derketine çîya, çi kişandibin ji bo gellê xwe kişandine, xelke wan jî bi wan re nankorî kirine, alîkarî nedane wan, di ser çavê xwe, nan û av û axa xwe da ne hevandine, gîsk û berana ji wan re serjênekirine. Îroj jî van qaçaxa heyfa wan roja ji wan distînin û wan di nav agir da dihêlin û direvin.” Belê jin û zarokên wan ne di herêma Zîlan de bûn. Ew mehkûm bûn û her yek ji wan ji derê dûr hatibûn Gelîyên Zîlan, di çîyayên wan de qaçaxîya xwe dikirin. Bê riza xelkên gelî, di ser çavê wan de diman. Tiştek wê bi zarok û malbata wan nehata. Kesên gelî tên kuştin, zarok, jin, di nav agir de bi xedarî tên şewutandin, xema wan nîne. Li paş xwe nanhêrin û direvin…

Kesên şahidên qetlî’amên Gelî ku em gihîştin wan û me di heqqê wan qetlî’ama de bi wan re hevpeyvîn kir, her yek ji wan, ku behsa wê demê dikir, bi “Sala Sîyasetê” nav dikir. Wan dizanibûn ku sîyasetkî bi qirêj li serê wan û gellê wan hat kirin, belê ti me’nekî nedidanê. Dema behsa hedîsê wan tarîxa dikirin, digotin: “Sala sîyasetê, yan jî, ewqas zeman berî sala sîyaset ê, yan jî, ewqas zeman biştî sala sîyaseta gelî.” Sala sîyaseta gelî ji xwe re kiribûn demsal û mîlad.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *